Çavên li serketinê

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 30 Kanûn 2020 - 23:00

Di van rojan de em ê gav biavêjin saleke nû. Zeman berhemeke îlahî ya berhemên me ye. Têkiliya me û bûyeran di zikhev de ye. Em bikin nekin, em nikarin xwe ji nava lepên wan xilas bikin. Bi awayekî ji awayan serê derziya xwe digihînin me. Wexta ku em nikarin têkiliyê di navbera rûdanan de deynin, em nikarin maneyeke rast bidin wan û em ê her bivir li lingê xwe bidin.

Di sala 2020’an de şewba koronayê mohra xwe li jiyana tevahiya mirovan da. Belkî ji vê ye, hinek kesên serê xwe li ser rewşa mirovan, civakan û civaknasiyê diêşînin bawer dikin ku mirov bi şewba koronayê dikevin, ev qonaxeke nû ye û ji ber vê neçar in ji gelek tiştên hînî wan bûne, bigerin. Hemin, bandora şewba koronayê li ser jiyanê nayê înkarkirin, lê bi rastî em dikarin vê weke qonaxeke werçerxê destnîşan bikin. Jixwe, her hin bûyeran di jiyana me ya mirovan de kirin ku merhaleyên nû dest pê bikin. Yek ji van telefona destan e. Bandora wê çê xirab, ji texmînan gelekî mezintir e. Ez tenê vê weke mînak didim da ku merama xwe beyan bikim. Ango bandora rûdan û amûran ji mêj ve li ser jiyana me bandora xwe daye der û belkî jî haya me ji hinan ji wan tineye.

Em pirr bi lez diguherin, ji kirasekî dikevin kirasekî din. Jiyana me ya rojane zûzû dimeşe. Di nava kêliyan de bi carekê dikarin bikenin û bigirîn; em dikarin xemgîn û şa bibin; em dikarin bi ser bikevin û bi bin kevin. Erê hejmara mirovan li dinyayê zêde bûye û hema em dikarin bibêjin dinya di eyarê xwe de hilnayê. Ya me sergêjî dike ev e, yan awayê jiyan û danûstandinê ye. 

Bi qasî ku haya me ji mêjûya mirov û dinyayê heye, qonax û rûdanên bandorê li jiyana mirovan û dinyayê kirine hebûn, lê evçend mirov di eyarê xwe de neçar nebûbû û venelîstibû. Ya ji min xuya dike, tevna awayê jiyanê ya sermayedarî û oknomên din ên hêzê yên pê re bandoreke welê li mirovan û heywanên din ên li cîhanê dike û heta ekolojiyê bi awayekî talanker serûbin dike; dihêle mirov ne esasê bibîne bi hûrguliyên wê re mijûl bibe. Ev jî dihêle mirov û mirovatî mîna golikê beş li dora singê xwe bizîvire. Mirov çavkorî û fêhmkorî dibe, belkî ji vê be, mirov mîna peyrew û mubtelayên tixtor, şêx, gog û zewqperestiyên mîna îspirtoyê diçin an jî bi ber bayê dikevin.

Ji bo me Kurdan di nava vê hevsengiya kurtefikir û ramanê de divê çend ders hebin. Di sala bê de ku em ji xwe re tixûb û sînorên wê diyar dikin, divê em xwe ji rewşa gilî û gazinan derxin û karibin xwe bigihînin wê bextewariya di serketinê de. Birîn û nexweşiyên bindestiyê di canê me de vekirine, bi melhem û şirûba serketinê sax bikin. Ji kêm û kurtiyên kesayetiyê pûç dikin, em xwe rizgar bikin û bigihînin kesayeteke çavên xwe li serketinê. Qencî û xêr bi kesayeteke welê dibe. Kesayet di nava awayê jiyanê yê sermayedariyê de gêj û çavkorî bûye. Ji manewiyatê dûr ketiye û ji ber çavnebariyê jî têr nabe. Ev yek dihêle kes nebe xwedî kesayet û ti carî ber xwe nebîne; ti carî şa nebe û bextewariyê nas neke.

Di vê çarçoveya teng de hêvî dikim ku Kurd û Kurdistanî tevî cudahiyên xwe li ser esasê hevalî, hogirî, destbirakî, dostanî û mirovatiyê; li ser hîmê wekhevî, dadî, demokrasî, ekolojî, xuşk û biratiyê bi sîngfirehî nêzî mijaran bibin û bi culhet bi ser kêmasiyan de biçin. Bi van hêvî û xwestekan saleke nû, qonaxeke bi xêr û bêr, werçerxeke hêjayî mirovatiyê lava dikim.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.