Wêne rast bixwînin

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 9 Kanûn 2020 - 23:00

Di bûyer û serhatiyan de kêliyek, dîmen û wêneyek dikare bi awayekî balkêş di bîra me de bimîne û li ser navê gelek rûdanên li dora xwe bi gewde bibe. Li Başûrê Kurdistanê ev çend roj in ku xelkê serê xwe rakiriye û nerazîbûna xwe ya ji rêveberiyê bi xwepêşandanan nîşan dide. Herçiqasî van xwepêşandanan li ser nedana mûçeyan destpê kiribe jî tevî vê daxwazê nerazîbûna ji kêmxizmetguzariyê û gendeliyê jî tê îfadekirin. Jixwe, nerazîbûna gel û serîrakirina wî ev ne cara yekê ye. Li Başûrê Kurdistanê ev çend car e ku xelk serê xwe radike û ji ber ku xwe baş bi rêxistin nekiriye û bêyî pêşengî ye, di xwegihandina armancê de bi ser nakeve. Di serî de PDK û YNK, Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya dewixî jî nerazîbûna gel nabîne û bi çend şelafên kurtêlxur ên li dora xwe dixape û tiştekî nake.

Di van xwepêşandanên gelê Başûr de wêne û dîmenekî mohra xwe li binê pêvajoyê danî. Ew jî ew wêne bû ku ciwanek pîhenekê li pişta karbidestekî PDKʼê dide. Bêguman kes naxwaze wêneyekî wisa li Kurdistanê bibîne, lê di heman demê de hejmarek xwepêşander hatin kuştin. Ji kesên kuştî wêdetir, ev dîmenê qala wî dikim bal kişand ser xwe. Hem yên ji wêne nerazî û hem yên alîgirê pihînê, dengê xwe bilind kirin. Ji ber ku vî dîmenî rastiyeke xurt û tehl eşkere dikir. Karbidestên herêma Kurdistanê guh nadin gel û wan mîna mirovan nabînin. Ji ber vê jî xelkê herêmê hat wê astê ku pihînekê lê bide, mîna şimika ereban a li rûyê dîktatoran didin.

Aliyê din ew çend bûye destpot û ji rastiyê dûr ketiye, pihîna li qûnê dane, lê gelekî giran tê. Bi hêza li dora xwe û sermayeya dizî serxweş bûye. Ji ber vê jî çekdarên navê pêşmerge li wan kirî, berê sîlehên xwe didin ser insanên xwe. Lê ji bîr dikin ku pirraniya xelkê Başûrê Kurdistanê pêşmergetî kiriye û pêşmerge ne. Di dîroka Kurdistanê de gotina pêşmerge gotineke pîroz e, û pêşmerge canbexşê Kurdistanê ne. Kesê xwîna xelkê Kurd birijîne qet nabe ku navê wî/wê weke pêşmerge were hildan. Çi hêza ku xwîna xelkê xwe rijand êdî ew hêz ji rê derketiye û rewa nîne.

Karbidest û şelafên li dora wan, nikarin yan jî naxwazin rastiyê bibînin, îca dest pê dikin xelkê xwe yê nerazî û serê xwe rakirî, weke “kole, terorîst û DAIŞ” bi nav dikin û qîma xwe bi vê jî naynin wan weke provokatorên Îran û PKKʼê destnîşan dikin. Hinekî din sînorên fantazî û xeyalên xwe fireh dikin û vê rewşê bi Şengalê ve girê didin û bêguman bêhemdî li bêbextiya xwe mikur tên. 

Jixwe kesên ez qala wan dikim ji rastiyê ewqasî dûr ketine, Îran û Tevgera Azadiyê ya Kurd PKKʼê weke hev dibînin û bi vî awayî jî xefleta xwe eşkere dikin. Ya din jî, ew qebûl dikin ku li Şengalê çi bêbextî kirine û di vê çarçoveyê de dibêjin, PKK jî qaşo bersiva vê bi van xwepêşandanan dide. 

Xwedê, ev çi sosret e! Bêbextî jî yekcar bê kalîte bûye. Ya rastî, ez bi xwe PKKʼê rexne dikim ka çima di van xwepêşandanan de piştgiriyê nake. Ez fêhm dikim, PKK dibêje, ez mudaxilî karûbarên Başûrê Kurdistanê nebim û bila zirar li destketiyên Başûr nebin. Lê weke gelek caran tê gotin, Başûr an jî beşekî din ê Kurdistanê malê Kurdan hemûyan e. Li kîjan beşê Kurdistanê şaşî û kêmasî hebin, mafê Kurdan hemûyan heye rexne bikin û mafê wan heye mudaxil bibin. Naxwe, em jî bi awayekî ji awayan mejiyê dijmin dixwaze bixe serê Kurdan, qebûl dikin.

Başûrê Kurdistanê destketiya têkoşîna Kurdistaniyan hemûyan e. Encama berxwedana gerîlayên canbexş û pêşmergeyên qehreman in. Nabe ku navê pêşmergeyan were lewitandin û rûpelên zêrîn ên dîroka gelê Kurd bêne reşkirin. Nabe ku dayik û malbatên pêşmergeyan hewcedarî gezek nan bêne kirin. Nabe ku li aliyekî hinek di nava hebûnê de bixeriqin û hinek jî birçî bêne hiştin. 

Divê Rêveberiya Başûrê Kurdistanê guh bide dengê gel û xwe ji binî ve biguhere û demokratîze bike. Xwediyê van siyasetên şaş, pêwîst e ku di warê siyasî de jî xwe ji nava xefletê derxin û erdên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê tevî gerîlayan rizgar bikin. Nabe ku tu ji Kerkûkê re bibêje dilê Kurdistanê û di nava lepê dijmin de bihêlî. Nabe tu Şengalê bikî erda Iraqê û deverên din ên dagirkirî jî navê xala 140 li wan bikî û wilo bihêlî. Nabe dagirker û sermayedar li Kurdistanê lotikan bidin û xelkê Kurd ji bilî çend hevkaran, li welatê xwe bibe xerîbê erda xwe û li bajarê xwe bibe karker. 

Di dîmenan de em dibînin ku bi sedhezaran kes rabûne û nabe weke terorîst û kole bêne binavkirin. Xelkê Başûr xelkekî qedirşinas e, lê bîrbir û degel e ku bi meclîsên ava bike çarenûsa xwe diyar bike û dema bikeve tengasiyê, dikare kincê pêşmerge li xwe bike û li dijî dagirker, zordar û xwefiroşan li ber xwe bide.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.