Taybetîkirina kerta tenduristiyê
Pêncşem 11 Îlon 2025 - 15:00
Egera dewrkirina kerta tenduristiyê ji bo kerta taybet, di nava welatiyan de bûye sedema fikarên ciddî ku wek bi xwe dibêjin: “Xelk ji ber nebûna mûçe nikarin debara xwe bikin. Wê çawa bikarin ji bo dermankirina tenduristiyê biçin kerta taybet? Taybetkirina kerta tenduristiyê karesateke û tenê di berjewendiyan komek kompanyayên hizbî de ye.”
Hewldan hene ku kerta tenduristiyê dewrî kerta taybet û kompanyayan bikin ku ev yek dê barek girantir bixe li ser welatiyên Herêma Kurdistanê. Bi taybet di demek wiha de ku hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê her sê mehan carekê mûçe dide welatiyan û rewşa welatiyan pir xirab de, dê bandorek mezin li xelkê Herêmê bike. Egera taybetkirina kerta tenduristiyê di nava welatiyan de bûye sedema fikarên ciddî. Ji beşên cuda yên civaka Silêmaniyê têkildarî mijarê axivîn.
Karmendê ji Silêmaniyê Mihemed Mecîd li ser mijarê wiha axivî: “Hemû kert ber bi kerta taybet ve diçin, ev yek ne di berjewendiya welatiyan de ye. Li gel vê rewşa mûçeyan xirab e. Mûçe her sê mehan carekê tên dayîn û welatî jî nexweşiyên derûnî dikişînin. Elektrîka netewî dane kerta taybet, welatî newêrin gulopekê pêxin. Ji ber vê yekê kerta tenduristiyê dewrkirina ji bo kerta taybet dê gelek bargiraniyê bixe ser welatiyan. Ji ber rewşa xirab ya bêkariyê, mirov nikarin debara jiyana xwe bikin û ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn neçarin deyn bikin. Wê çawa bikarin ji bo dermankirinê biçin kerta taybet û dermanên biha bikirin?”
Her wiha Dr. Mihemed Ebdulwehab jî têkildarî heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û wiha pê de çû: “Eger hûn bixwazin pergalek tenduristiyê ya saxlem hebe, divê hûn kerta taybet ji kerta giştî cuda bikin. Ji ber ku di sîstema tenduristiyê de niha gelek pirsgirêk hene. Kerta giştî di berjewendiya kerta taybet de tê bikaranîn. Hejmara nexweşxaneyên taybet li parêzgeha Silêmaniyê di 10 salên borî de di rêjeyek diyar de zêde bûye. Li aliyê din, nexweşxaneyên giştî di warê xizmetguzariyan de ku diviyabû werin plansazkirin, li paş mane.” SILÊMANÎ-ROJNEWS