Ne nijadperestî azadî bi ser dikeve

Seevan SAEED nivîsand —

Çarşem 8 Adar 2023 - 01:02

Heger Gelê Kurd li Amedê û Tîma Futbolê ya Amedsporê li bajêrê xwe, heqaret û bêrêzî li Tîmeke Tirk a wekî Bursasporê kiriba, gelo niha li Tirkiyê qiyamet radibû yan na? Dewleta Tirk, heger xwestiba pêşî bigire li rewşên weke vê bûyera li Bursayê, miheqeq dikarî nehêle ev bûyer biqewimin. Hergîz bûyerek wisa nediqewimî. Lê belê, dewlet bi xwe bûyerên wisa teşwîq dike. Dijminatiya bi gelî Kurd û azadîxwazên Kurd re, bûye mijara herî mezin ji bo dewleta Tirk û Faşîstên AKP û MHP´ê. 

Bilindkirina wêneyeên qatîlê dewleta Tirk Mahmut Yîldirim ê bi navê sîxuriyê Yeşîl û bibîrxistina erebeyên Renault Toros ên spî, maneyeke wan heye. Ew bi zelalî û bi şanazî terora dewleta Tirk nîşanî xelkê hemûyî didin. Her wisa, înkarkirina gelê Kurd ne tenê ji aliyê sîyasî belkî li meydana futbolê û sporê jî. Em lazim e baş bizanin ku ev bûyer ne tesadûfî diqewimin. Belkî, tam jî programa dewleta Tirk e ya ku ev zêdetirî sed salan e ku siyaseta nijadperistiyê dimeşine. 

Pirseke pirr girîng li vir tê xeyala min. Gelo Kurd jî, weke wan faşîst û nijadperstên Tirk dikarin ji xeyal û xwezaya xwe derkevin û bibin nijadpersit? Çima gelê Kurd ew qasî tolerant û medenî nêzîkî wan bûyeran dibe? Ez piştrast im, heger îro ew nijadperstên Bursayê yên ku bêrêzî li Lîstikvanên Amedsporê û li hurmeta gelê Kurd kirin, werin Amedê, dîsa gelê me bi hurmet û rêzdarî mêvandariya wan wê bike. Rexmî êş û derd û kulên me jî, gelê me disa ji bîr nake, ku ciwanmêrî û fezîlet a xwe biparêze. 

Ew yek nîşanî me bi xwe û nîşanî tevahîya dinyayê jî dide ku gelê Kurd di cewherê xwe de paqij û birêz e. Nijadperestiya dewleta Tirk, ev sed sal in ku nikariye gelê Kurd asîmîle bike. Gava ez dibêjim, asîmîle, mebesta min ne tenê qirkirina civakî, ziman û çanda Kurdî ye. Tirkîtî û dewleta wê, Kurd qir kirine. Êrişên mezin û bêrehm birine ser kultura Kurdan. Lê hizra tolerans û mirovdostiyê ya di dilê Kurdan de nekarîne ji kokê ve hilkin. Dijmin nekariye Kurdan jî weke xwe bike nijadperest, bêrehm û bêrêz.

Rast e, bûyerên weke yên li Bursayê, zêde ne. Rast e ku dewleta Tirk bi hezaran cure hovîtî û dijminatiyê li diji gelê Kurd dike. Lê belê, ti caran nekariye gelê Kurd jî weke xwe bike nijadperest. Bi zelalî ez bibêjim; heger hêviyek hebe ji bo azadiya gelê Tirk ji destê dewleta nijadperest a Tirk; ew hêvî dibe li ser destê gelekî birêz û hurmet yanî gelê Kurd were dîtin. Azadiya Tirkan û tevahiya gelên vê heremê, bi kûrahî girêdaiyî azadiya Kurd û Kurdistanê ye. 

Bila dewlet a Tirk nijadperestiya xwe bidomîne. Gelê Kurd li ser riya rast û bi rêxistina xwe ya xurt dikare nijadperestiya dewleta Tirk ji holê rake, ji navê bibe. Dixwazim gotinên xwe, bi gotinên pirr manedar ên birêz Ocalan li vir bînim ziman: Azadî bi ser dikeve. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.