Krîzên li Rojhilata Navîn
Sêşem 21 Cotmeh 2025 - 03:05
Têkildarî rol û misyona xirabker ya îndustriyalîzmê ya li ser civak û aboriyê Rêber Apo vê tespîtê dike: “Li Rojhilata Navîn rola dîrokî ya îndustriyalîzmê jihevdexistin û tesfiyekirina civaka cotkariyê ya rêûresmê ya deh hezar salî ye. Civaka gund-cotkariyê û aboriya wê ya ku heta beriya pêncî salî beşa sereke ya civakê û aboriya wê pêk dianî, ber bi roja me ya îro ve bi lez ji hev tê xistin, ber bi bêkarî û tesfiyeyê ve tê birin, di nava deynan de tê hiştin û hedimandin.”
Hinek nirxandinên Rêber Apo yên li ser vê mijarê wiha ne:
Têkildarî rol û misyona xirabker ya îndustriyalîzmê ya li ser civak û aboriyê Rêber Apo vê
nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser ‘Li Dijî Îndustriyalîzmê Civaka Ekolojîk-Aborî’
Rêber Apo di dahûrandinên xwe yên li ser îndustriyalîzmê û texrîbatên wê yên bi modernîteya Kapitalîst ya li ser civakê vê dibêje: “Serdestiya pîşesaziyê, ya modernîteya kapîtalîst li şoreşa pîşesaziyê barkirî, bi tenê weke hegemonya abori pêk nayê, bandorên girîng li yekdestdariya îdeolojîk û yekdestdariya desthilatdariyê jî dike. Bi gotineke din, eger mirov îndustriyalîzmê di çarçoveya wateyeke teng de weke mentiqê teknolojîk analîz bike û qîma xwe bi vê bîne, ev yek wê bike ku mirov şaşiyeke bingehîn bike ango wê bi ke ku mirov kapîtalîzmê weke abori bibîne.
Civaka mirov û aboriya wî ya li gorî qanûna kara herî zêde, bi ketina bin hegemonya îndustriyalîzmê ji hev de ketiye û hilweşiyaye. Encamên vê zirarê, bi kirinên wê yên dused salên dawî têra xwe derketine holê. Bi tenê hilweşîna germbûna global rê li ber vedike bi serê xwe, her sala derbas dibe encamek, zanist jî tespît dike. Ji ber şovenîzma îndustriyalîst çavên zêhniyetê yên kor dibin, nikarin avahiya ekolojîk a tevna civak û aboriyê ya dest ji wan nabe, bibînin.
Di civaka Rojhilata Navîn de teknîka pîşesazî bi hezarê salan tê bikaranîn, tevî vê yekê veneguheriye îndustriyalîzmê, ev yek bi avahiya exlaqî û çanda manewî ya herêmê re têkildar e. Serîrakirina li ber Xwezayê weke serîrakirina li ber Xwedê hatiye hesibandin. Lê di çanda Rojava de serîrakirina li ber xwezayê û hukimkirina li wê, prensîpa gavavêtina felsefeya wê (Felsefeya Descartes) ye. Di civaka Rojhilata Navîn de jî ahenga bi xwezayê re, prensîpa bingehîne. Li ber xwezayê rabûn, ji hukimkirina li wê danegerîn, cewherê mezinbûna modernîteya kapîtalîst e.
Li Rojhilata Navîn rola dîrokî ya îndustriyalîzmê jihevdexistin û tesfiyekirina civaka cotkariyê ya rêûresmê ya deh hezar salî ye. Civaka gund-cotkariyê û aboriya wê ya ku heta beriya pêncî salî beşa sereke ya civakê û aboriya wê pêk dianî, ber bi roja me ya îro ve bi lez ji hev tê xistin, ber bi bêkarî û tesfiyeyê ve tê birin, di nava deynan de tê hiştin û hedimandin. Ji ber dijmintiya bi vê civakê re wê ji hev dixin, dihedimînin û tesfiye dikin.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN