Pêdaketina meseleyan

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 6 Çile 2021 - 23:00

Ji bo mirov mijarekê ji hev derxe û safî bike rê û rêbaz, awa û usûl hene. Bi giranî jî rê û rêbazên ceribandî, tercîha mirov in. Ev awa jî di cih de ye. Ji ber ku mirov ji serhatiyên xwe hîn dibe, lê zêde dike û digihîje encamê. Awayê me yê biserdeçûna meseleyan di heman demê de zêhniyeta me jî diyar û darîçav dike.

Em gelek caran di guftûgoyên li ser ziman de dibînin ku ji awa û usûlê dûrketin heye. Belkî jî ya rastî, weke gelek caran em dikin, em di karekî de xeber didin ne karê me ye. Bêguman her kes dikare biaxive û jixwe diaxive, lê gelo çiqasî rast e ku her kes di her warî û karî de biaxive, bêyî ku tê de şareza û serwext be. Belkî jî divê mirov di warê tê de serwext e, û tê de zana ye bipeyive da ku mirov ji hev sûdê bigire. Mînak di hinek babet û dabeşan de hinek mirov ehlê hinek mijaran in, û heta ji hinek kesan an jî saziyan ehliyet û îcazet stendine û ev îro bi awayekî hemdem didome. Lê li derveyî fermiyetê jî divê xwe nas bike û li gorî arifî, zanîn û pisporiya xwe bi meseleyan dakeve yan jî li ser meseleyeke ku nekeve eqarê wî jî dema axivî, zanibe bi dilnizmî nezanîna xwe diyar bike û wilo qala meseleyê bike.

Zimanê Kurdî jî weke her zimanî ji zimanên dewrûbera xwe gotinan digire û dide wan. Ev tiştekî gelekî normal û asayî ye. Gotinên bi hemdê xwe dikevin nava Kurdî ji zimanê Kurdî ne. Li vir ez qala rewşeke asîmîlasyonê nakim. Jixwe, bi zora asîmîlasyonê ziman xira û deforme dibe. Ev jî jixwe mijareke din e.

Em rojane dibin şahidê gelek guftûgoyan û dipirsin, gelo “qanûn, qêmîş, soz, koçer û hwd.” bi Kurdî ne yan na. Ez jî kurtûkurmancî dibêjim, her gotina bi hemdê xwe ketiye nava zimanê me ji zimanê me ye. Lê hema tu dibînî, piştî gotina te, dibêje, ma filan gotin ne bi Erebî ye, yan jî bi Tirkî ye. Bêguman zanista etîmîlojiyê heye û bi van mijaran dadikeve, lê em dibînin her kes bûye etîmolog bi guhê gotinan digire li erdê dixe. 

Ya din jî zimanekî axaftinê û nivîsê heye û hewce nake ev di safoka etîmîlogan re derbas bibe. Îca ya ecêb û seyr jî ew e, beşekî mezin ji kesên di van mijaran de diaxivin, ji aliyê hevoksazî û rastnivîsê de xwedî zêde kêmûkurtiyan in û ji bo xwe ji van kêmûkurtiyan bişon, naêşînin. Tew hinek jî vê nîqaşê bi zimanê dagirkeran dikin. Li şûna ku em bibêjin ev gotin ji vir an jî ji wir e, em li ser awayê gotinê, hevoksaziyê û tebîran rawestin wê bêhtir baş be. Em esl û feslê gotinan ji etîmîlogan re bihêlin wê baştir be. Hewce nake ku em ji hin kesan re tiştekî isbat bikin û bibêjin, binêrin zimanê me çiqasî dewlemend e. Jixwe ziman bi vî awayî jî dewlemend nabe. Ziman kengî di jiyana rojane, dibistan, çapemenî, ragihandin û bazarê de bi gewde bû û kir ku mirov gav bi gav di pêlikên fikrî re bi pêş ve çûn û civak roj bi roj mîna gulekê dipişkive hingê ew ê dewlemend be, û belkî hingê em ê pêdivî bi qalkirina dewlemendiya wî jî nekin. Pêdiviya bi siyasetê û hêza xweparastinê ya eskerî jî li aliyekî din dihêlim.

Axirr ev babeta em qala wê dikin, ne babeteke ziman e. Ya rastî, ev jî awayekî fikrê ye bi vî awayî tezahur dike. Bandora dagirkerî û asîmîlasyonê jî di vê de heye. Kesên nêçîrvaniya gotinên bi Erebî yan jî bi Tirkî dikin, tu nabîne carekê jî qala gotinên Ingilîzî û Fransî kirine. Ji ber ku bi dijberî û nerehetiyeke ji dagirkeriyê radibin û bêyî haya wan ji wan hebe, dikevin dafika dagirkeriyê û bêhemdî zirarê didin zimanê xwe. Zimanê xwe dirûçikînin, bazko û zilût dikin.

Rast e, jixwe zimanekî me yê bi reh û rîş heye. Ji ber ku kevn e, û bi salan hatiye stran dewlemend û qehîm e. Lê eger li gorî zeman û mekanê xwe yê niha neyê bikaranîn, bi sazî û dezgeh nebe, bi jîn û rewan nebe, wê bi ber ba û bablîsokên asîmîlasyonê û çanda populîzmê bikeve û zelûl bibe.

Eger em enerjiya xwe rast û durist bixin xizmeta ziman û çanda Kurdî, wê kirinên me hewante neçin. Eger em vê bikin ango em her kes di warê xwe de bi meseleyan dakevin, ev zeviyên beyar ên kurdî wê geş û şên bibin.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.