Hevîrê têkoşînê hiltê

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 3 Sibat 2021 - 23:00

Di siyaseta cîhanê de bandora zirhêzan hema bêje diyarker e. Di nava vê siyasetê de berxwedan, têkoşîn an jî pozîsyona hêzên herêman jî di rewşa cîhî de encamê diyar dike. Di dema serokatiya Donald Trump a Emerîkayê de gelek rîtuel an jî ezberên siyaseta cîhanê hejiyan. Trump mîna zarokekî delalî yê malbateke dewlemend, gelek tişt weke pêlîstoka xwe dîtin û virde wirde ew li bin guhê erdê xistin. Hevalbendiya wî ya bi Erdogan re jî bandoreke xirab li herêma me û siyaseta wê kir. Nexasim encama vê siyasetê ji bo Kurdan gelekî bi êş û elem bû. Bi ruxseta Emerîkayê û Rûsyayê, dewleta Tirk ket Efrîn, Serêkaniyê, Girêspî û beşekî mezin ê Başûrê Kurdistanê, di heman demê de êriş birin ser Şengal û Mexmûrê. Ji wir jî destê xwe dirêjî nava Kerkûk û Mûsilê kir. Ez qala çeteşandina wê ya Lîbya, Qerebax û hin welatên Efrîkayê nakim. Dîsa ez qala polîtîka wê ya bi armanca qirkirinê li Bakurê Kurdistanê nakim.

Rêveberiya Washingtonê xwe ji vî zarokê qilafetmezin xilas kir. Kesayetên ji rêûresma Qesra Spî xistin nava rêveberiyê. Bi vê re xuya ye ku siyaset car din vedigere ser sêra berê. Lê hin hêman nîşanî me didin ku pirr mezin nebin jî wê hinek tişt ne weke berê bin. Mînak dewleta Tirk a bi awayekî emperyal belav bûye û nekariya xûkiya vê xisara xwe bi dest bixe, heta bi qirikê di warê aboriyê de ketiye çiravê û bist bûye. Ji lewra jî dewleta Tirk dest pê kiriye, hewl dide xwe nêzî Ewrûpayê bike û bi vî awayî jî xwe nêzî rêveberiya nû ya Emerîkayê bike. Ew dixwaze rû bikişîne ser polîtîkaya xwe ya bi armanca qirkirinê, bi hinek kirinên qelp û vê bi qelpezanî bike. Jixwe, hewldana herî dawî ya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulûsî Akar li Iraqê û Başûrê Kurdistanê neçariya wan nîşan dide. Ewçend bêgav û neçar e ku ji bilî PDKʼê hêzeke xwe pê bigire nemaye. 

Dîsa ji heman neçariyê musteşarê xwe yê îstixbaratê Hakan Fîdan di binî re û bi dizî dişîne cem rêveberiya Şamê û hewldanên wê yên li cem Îranê. Heye ku ji vê neçariyê hin guhertinan di nava xwe de ango di rêveberiya xwe de bike û belkî jî bi xwe rê bide muxalefeteke nû. Axir gelek îhtîmal mumkin in. Ji ber ku polîtîkayên wan ên çavkorane û çavsorane, zêdegaviyên wan ên li hemberî HDPʼê ew bêhtir qels kirine û HDP bêhtir xurt kiriye. Hevîrê têkoşînê bi hevîrtirşê xwe ji bo demeke nêz wê hilê.

Li Rojava û Başûrê Kurdistanê wê siyaseteke zirhêzan hebe û wê demeke dirêj xwe li dagirkeriya dewleta Tirk ranegirin. Eger Kurd bi hev re siyaset û dîplomasiyeke hevpar bimeşînin wê bi hêsayî karibin dagirkeriya dewleta Tirk li van herêman bişikînin. Bi qasî xuya dike, konjuktura cîhanê ji bo van herdu beşên Kurdistanê xweş xuya dike. Li şûna gilî û gazinan, divê hêzên Kurd pirr baş bixebitin; siyaseteke rast û durist bimeşînin; di her qadê de gavan biavêjin û bi gewde bibin. Pêdiviya Kurdan bi pêngavên welê heye. Li Bakurê Kurdistanê pêdivî bi rêbazên cihêreng ên têkoşînê heye. Lazim e ku rêveberiyên HDPʼê vala neyên hiştin û li şûna kesên têne girtin her kes namzet be. Ya din jî siyaseta HDPʼê diyar e, û divê ev siyaset bi israr were meşandin.

Kurdistan yek e, ne çar e. Ji lewra jî li ku dibe bila bibe her kar û xizmeta ji bo Kurdistanê pîroz e. Li gorî beş û parçeyan, dibe ku rê û rêbazên têkoşînê biguherin, lê nabe ku bi dagirkeran û dijminan re danûstendin li ser dijberiya hêzeke din a Kurd bêne kirin. M. Emîn Pêncwînî di hevpeyvîna xwe de digot; “Mirov ji hevdîtinên li Bexdayê fedî dike, aliyek li dijî aliyê din xebatê dike û heta ji bo yek li aliyekî din bide.” 

Divê kes vê qebûl neke û yên vê qebûl bikin jî divê neyên qebûlkirin. Divê bêbextî û xiyanet di nava Kurdan de rewa nebe û Kurd nehêlin kes kirasekî din li wan bike. Li Kurdistanê têra xwe nimûneyên berxwedan, qehremanî û anorê hene. Qelemên nikaribin binivîsînin weke qelemên xwe qebûl nekin. Li stranên qala we nekin guhdarî nekin. Rê nedin qelpezanan da ku kirasekî sexte li rastiya me ya lehengiyê bikin. Jixwe, rastiya me weke rojê hiltê û ti bêjing nikare ber wê bigire.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.