Operasyona şoreşgerî li Enqerê

Seevan SAEED nivîsand —

Duşem 9 Cotmeh 2023 - 17:48

Dewleta Tirk ti carî naxwaze aştî û azadî li herêmê çêbe. Beriya serhildana Tevgera Azadiyê ya nû ya Kurdistan jî; Dewleta Tirk hebûna xwe her tim di nava şer û kaosa li herêmê de dît. Li Turkiyê, slogana “Li hundir aştî û li cîhanê aştî” bi temamî berevajî wateya xwe hat sepandin. Di vê rewşê de, tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nikare stratejî û planên xwe yên li ser bingehê prensîba şer û aştiyê li hemberî dewleta Tirk weke hêzeke ji rêzê bimeşîne.

Dema ku li Tirkiyê û li herêmê, behsa mafên gelê Kurd tê kirin, dewleta Tirk ti carî rêzê ji mafên mirovan û hiqûqa welatîbûnê ya navneteweyî re nagire. Ji ber vê yekê Tevgera Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya 45 salan, baş fêm kir ku li hemberî vê dewleta zordar çawa bisekine û çawa xebat a xwe bimeşîne.

Em dikarin her roj bibînin, ka balafirên bê mirov û jetên Tirk çawa gelê Kurd bombe dikin; em dibînin ku bi deh hezaran mirov di girtîgehên li Tirkiyê de rehîn in. Her tişta ku tê kirin ji tirs, nediyariya û nehuquqiya dewleta Tirk tê, çawa ku ev dewlet dixwaze hebûna xwe ya neheq û bêexlaq li ser xwîn û çermê gelê Kurd li herêmê bidomîne.

Niha Tevgera Azadî ya Kurdistanê, piştî 45 salan ji destpêka xwe ya xurt ji bo ku ji vê zilma dewleta Tirk re bibêje “Na”, “Êdî bes e”, êdî baş dizanê ka çawa li hemberî vê zilmê li ber xwe bide. Rast e ku astengî zêde ne, lê derfet jî li ser rêya vê tevgerê hene. Rast e ku astengiyên cuda hene. Yek ew e ku hêza NATO'yê û dewleta Tirk a ku di kuştina gelê Kurd de qet ranawestê û xak û çavkaniyên Kurdistanê tine dike. Lê ji wê girantir, astengî ew e ku hevkarên dijmin di nava Kurdan de alîkariya dijminê Kurdan dikin, ev beşa herî zehmet a astengiyan e.

Şehadeta du lehengên Tevgera Azadiya Kurdistanê li paytexta Tirkan Enqerê, dikare weke peyamekê ji vê rejîma faşîst re bê dîtin ku Kurd çi bixwazin, dikarin bikin. Heger dewlet dixwaze aştî û jiyana wekhev ji mirovên li Tirkiyeyê re were dîtin, Kurd ji bo aştiyê amade ne. Heger doza qirkirina Kurdan dike; Kurd dikarin lîstikê biguherînin û ji dewlet û rejîmê re dojehê çêkin. Ev yek rastiyeke eşkere ye.

Li vir û li wir, hinek dengên tirsonek û korfêm di çarçove ya şerê taybet de dixwazin bibêjin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, karek şaş kiriye ku li Enqerê çalakiyê dike. Her heman dengên korfêm û bêaqil, berê digotin, ka çima tevger xebata xwe naxe nav dilê dijmin. Rastî ew e ku Tevgera Azadiyê ji bo gel xebatê dike. Lê bi aqil û helwêsta xelkê korfêm nêziki vê rewşê nabe. Ev 45 sal in ku tevger dîrokê dinivîsîne, 45 deqe guhdarî xelkên korfêm nekiriye. Tevger pişrast e bi hêza gel û xebatkarên xwe yên leheng.

Şehadet her du lehengên azadiya Kurdistanê, Şehîd Erdal û Şehîd Rojhat, li axa Kurdistanê pîroz bê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.