Kirasguhertin

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 16 Kanûn 2020 - 23:00

Wexta ez zarok bûm li gundê me kengî kesek bimira digotin “deriyê mirinê vebû”. Îca li gorî vê baweriyê heta heft kes nemirana melkemot deriyê mirinê asê nedikir. Bi vê şewba koronayê û şerê malkambax û bêbext re gelek can bêwext ji nava me çûn û kiras guhertin. Li gorî mezinahiya gundan melkemot heft kes dibirin û mesele safî dibû û niha jî li gorî pirraniya me melkemot dilê wî nakeve cî û nasekine. Gelek pîr û kalên me bêwext koç kirin û çûn. Em ji wan, sohbeta wan û çanda wan têr nebûn û ew ketin ser rê. Di nava qonaxên jiyanê de ji vê qonaxê gava xwe avêtin qonaxeke din. Jiyan bi awayekî din û bi kirasekî din didome. Ji razekê ber bi razeke din ve. Jixwe ma raza jiyan û evînê ne ev e?

Herî dawî kedkar, dilsoz û evîndarê Kurdistan û Êzîdxanê Mam Beşîr ji nava me bar kir û kiras guhert. Ya xweş ew e, çawa ku wî jî gotibû, li ser erda wî dixwest li Şengalê kiras guhert û çû ber dilovaniya Xwedê. Jinxas û Mêrxas bi xisletên xwe yên insanî, bi xû û exlaqê xwe, di nava civakan de û di dilê mirovan de xwediyê payeyeke qedirbilind in. Dema mirov ji xwe geriyan û bextewariya xwe bi bextewarkirina mirovên din dîtin, hingê hem ew şa dibin û hem jî li cem civaka ku ew bextewar dikin, bi qedr û qîmet dibin.

Mam Beşîr ji civaka Ezdahî bû. Gelek zilm û zor dîtibû. Ev zilm û zora hem ji dewleta Tirk a dagirker û hem jî ji qewmê xwe yê misilmankirî dîtibû. Tevî vê yekê jî çirûska rizgarî û azadiyê li cem Tevgera Azadiyê dîtibû. Li Rêber Apo guhdarî kiribû û bawer kiribû ku wê Tevgera Apoyî Kurdan hemûyan, bîr û baweriyan gişan bigihîne jiyaneke demokratîk, azad û wekhev. Li ser vî bingehî jî şev û rojên xwe dikirin yek û dixebitî. Gelekî kêfxweş bû ku Kurd û Kudistanî hemû tevî rengan gişan di nava Tevgera Azadiyê de li cem hev didîtin. Bi vê, manewiyeta wî gelek xurt dibû û bi ser zor û zehmetiyan de diçû. Ji her erk û wezîfeyê re amade bû. Lê bêguman zêdetir berê dilê wî li Êzîdxanê bû. Çawa ku di bernameyekê de digot, ciwanek ji Rojhilat diçe li Dersimê, yek ji Dersimê li Şengalê, ji Şengalê yek li Efrînê şehîd dibe, dilê wî jî ji bo her beş û devera Kurdistanê hildiavêt. Peyrewekî temam ê Mam Zekî û Egîd Civyan bû.

Li ser vê erdê, tarî û rohnahî, çê û xirabî bi hev re hene. Li vir hem çêyî kiras diguhere hem jî xirabî. Hesreta mezin a Mam Beşîr azadiya Kurdistanê û Xweseriya Êzîdxanê bû. Ji bo vê jî bi eşq û şewq dixebitî. Lê di heman demê de yên li Urdunê bi Baesiyan û DAIŞʼiyan re îmze li binê peymanên bêbextiyê danîn û hiştin Êzîdxan bikeve destê hovan; keç û jinên Kurdan li bazaran bêne firotin, ji bo bêbextiyên nû kiras diguherin û di nava Bexda û Enqereyê de lotikan didin. Pîvanên exlaqî û insanî bidin aliyekî, di warê berjwendiyan de jî li asta herî jêr in. Ji bo kurtêlan xwe qulopanî dikin. Ji afirê Kurdistanê dixwin û li ser sergoyê dijminan dizirin.

Hefsar xistine stûyê hinekan, wan kanal bi kanalên televîzyonan digerînin û wilo bi hewes şelafiyê dikin. Ji bo kurtêlan çawa dêla xwe li ba dikin. Ji bo xiyanet û bêbextiyê jî sosa Kurdî bi kar tînin. Hinek ji safik û kêmaqilên me jî ji wan bawer dikin. Weke hêz û partiyên Kurdan qala wan dikin. Eger welê ye çima hûn neheqiyê li qoriciyan dikin. Ma ne divê em bipirsin ka sînorên we yên xiyanet û welatparêziyê çi ne. Hûn ji bo kê û çi dixebitin. Daw û doza we çi ye. Pîvan û qanûnên azadiyê hene. Pîvanên we çi ne. 

Di van rojan de ku melkemot zêdetir li ser kar e, divê em xislet û çanda jinxas û mêrxasan bi awayekî civakî mayînde bikin, mîna peykerên li serê quncikan, divê li serê dilê xwe deynin û bi vî awayî kirasguhertinê manedar bikin. Li aliyê din, divê em ji kirasguhertina bêbextan hayedar bin û rûreşiya wan nîşan bidin, belkî şerm bikin û rûyê wan sor bibe.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.