Di siyasetê de qala berjewendiyên sazî û dezgehan, dewlet û welatan tê kirin. Ji lewra jî siyaset ji his û hestan şuştî tê qebûlkirin. Bêguman di çarçoveya xetên stûr de ev rastiyekê îfade dike. Lê di nava van xetên stûr de mirov dikare qala bandora kes, qasid, klîk û pisporan bike. Sazî û dezgeh, dewlet û welat jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de xwedî rêzik û pîvan in. Bi giranî hewl didin li gorî van qanûnên xwe û heta prensîbên xwe bimeşin. Li gorî vê jî pozîsyon û berjewendiyên li beramber hev cihê xwe destnîşan dikin.
Serokê Emerîkayê yê nû hat hilbijartin. Pirraniya dewletan, welatan û heta kesan bi hilbijartina Joe Biden kêfxweş bûn. Serokê nû di nava sîstema Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de pijiyayî û rêûresma wê temsîl dike. Bi awayekî ji awayan burokrasiya Emerîkayê ji nû ve vedigere. Di şexsê Trump de bandora kesekî li ser siyaseta welatekî mîna Emerîkayê xuya kir. Biryarên wî û heta tevgerên wî Emerîka tengav kir. Mînak têkiliyên wî bi Tirkiyê, Rûsya, Koreya Bakur û Îranê re kir ku hin rayedarên welatê wî xwe ji wezîfeyê vekişînin. Eger em bi Kurmanciya gewr vê rastiyê îfade bikin, em ê bibêjin tiredîniya Trump aşê mîzahê xweş gerand, lê li civata maqûlan resmekî hetîketî û sosretê bû. Ez vê jî bi çav û nêrîna kurdewarî nayînim ziman, hewl didim bi çavê civaka cîhanî û Emerîkî bînim ziman. Dibe ku em di vê de jî bixelitin. Ji ber ku Kak Trump li civata Kurdan bûna wê civat gelekî xweş bikira :)
Hema bêje, temamê Kurdan bi binketina Trump kêfxweş bûn. Ji ber ku Trump eşkere li Girêspî û Serêkaniyê bêbextî li Kurdan kir û li gorî pîvanên siyaseta welatê xwe jî tevnegeriya. Bi hêza QSDʼê ya pê re li dijî DAIŞʼê têdikoşiya bêbextî kir. Ne tenê em vê dibêjin, beşekî siyaseta Emerîkayê jî ev rastî anî ziman û hê jî bi dengekî bilind tînin ziman. Belkî jî vê kir ku mirov niha dikare di nava siyaseta Emerîkayê de qala hebûna dostên Kurdan bike. Bolton bi xwe jî digot, divê Kurd ji hebûna van dostan sûdê bigirin, şev û roj bixebitin. Xebat û hewldan dikarin bandorê li têkiliyan bikin. Dema li ser zemîn derfet û îmkan hatin afirandin, bêguman siyaset û dîplomasî jî bi hostatî û pisporane dikare encamgîr be.
Em dema li ser textê kişikê li bûyerê temaşe bikin, em ê bibêjin, Kak Trump bi tiredînî û çavkoriya berjewendîperestiyê kevirên xwe dan pêş û kir ku lîstik dest biguhere. Ji ber ku sazî û dezgeh, dewlet û welat herçiqasî li gorî berjewendiyên xwe bin jî van berjewendiyên xwe jî bi rêzik û pîvanên etîk ên qanûnî diparêzin û dimeşin. Di çarçoveya beraqiliya xwe de tevdigerin û derketina derveyî vê jî xeta wan a sor e. Di demokrasiya bûrjûwayê ya bêhnfireh de xweragirî heta radeyekê bi sedema baweriya bi hêza xwe, heye. Eger sînorên vê rastiyê zêde bêne tengavkirin, heye ku şikestinên mezin pêk bên.
Bila Kurd û Kurdistanî kêfxweş bibin, lê bila rastiyê berqoqanî fêhm nekin. Di mijara Efrînê, Lîbya û herî dawî Qerebaxê de bandora desthilat û sermayedariya global rast nexwînin, wê sibê kêfxweş bibin û wê êvarê li çongê xwe bixin. Ya xirabtir jî ew e, mirov bêhemdê xwe bikene û bigirî; di dawiyê de jî fêhm neke çima rondik ji çavan têne xwarê; gelo ji kêfan e, yan jî ji xeman e. Ya din jî ew e, trajediyeke mezin e, mirov nebîne, ji kêmasî û şaşiyên mirov tişt bi serî de tên, rabe destanên waweylê, ferman û terteleyê bibêje. Bi sixêf, devjenî û pevçûnê çare nîne. Ma ne, tevger û gavavêtinên mezin bi rexnelixwegirtinê di nava rûpelên dîrokê de cih girtine.
Rastî ne xeteke dûz û pan e, mirov li ser bimeşe. Hostetî û pisporî ye. Encamgîr û serketî ye. Nabêje rê û çare nîne, li rêyekê û çareyekê digere dibîne. Cilika xwe ji avê derdixe, bi kêra xwe tê. Lewma fêkiyê wê gelekî xweş e. Ev hemû bi fikir, ponijîn û mitaleyê dibe. Bi vê azadî dibe û kêfxweşiya bi vê ji can û dil e. Berhema wê dara azadiyê ye, li her derê dikare şax bide.