DAÎŞ di kemînê de ye!
Duşem 17 Mijdar 2025 - 03:30

Raporên saziyên ewlekariyê yên navneteweyî, bi taybetî jî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) radixin pêş çavan ku bi hilweşîna rejîma Esad re DAÎŞ li Sûriyeyê jinûve vediguhere gefeke cidî. Li gorî raporan, DAÎŞ şaneyên xwe yên razayî yên li Sûriyeyê zindî dike, hewl dide ji stokên çekan sûdê werbigire û karên xwe yên propagandayê jî zêde dike. Rapora stratejîk a 2025'an a Konseya Ewlekariyê ya NY'yê bi rengekî zelal destnîşan dike ku gefa DAÎŞ'ê zêde dibe. Di raporê de tê gotin, rêxistin li Sûriye û Iraqê ji 1500 heta 3000 hezar şervanên xwe yên çalak hene. Çola Sûriyeyê ji bo DAÎŞ'ê hîn jî 'bargeheke krîtîk' e û tê gotin, tenê li herêma Badiyayê derdora 300 şaneyên çalak kar dikin. Karên şaneyên DAÎŞ'ê ne tenê li herêmên çolê ye. Li gorî rapora Konseya Ewlekariyê ya NY'ê û analîzên din rêxistin li derdora Şamê, bejahiya Helebê, Hûms û herêmên başûr jî xwe nîşan dide. Rapora 2025'an a Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê (EUAA) diyar dike ku rêxistin bi taybetî li çola Badiya û qadên îzolekirî û şikeftên li derdora Hûmsê xwe ji nû ve bi rêxistin dike. Li gel bi dehan operasyonên QSD'ê yên sala 2025'an ên li Dêrazor û Hesekê hebûna DAÎŞ'ê ya li van herêman hîn bi temamî tasfiye nebûye.
Baregehên radîkalbûna DAIŞ’ê
Li aliyê din li girtîgeh û kampên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne, xemsariya civaka navneteweyî ya li ser paşeroja çeteyên DAÎŞ'ê û malbatên wan, derfetê dide DAÎŞ'ê ku xwe jinûve bi rêxistin bike. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li girtîgehên li herêmên Rêveberiya Xweser heta niha 8 hezar û 500 çeteyên DAÎŞ'ê hene; ji wan ji sedî 64 ji Sûriyeyê, ji sedî 19 ji Iraqê, ji sedî 17 jî ji zêdeyî 50 welatên biyanî ne. Her wiha li kampên El Hol û Roj jî piraniya wan jin û zarok 38 hezar û 400 kes hene ku pêwendiya xwe bi DAÎŞ'ê re hene. Ji wan ji sedî 42 ji Sûriyeyê, ji sedî 36 ji Iraqê û ji sedî 22 jî ji zêdeyî 50 welatan e.
Daneyên Navenda Têkoşîna li dijî Terorê ya Navneteweyî (ICCT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şênberî radixin pêş çavan ku kamp û girtîgehên di bin kontrola hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne bi demdirêjî rîskeke ewlekariyê ya cidî ye. Ev navend ne tenê qadên ragirtina milîtanên DAÎŞ'ê hene, her wiha ji ber ku rêxistin weke qada belavkirina propagandayê, jinûve hilberîna îdeolojîk û bidestxistina milîtanên nû bi kar tîne, veguherîne baregehekê. Di raporan de tê gotin, li kampan radîkalbûna zarok û ciwanan di asteke balkêş de ye. Ev mirov hem ji xizmetên bingehîn ên weke perwerde û tenduristiyê bêpar dimînin, hem jî di bin bandora tundî û îdeolojîk de mezin dibin.
Ji ber ku zarok bi giranî sêwî û ji malbatan cudabûyî ne, her wiha li kampan ji çavdêriya mezinan bêpar dimînin, li pêşberî radîkalbûyînê bêhêz dimînin. Operasyonên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dem bi dem li van kamp û girtîgehan dikin, bandora rêxistinê ya li van qadan kêm bikin jî ya ku di raporan de tê destnîşan kirin ew e ku metirsî zêde ye. Li gorî raporan, zarok û ciwanên li kampan dimînin bi taybetî li ser medya dîjîtal li radîkalbûyînê rast tên. Li gel bangên Rêveberiya Xweser û Neteweyên Yekbûyî jî destwerdaneke navneteweyî ya berfireh li van kampan nebûye. Gelek dewlet xwe nadin ber wergirtina welatiyên xwe, ji bo rehabîlîtasyona zarokên li kampan piiştgiriyekê nadin karên têne kirin. Rapor radixin pêş çavan ku rewşa li kampan ne tenê pirsgirêkeke herêmî ye, her wiha ji bo ewlekariya navneteweyî jî rîskeke girîng e.
HTŞ derfetê dide DAIŞ’Ê
Bêguman yek ji bandorên herî mezin ên jinûve xurtbûna DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê avaniya cîhadîst û siyaseta mezhebî ya HTŞ'ê ye ku piştî hilweşîna rejîma Esad bû desthilatdar.
Lîderê HTŞ'ê Şara ji aliyekî ve hewl dide têkiliyên bi Rojava re xurt bike, her wiha beriya demeke kurt qebûl kir ku beşdarî nava koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê bibe; lê li aliyê din ji ber ku nikare ji rabirdûya xwe ya radîkal qut bibe û hebûna hêzên tundrew ên li nava artêşa nû ya Sûriyeyê ji nedîtî ve tê, zemîneke welê diafirîne ku hem li welêt valahiya ewlekariyê dewam bike hem jî derfetan bide DAÎŞ'ê ku xwe jinûve birêxistin bike. Valahiya ewlekariyê ya li Sûriyeyê, kapasîteya sazîbûyî ya lawaz a rêveberiya veguhêz a bi serkêşiya HTŞ'ê, avaniya wê ya cîhadîst û xemsariya civaka navneteweyî ya li pêşberî kamp û girtîgehên li herêma Rêveberiya Xweser hêsaniyê ji DAÎŞ'ê re diafirîne ku jinûve derkeve ser dikê.
ANF/SERKAN DEMÎREL















