Konseya Rêveber a KCKʼê bi daxuyaniyekê 12ʼê Îlonê pêngaveke nû dest pê kir. Slogana pêngavê jî ev e, ‘Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’. KCK di daxuyaniya xwe ya berfireh û dirêj de hûrûkûr li ser xisletên serdem û pêvajoyê radiweste, û di vê çarçoveyê de balê dikişîne ser tehlûke û firsendên li pêşiya gelê Kurd. Têkilî di navbera azadiya Rêber Apo û gelê Kurd de tê danîn û tê gotin, dem hatiye êdî Rêber Apo azad bibe. Seba vê jî KCK ne tenê Kurd, bang li gelan û gelên herêmê, demokratan û azadîxwazan dike da ku di vê pêngavê de cih bigirin. Pêngav ne ji bo demeke kurt, lê ji bo demeke dirêj tê plankirin. Li gorî taybetmendiyên beşên Kurdistanê û deverên Kurd û Kurdistanî lê ne, bername yan jî hedef têne destnîşankirin. Lê her dever jî wê li gorî xwe rê û rêbazên têkoşînê bibîne.
Li Ewrûpayê jî bi beşdarbûna nûnerên gelek sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanî li Strasbourgê daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku ew ê jî beşdarî pêngavê bibin. Di vê dem û qonaxê de ku dewleta Tirk a qirker û înkarker li cîhanê ber li xwe fireh kiriye û bi gewîbûneke Osmanî ji serxweçûyî êriş dike dewrûberê, ji bo xebatên li Ewrûpayê derfet û îmkaneke mezin çêdike. Jixwe, ez jî di çarçoveya xebatên li Ewrûpayê de dixwazim çend gotinan bibêjim û bi vî awayî pişikdariya xwe bikim.
Kurd û Kurdistaniyên li Ewrûpayê bi salan e, di nava têkoşîna azadiyê de weke bereyekî sereke cih digirin û hema bibêje her roja Xwedê di nava tevgerê de ne, çalakiyan dikin; hewl didin dengê doza Kurd bigihînin cîhanê. Kurdên li Ewrûpayê di nava van xebatan de li xwe, malbata xwe û zarokên xwe zêde nefikirîn bi mal û canê xwe her piştevan bûn û xwedî li dozê derketin. Salên dûrûdirêj kir ku hin çalakiyên kurdistaniyan mîna rîtuelan dugêsinî bibin. Vê jî kir ku kelecana ji bo çalakiyan weke berê nebe. Belkî jî bi vê pêngavê re derfet û firsendek çêdibe da ku Kurd û Kurdistanî awa, rê û rêbazên çalakiyên xwe dewlemend bikin û hewl bidin bêhtir li hedefê bidin. Di heman demê de nifşên nû yên li vir mezin bûne zêdetir beşdar bibin û heta ew bibin xwediyê van çalakiyan.
Ez ê meqsed û merama xwe bi çavdêriyekê ji we re bibêjim. Beriya bi hefteyekê em çûn mîtîngekê. Çalakî li navendeke girîng a bajarekî Elmanyayê bû. Berê hejmara beşdarbûna çalakiyan girîng bû. Lê bi ya min niha ji wê wêdetir xwegihandina civaka Ewrûpayê girîng e. Bêguman beşdarkirina xelkê xwe yê li Ewrûpayê her girîng e. Hejmara hatibû çalakiyê kêm bû. Ji ber ku ji girseya hatî deh qatan zêdetir polîs hatibûn û me ji vê fêhm dikir ku polîs bi xwe jî li benda hejmareke zêdetir bûn. Ji ber ku çalakiyên Kurdan li Ewrûpayê her bi beşdariyeke zêde bûn. Lê weke min gotî hejmara hatî ji bo propagandayê têrê dikir. Gelek flama hatibûn hildan û hinek pankart. Mirov dema ji dûr ve lê dinêrî mirov nizanîbû ka ev koma xelkê kî ne, û çi dixwazin. Jixwe muzîk bi pirranî bi Kurdî û carna bi Tirkî bû. Axaftinên hatin kirin jî dîsa bi heman rengî bûn. Kêm axaftin bi Elmanî hatin kirin. Bi ya min, divê di van çalakiyan de diyar bibe ku ev koma mirovan kî ne û çi dixwazin. Ji bo vê jî divê timî pankarteke sereke ya çalakiyê hebe. Li gorî armancê divê sloganên wê yên diyar hebin. Hewce bi zêde flamayan nake, belkî alek an jî resmek hebe bes e. Ango divê em di navbera armanca xwe û amûrên wê de têkiliyeke xurt deynin.
Ji ber ku pêngav li gorî demeke dirêj hatiye plankirin, belkî jî divê ne tenê çalakiyên konjunkturel, divê civaka Kurd û Kurdistanî xwe li gorî şert û mercên xwe bi rêxistin bike. Yanî tevî ku dilê wan ji bo welat hildiavêje, divê li vir jî ango li Ewrûpayê jî xwe weke Kurd bi rêxistin bikin. Sazî û dezgehên xwe nû bikin. Ji bo paşeroja xwe yan jî ji bo zarokên xwe kurs û dibistanan bi zimanê dayikê vekin. Ciwanên xwe di nava sazî û dezgehan de bi cih bikin. Reng û rûçikên siyaseta xwe ya li Ewrûpayê ciwan bikin û karê dîplomasiyê xurt bikin. Em ji bîr nekin, her ruhberê dixwaze bi formê xwe bijî û naxwaze deforme bibe yan jî naxwaze ji kirasê xwe derkeve û bikeve kirasekî din divê xwe bi rêxistin bike, xwe biparêze û bergiriya xwe bike.