Krîzên li Rojhilata Navîn
Şemî 25 Cotmeh 2025 - 03:00

- Rêber Apo komînan weke çareseriyeke baş dibine û dibêje: “Ji lewra Komîna Demokratîk a Rojhilata Navîn dikare weke pêkhatina siyasî ya komîna komînan a di her qadê de were pêşniyarkirin.”
Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ berga 4’an ya bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.
Rêber Apo di dewama dahûrandinên xwe de bal kişandiye ser hêza çareseriyê û gotiye: “Hêza çareseriyê ya modernîteya demokratîk di derbarê yekparetiya polîtîkaya herêmê de ji kapasîteya hêmanên çareserker ên dike bingeh, tê. Hêmanek hundir a li pêşiya polîtîkaya yekpare raweste û bibe asteng nîne. Berevajî, di çarçoveya yekparebûna polîtîk de hêmanên polîtîk, exlaqî, ekolojîk û aborî hemû dikarin civaka aborî ya ku ji dil dixwazin, ava bikin. Li beramberî destwerdanên hegemonîk ên ji derve yên modernîteya kapîtalîst, hêzên civakî yên herêmê hemû di nava yekparebûna polîtîk û hevgirtina wê de bi hêsanî û bi awayekî serketî, dikarin bersivê bidin û pirsgirêkan ji hev derînin, çareser bikin.
Di dewama nirxandinan de Rêber Apo qala komînan dike û van tespîtan dike: “Ji lewra Komîna Demokratîk a Rojhilata Navîn dikare weke pêkhatina siyasî ya komîna komînan a di her qadê de were pêşniyarkirin. Jeoçanda Rojhilata Navîn divê di jeopolîtîka wê de bê raberkirin. Ji bo vê jî çarçoveya herî di cih de eşkere ye ku wê komîna demokratîk û konfederatîf be (Ez behsa federasyon û konfederalîzma dewletê nakim). Ji ber ku çiqasî komîn û yekîtiyên cuda hebin, ji hemûyan re di çarçoveya konfederasyon û komîna sereke de cih heye. Di çarçoveya vê nêzîkatiyê de mirov bi hêsanî dikare fêhm bike ku dewleta netewe çiqasî bi qusûr e û li derve dihêle. Dewleta netewe di gotinê de xwe ‘serxwebûnxwaz’ dihesibîne, lê bi xwe jî bi hezar ta û benî bi navendên hegemonîk ên kapîtalîst ve girêdayiye. Pir girîng e ku mirov zanibe li astengên dewleta netewe nealiqe û bimeşe.
Konfederalîzma Demokratîk (mirov dikare navên weke Federasyon, yekîtiyên demokratîk û hwd. lê bike) ya weke navenda cazîbê ya herêmê were pêşdebirin, ji ber ku wê komînên aborî û ekolojîk esas bigire (ji ber ku erd-av-enerjî wekî din berdar nabin), li dijî sê suwarên mehşerî yên modernîteya kapîtalîst karperestiya kapîtalîst, îndustriyalîzma wê û li beramberî rewşa şer û rewşa kaotîk û krîza avabûnê ya dewleta netewe rê li ber vekirî, wê bibe bersiva dîrokî û herî îdeal a bê dayîn. Jeoçand û jeopolîtîka Kurdistanê (di nava Ereb, Tirk û Farsan de cih digire, li nuqteyekê ye, çand hemû li digihîjin hev) mîna ku yek parebûn û hevgirtineke siyasî ya bi vî rengî neçar û mecbûrî dike. Di dema modernîteya kapîtalîst de polîtîkayên hegemonîk ên Îngilistanê ya li ser Hindistan û Rojhilata Navîn meşandin, Kurdistan timî bi statuya welatekî çareserî lê nabe hiştin û bi vî awayî kirin weke destikekî pê kontrola xwe li ser herêmê dewam bikin. Bi vî awayî ji bo ku otorîteyên desthilatdar ên Ereb, Tirk û Fars di kontrola xwe de bigirin, Kurdistan kirin destikekî gelekî bi kêra wan bê. Di roja me ya îro de bi DYA’yê re li Başûrê Kurdistanê ya jêre Bakurê Iraqê dibêjin, li ser parçeyekî wî yê piçûk bi avakirineke dereng a dewletokeke netewe ya mîna Ermenistan û Yewnanistanê, dixwazin heman rolê dewam bikin.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN











