Krîzên li Rojhilata Navîn
Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:05

- Rêber Apo li ser rastiya şoreşa ji bo jinê bê dayîn vê dibêje: “Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an a bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî balê dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Rêber Apo di dewama dahûrandinên xwe de van nirxandininên balkêş dike:
“Koletî û jintiya li ser jinê hatî ceribandin û encamgirtî, paşê bi mêr û çînên bindest dan qebûlkirin. Ev pêvajo ya bi şaristaniyê re bi pêş ket û bi modernîteya kapîtalîst re derket asta herî jor a û bilind. Faşîzim pêvajoya di pîrekkirina civakê de xwedî wateyeke taybet e. Civaka teslîmgirtî îfade dike. Modernîte civaka giştî ya pîrekbûyî îfade dike; ango her kes hatiye xesandin, qabîliyeta xwe ya parastin û bergiriyê ji dest dane, her kes êdî mêr û jinên hev in. Komkirina sermayeyê ya dewamî bûyî, êdî wê bi awayekî din bi qasî keys û firsendê nede civakê, êrîşkar û hov bibe. Ew qade ku destavêtin û koletî bi navê namûsê hem tê rewakirin hem jî hûrûkûr tê bicihanîn.
Cinsiyetparêziya civakî têgîneke bi desthilatdariya di têkiliyên mêr-jinan de bi sînor nîne. Desthilatdariyeke di her astê de li civakê belavbûyî, îfade dike. Desthilatdariya dewletê ya bi modernîteyê herî mezinbûyî nîşan dide. Ti obje bi qasî jinê tehrîk nade kirin û ji bo desthilatdariyê nabe mijar. Jin weke hebûneke kirine obje, xwedî wan xisletane ku desthilatdariyê herî zêde bike. Timî di rewşa tehrîkkirin û pirrkirina desthilatdariyê de tê hiştin.
Rola jinê di sîstema kapîtalîst a mêtinkariyê de gelekî bêhtir dest dide û eşkere ye. Ji bo sîstemê, bi tenê zarokan bêheq nayîne û mezin nake, bi heqdestekî herî kêm baz dide her kar û suxreyê. Li ser artêşa bêkaran di pozîsyona zextê û timî kêmkirina sîstema heqdestan de tê girtin. Cihê xemê ye, tevî ku xwediya keda bi cewr û cefayê ye. Nîşaneyeke din a berfirehiya cinsiyetparêziya civakî ya serweriya mêr piştrast dike, di derbarê keda jinê de ye.
Divê mirov baş zanibe ku jin weke amûreke zarokanînê xistine bin barekî xeternak û xwe lê ragirtina wê gelekî zehmet e. Ji bûyîna xwediyê zarokan wêdetir, çavkaniya pirsgirêkê sîstemeke nanozikê û suxrekar a girankirî ye. Herweha divê mirov baş zanibe ku zarokanîn ne biyolojîk e, diyardeyeke sîstemwarî û çandî ye. Her zarok ji aliyê çanda heyî ve ne carekê, gelek caran tê wateya mirina jinê. Xulase, divê mirov mezinkirin û gihandina zarokan li gorî pêdiviyên civaka ekonomîk û ekolojîk û li ser bingehê felsefeya azadiyê analîz û çareser bike.
Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berevajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka aborî hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya komînî heye. Aborî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanisteke ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zêhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema jinê û şaristaniya wê ye.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN












