Qorekî rast

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 13 Çile 2021 - 23:00

Dewleta Tirk di van rojên dawî de êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa û Til Temirê dijwar kirin. Li Efrînê jî mirovan direvîne û malên wan talan dike. Bêyî bêhna xwe bide çiyayên Kurdistanê li Başûr û Bakur bombebaran dike. Kurdan dixe zindanê û êşkence dike. Li derve dikuje û destdirêjiyê dike. Tevî van êrişên xwe, di warê aborî, çandî û perwerdeyê de misêwa êriş dike. Dixwaze Kurdan qir bike û koka wan biqelîne. Jê bê, ew ê bi carekê Kurdan tine bike. Dewleta Tirk bi tenê dijmin nîne, jê wêdetir e. Ji ber ku dixwaze her tiştê li derveyî hebûna xwe tine bike. Ji bo vê jî her tiştî dike. Bi vê armancê, seba şûnwarekî dîrokî tine bike, bendavekê ava dike da ku wê di binê avê de bihêle. Mirovan ji cih û warên wan koçber dike û li şûna wan çeteyan bi cih dike. Navê cih û deveran diguhere, navên xwe yên beredayî li wan dike. Kurtûkurmancî tiştekî nemayî nahêle û dike. Ev ne tenê dijminahî ye, jê wêdetir înkar û qirkerî ye. Dibe ku hûn bibêjin, ma kî bi vê nizane. Jixwe, em giş bi vê zanin û rojane bi çavên serê xwe dibînin. Dibe ku hûn rast dibêjin, lê em li beşek şirove û galgalên li ser mijaran dinêrin, dibînin ku ev carna tê jibîrkirin û her kêliya jibîrkirinê mirin e, an jî dibe bi binketina jiyanê.

Di hin şiroveyan de tê gotin; “Dewleta Tirk dixwaze Eyn Îsayê bixe destê xwe. Dewleta Tirk dixwaze li Efrînê demografyayê biguhere. Dewleta Tirk dixwaze Mexmûriyan hewceyî xwe bike. Dewleta Tirk dixwaze şaredariyên Kurdan ji wan bistîne…” û gelek galegalên din. Bêguman dewleta Tirk a dixwaze li ser tinebûna yê din hebûna xwe çêke wê rê û rêbazên hûrûkûr biceribîne, mirov dikare li ser wan bifikire û wan îfade bike, lê divê yek kêliyê jî em ji bîr nekin ku ev dewlet dixwaze Kurdan qir bike û koka wan biqelîne. Em vê ji bîr bikin, em ê bê îman biçin, em ê mirar biçin û em ê bikevin xefleteke mezin û belkî morîka xewê bikeve guhê me û em ê nikaribin careke din hişyar bibin.

Kengî em rast û durist li rastiya vê dewleta çete ya înkarker û qirker serwext bûn, em ê jî karibin bi gelek awayên rast û encamgîr têbikoşin û bergiriyê bikin. Naxwe em ê di gelek waran de bixapin û em ê di rê û rêbazên ceribandî û ne encamgîr de xwe dugêsinî bikin û li dora singê xwe bizîvirin. Lewma pêdivî heye ku di têkoşînê de hewce ye ku em xwe ji galegal û gotinên pûç ên mîna kefa ser avê dûr bigirin û bi rastî bi ser meseleyan de biçin, kar û zirara xwe ji hev derxin. Hêzên di nava têkoşîn û berxwedanê de hewce ne ku xwe hişk bi benê azadî û serxwebûnê ve bigirin, lê di warê rê û rêbazan de rast nîne ku hişk bin, heta berevajî dikarin di warê rê û rêbazan de dewlemend awayan bi kar bînin. Înkarker û qirker hewl didin hêviya têkoşeran bişkînin û îradeya wan nehêlin, eger ji bo vê ketibin nava hewldanê ev tê wê maneyê keysa xwe lê aniye û dikare tine bike. Ji ber vê jî di têkoşînê de hêvî û îrade ji her tiştî girîngtir e.

Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd temenek e ku bi pîvan û rêzikên azadiyê têdikoşe, êdî dem hatiye ew rêzik û pîvan di nava gel de bi gewde bibin. Civaka xwedî pîvanên azadiyê, civakeke demokratîk e. Ew civak e ku serî li ber neheqiyê natewîne û zane ji bo jînê li ber xwe bide, têbikoşe. Eger weha nebe, wê tişta heyî belkî jî em karin jê re bibêjin berateya civakê wê di demeke kin de birize, ji hev de bikeve, ji hev belawela bibe û li dora xwe belav bibe. Jixwe ba û bahozên çanda toge ya serdest wê çanda heyî kelemkotî bike û xasûmê bixe nava civakê, belkî jî tiştekî nehêle. Ji bo hebûnê, ji bo manê pêdivî heye, em bibin civak û li dora nirxên wê hişk dest bidin hev. Ji her demê zêdetir derfet û îmkanên vê hene. Ya em hewceyî wê, ew in, em qorê dîwarê xwe dûz deynin, xwe bigihînin rê û rêbazên rast ên têkoşîn û berxwedanê. Ew ê me bigihînin armancê.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.