Mirov dixwazin bextewar û azad bin. Ev herdu jî bi hev re hêsan nînin. Mirov bi pey wan dikeve û bi daxwazeke xurt li wan digere. Li ser vê rêkê, di her qonaxekê de tiştên nû dibîne û bi wan ditamije û şa dibe, belkî carna jî diêşe. Jixwe, li ser vê rêkê, jiyan kêl bi kêl xwe dideribîne. Bi awayekî din ê gotinê, mirov dikare bibêje, mirov pêlikên pêpelûka xwe ya beheşt û dojehê datîne. Ew eşq e, maneyê dide jiyanê. Dema mirov lê digere, her gava kêlî bi kêlî bi ser xwe ve tê û xwe dibîne, şad dibe yan jî di vê gerê de xwe wenda dike û wenda dibe, hezîn û xemgîn dibe. Mirov hez dike xwe û dewrûbera xwe keşif bike. Ev keşifkirin kelecan û zewqeke mezin çêdike. Belkî jî raza jiyanê ya domdar û misêwa di vê yek ji oknoma cezbê de ye.
Peyayên vê rêkê yanî jinxas û mêrxasên peyrewên azadiyê bi culhet in, wêrek û degel in. Ev cesareta wan ne ji şerkeriyê ye, ji têkoşerî û berxwedêriyê ye. Dikarin xwe ji qeyd û bendan rizgar bikin; dikarin nefsa xwe kor bikin û di nava wê de xwe ji her tiştî şuştî ji nû ve biafirînin. Bi ser xwe de diçin; jêdera pirsgirêk û çareyê li cem xwe dibînin. Û dizanin li rûyê feleka bêbext xweş bikenin.
Bi giştî di nava civakan de jinxas û mêrxas hene. Ew stûnên sereke yên civakan e, û ew civak xwe li dora kesayetên bi vî rengî çêdikin. Rêzik û pîvanên xwe yên etîk datînin. Nifşên siberojê bi wan perwerde dikin an jî weke paşerojê nîşanî wan didin. Pêdiviya civakan bi van kesayetan heye. Serhatiyên wan dibin çîrokên her kesî û xisletên wan dibin xisletên tevahiya endamên civatê. Belkî jî civat jî xisletên jê re hewce li van xisletan zêde dike û bi awayekî ji awayan nasnameya xwe ya azad û serbixwe çêdike.
Civaka Kurd jî jinxas û mêrxasên xwe hene. Di heman demê de weke her civakê pêdiviya xwe bi van kesayetan heye. Pêwîst e ku li van kesayetên xwe xwedî derkeve û li wan zêde bike; xetên stûr û hûr ên civakîbûnê zelal bike. Bi vî awayî civakîbûna xwe biberidîne; ber bi seridînê ve bibe û ber bi qonaxeke nû ya azadiyê ve dahf bide û bi nifşekî nû yê ji kêmasiyên berê şuştî tacîdar bike.
Jinxas û mêrxasên ku em qala wan dikin, kefenê wan her tim li wan e, ji mirinê bawer nakin, ji ber ku ew kiras diguherin; ji alemekê derbasî alemeke din dibin. Bi xwezaya dayik re li hev in. Ji lewra xwe ji mal û milk şuştî ne. Bi ser nefsa xwe de diçin û heta mirov dikare bibêje, nefsa xwe kor kirine. Bi vî awayî jî xwe di her hebûnê de û her hebûnê di xwe de dibînin. Li van sînorên destnîşankirî tirsa esaretê têkçûyî ye. Ev bi xwe culhet û degeliya sînornenas e. Hubra vê destanê ew xwîn e, ji dil diniqute, û li ser kezebê tê nivîsîn. Li ser vê rêçê gelek perwaneyên jinxas û mêrxas ên Kurd hene, lê kêm ji wan dikarin xwe bigihînin armancê û bi serketinê tacîdar bibin. Tevî vê yekê jî ya/yê nîverê diçin jî yên din temam dikin.
Ji bo civaka me jî bibe civakeke xurt pîvan ev kesayet in. Ji bo siyaset û hunerê me balkêş be û mîna rojê bibiriqe pîvan in. Di çarçoveya wan û bîranînên wan de bûyer û rewş bêne pîvan wê di gihiştina encamê de şaşî nebin. Mînak di nava nîqaşên me yên rojane de em ê bipirsin ka kî ne ji bo xwe lê ji bo heqiyê dixebite û dimeşe? Kî bi culhet û degel e? Kî diziyê dike? Derewan dike? Bêbextiyê dike? Destdirêjiyê dike? Kî çilekiyê dike?… bi vî awayî em dikarin bipirsin. Eger em bibînin ew kes ji van xisletên xirab dûr in, û rastgo ne, xwedî fikir û kirina rast in, em dikarin bi wan re bin, em dikarin di felsefe, wêje û hunerê xwe de, rêzik û pîvanên etîk ên civaka xwe bi wan bistrên û çêkin. Di heman demê de li wan zêde bikin. Mîna peykerên li kolanên azadiyê wan li kolanên dil û mejiyê xwe; li zanîngeh û peymangehan deynin.