Li paytexta Franseyê Parîsê, 23ʼê Cotmehê serê mamosteyekî (Samuel Paty) hat jêkirin. Kujer ciwanekî Misilman ê 18 salî bû. Li gorî gotinê mamoste di dersê de karîkaturên pêxember Hz. Muhammed ên di kovara Charlie Hebdo de nîşan dane û ji xwendekaran re qala sîngfirehî û xweşbîniyê kiriye. Paşê hin saziyên Îslamî yên li Franseyê mamoste hedef nîşan dane û ciwanekî Misilman ê bi eslê xwe Çeçen bi kêrê mamoste ser jê kiriye. Ji aliyê polîsiye ve mijar ji bo min girîng nîne, yanî çawa û ji bo çi qewimiye. Ya girîng ew e, ciwanekî 18 salî mamosteyek bi kêrê ser jê kiriye. Ev yek jî di çarçoveyeke dînî de hatiye kirin. Êrişeke bi vî rengî hovîtî ye. Ev yek jî li ser navê Misilmanan û Îslamê hatiye kirin. Rêxistina hov û reş a DAIŞ´ê jî dema mirov li pêş kamerayan ser jê dikirin û dişewitandin li ser navê Misilmanan û Îslamê ev yeka hanê dikir. Hingê jî û niha jî hema bêje deng ji Misilmanan nehat û negotin, em vê hovîtiyê qebûl nakin û em rast nabînin. Di vê sedsalê de qaşo sedsaleke modern e, bi hezaran jinên Kurdan li bazaran hatin firotin û deng ji vê alemê nehat. Berevajî zircahilekî mîna Yûsif El Qerdawî û Mehmûd Ebbas ê Filistînî piştgiriya hovîtiya li dijî Kurdan kiribûn. Ez van navan mînak didim û yên mîna wan birrek hene.
Li hemberî vê êrişa hov a li Parîsê deng ji serekçete Erdogan û çeteyên wî hat. Li şûna serxweşiyê bidin, gef û gurrên xwe kirin û qala dijminatiya Ewrûpayê ya li dijî Îslamê kirin. Erdogan ê ku em qala wî dikin serekçetetiyê dike û hê doh deriyê Dêra Ayasofyayê girt û deriyê wê li nimêja çeteyan vekir. Li Ewrûpayê bi hezaran mizgeftên Tirkiyê û dewletên din hene. Mizgeftên heyî bacê nadin û ji gelek îmkan û derfetan sûdê digirin. Ez li vir naxwazim, bibêjim Ewrûpa gelek baş e, û dewletên despot ên Rojhilata Navîn xirab in. Li naverastê xirab hene û xirabên xibabtir hene.
Li Ewrûpayê bi hezaran mizgeft hene û heta dawiyê ji derfet û îmkanan sûdê digirin. Dewletên Ewrûpayê, nexasim Fransa, Elmanya, Ingilistan û Holanda ji bo bipêşxistina wan dixebitin. Çi ecêb e ne! Mîna li dijî hev xuya dikin, û di heman demê de hev xwedî dikin. Çawa ku bi salan e, gelek kes fêhm nakin, Fransayê çawa Îmam Xumeynî bi balafirê bir li Îranê danî û qaşo şoreşa Îranê pêk hat û civaknasekî mîna Elî Şerîetî lê hat qedexekirin. Dema çeteyan li Sûrî û Iraqê dewleta xwe ragihandin ango DAIŞ ragihandin, li gorî hejmarên fermî bi qasî 15 hezar kesî ji Ewrûpayê çûn herêmê û ji bo çûna wan derî hatin vekirin. Niha jî beşek ji wan li Rojava girtî ne û dewletên xwediyê wan in, wan qebûl nakin.
Dewletên ku em qala wan dikin, her roj daxuyaniyan didin û dibêjin, em sîlehan nafiroşin dewleta Tirk a alîkariya çeteyan dike. Lê dema wezaretên wan ên parastinê daxuyaniyê li ser aboriya şer eşkere dikin, em dibînin sîlehfirotina wan a ji bo Tirkiyê zêdetir bûye. Jixwe, daxuyaniyên wan bawerî bi wan nayê û saziyeke vê kontrol bike jî nîne. Ma ne, ew sîlehan çêdikin ji bo bifiroşin. Sîleh jî ji bo şer in. Ji bo şer jî pêdivî bi ehmeqan heye.
Devjeniya Erdogan û Macron jî hinekî di vê çarçoveyê de ye. Li ser bingehê berjewendiyan dibezin hev û di ev awa xwelihevrakişanê de her cure kirêtî heye. Lê ez dibêjim, Xwedê bike, dewleta Tirk zêde ji eyarê xwe derkeve, ser xwe ve biçe û bike ku zêdegaviyên wê yên di nava sîstemê de li Derya Spî, Lîbya û Qerebaxê, wê bixe dahfikekê û heqê bindest û gelan di pozê wê re bê. Bêguman ev kesera dilê min e, lê ya rastî, li hemberî van kirêtiyan hemûyan pêdivî bi helwêsta rast heye. Beriya her tiştî, divê civakên li Rojhilata Navîn Xwedayê xwe rast nas bikin û DAIŞ´a nava xwe bikujin. Nabe ku kesên dizek, talanker, kujer û zordest, bi şaşik û cubbe, bi xişt û tizbî, bi şûr û rim, li ser navê Xwedê heta weke Xwedê bipeyivin. Nasnameya me wê paşeroja me diyar bike. Em çi bikin, em ew in. Ji Emewî û Ebasiyan heta bi dewleta Tirk û dewletên din her roj bi navê dîn û Xwedê xurafe têne afirandin. Eger civak nikaribin li ber wan rabin hingê wê bi çarenûsa xwe ya bedbext razî bibin. Ji lewra dibêjim, bimre Firewn û Nemrûdên hemdem, bijî Kawa, Manî û Mensûrê Helac ên hemdem. Bimre her cure zordarî û bijî azadî.