Xirab ketiye!

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 23 Kanûn 2020 - 23:00

Yek ji Havînên me yên gewr bû. Em li ber sîberê rûniştibûn û şehîd Seyda M. Siddik Oncu ji gundiyan re dipeyivî. Ji wan re qal dikir ka axa çend xirab in. Yekî ji guhdaran jî jê re got, “Ez axayekî nas dikim mirovekî gelekî qenc e.” Seyda li ser gotina wî girnijî û got, “Qey ew ne axa ye.” Gundiyê me dîsa ya xwe got, û israr kir. Seyda hingê got, “Yabo eger insanekî qenc be, hingê ew ne axa ye. Ji ber ku dema mirovek qenc be, hingê nabe axa. Ji bo kesek bibe axa divê zalim be. Yek ji wesfê axa zalimtiya wî ye.”

Îca min kengî nivîsa Îsmaîl Beşîkçî xwend ev sohbeta bi qasî tîna germa Havînê xweş di mejiyê hestiyên min de cih girtiye hate bîra min. Gelê Kurd ji sedsalekê zêdetir bindest e. Di salên dûrûdirêj de çi bi tirsê, çi bi perwerdeya dagirkeriyê û çi jî bi aboriya mêhtingeriyê, Kurdê terbiyekirî bûye xwedî hinek xisletên bindestiyê. Awayê fikirîna wî û hestên wî jê bi tesîr bûne. Dewletên li Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî Kurdistan dagir kirine, gelê Kurd înkar dikin û bi hêza xwe hemûyî hewl didin qir bikin. 

Di vê hovîtiyê de gunehê Kurdan nîne, belkî gunehekî wan hebe, ew jî xweneparastin e. Lê li aliyê din, serdest çi dewlet û çi jî gelên li bin fermana wan di vê dagirkerî û mêhtingeriyê de gunehkar in. Her Tirk, Ereb û Ecem di vê zilmê û sûcê li hemberî mirovahiyê de li cem Kurdan cih negire, gunehkar e. Erk û berpirsiyariya wan e. Lewma ez dibêjim, Tirk, Ereb û Ecem divê li cem doza Kurdan bin û ev yek ne înternasyonalîzm e. Di warê wijdanî de û ji bo xwe ji vî gunehî bikin, divê li cem Kurdan bin. Di vê çarçoveyê de Beşîkçî ne di ber Kurdan de, lê weke erkeke xwe ya diviya bikira, bi awayekî ji awayan di vê dozê de cih girtiye.

Gotina Beşîkçî ya dibêje, “Divê Kurd bi kurdî bipeyivin” li ser vî esasî di cih de nîne. Ji ber ku ev awayekî gotinê yê fermandanê ye. Li şûna vê divê Beşîkçî bi Kurdî bipeyive û bibêje, “Divê em hemû bi Kurdî bipeyivin. Ji ber ku înkar û kokqelandin li ser vî esasî ye. Ji bo ev neçe serî, divê em bi hînbûn û axaftina Kurdî wê bi bin bixin.” Rêber Apo di axaftineke xwe ya 1993ʼyan a li Beqaayê de got, “Beriya her kesî, divê hevalên me yên çepgir û Tirk bi Kurdî bipeyivin û helwêsta xwe nîşan bidin.” Kurd ne keriyekî muhtacî rizgariyê ye. Her kes hewce ye ku xwe û wijdanê xwe li hemberî mirovahiyê rizgar bike. Nabe tu ji serdestiyê bê, bi awayekî din careke din xwe li ser bindestan serdest bikî. Ya ez ê bibêjim, em razî ne tine bibin, lê me vî halî navê.

Yek ji berhemên baş ên Beşîkçî pirtûka bi navê “Rêbaza Zanistî” ye. Eger em li gorî pîvan û rêzikên vê pirtûkê li nivîsa wî ya dawî temaşe bikin, em ê bibînin nivîsa wî bi her awayî ji tehlîleke zanistî dûr e. Beriya her tiştî çavkanî û jêderên xwe dispêre wan an bi guman in, an jî yekser ên dagirkeran in. Beşîkçî bi çavê dewletên dagirker li Kurdistanê temaşe dike û dixwaze Kurdistanê di nava beşekî de mehkûm bike. Herçiqasî PKK/KCKʼê bi dehan caran gotibin, “em serweriya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nas dikin” jî Beşîkçî mîna dagirkeran dixwaze PKK ji Başûr were derxistin. 

Bi qasî ez zanim, PKK bixwaze di nava bîstûçar saetan de dikare gelek deverên Başûr bixe destê xwe, lê bi fikara destketiyên Başûr nekevin tehlûkê, xwe ji vê yekê dûr kiriye û heta ji bo hinek herêm ji dest neçin mîna Rebîayê ji DAIŞʼê stendiye û teslîmî PDKʼê kiriye û PDKʼê jî ew der radestî Bexdayê kiriye. Dîsa, beriya bi çar salan di serdana xwe ya Şengalê de min dît gerîlayan cih dabûn pêşmergeyên PDKʼê. Axirr mînak gelek in. Ez nabêjim hêzên Kurdî şaşiyan nakin. Bêguman dikarin bikin û her kes dikare bi usûl û edeb rexne bike.

Îca ez naxwazim yek bi yek bêbextiyên di nivîsa Beşîkçî de rêz bikim. Ji ber ku mijarên ew qal dike, ez bi xwe yekser şahid im û ji nêz ve nas dikim. Lê li vir nuqteyek heye, gelekî nazik e, û di şexsê Beşîkçî de dixwazim ji hin kesên din re bibêjim. Îro di nava Kurdan de tenê hêzeke xwebexş heye, ew jî hêza gerîla ye. Yê li ber van jinxas û mêrxasan rabe, bivê nevê cihê xwe li cem dijmin û dagirkeran e. Îro tenê hêzek li Kurdistanê heye di ber azadiya giştî de ji canê xwe wêdetir ked û renca xwe dibexşîne û tevî vê xwe deyndarê gelê xwe dibîne. Ji lewra hesabên çînî û tebeqeyî, hizbî û şexsî divê nekevin pêşiya vê xala wijdanî û azadiyê. Mijara Ezdahiyan û Şengalê jî yek ji van mijaran e. Nabe ku tu rabî beşekî Kurdan ku ev beşê kok ê Kurdan e, ji însafa sunniyan re bihêle. Ma ne Beşîkçî di tehlîlên xwe yên berê de qala qirkeriya dewleta Tirk kir û îro jî nabîne dewleta Tirk ji Efrînê heta bi Başûr û heta bi komeleya Kurd a li Japonyayê bi ti awayî hebûna Kurd qebûl nake û PKK jî nebe wê hebûna Kurd li Başûr jî qebûl neke. Eger wijdan hebe, bi ya min hewce bi îzahê nîne.

Îca yên şivanî kirine dizanin. Carna hinek mîh xirab diketin û diviya hinekan ew rast bikira. Kîso jî xirab dikevin. Heyra tevî her tiştî, em dikarin bibêjin Xoce kal bûye û bibêjin xirab ketiye. Belkî mirov karibe bi dostane bike ku ew bi ser xwe ve bê.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.