Gelo bêdeng in?

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 30 Îlon 2020 - 23:00

Di dijminatî, înkar û qirkeriya gelê Kurd de dewleta Tirk serkêşiyê dike. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her devera Kurd lê hene vê dijminatiya xwe eşkere dimeşîne. Dewleta Tirk li bin pozê Sovyetê weke bendekê, bi awayekî dewlet-çete hat sazkirin. Ev xisleta wê ya çetetî û cerdiyê îro hê bi xurtî xwe gurçûpêç dike. Projeyeke wê bi Emerîkayê re hebû ji bo bermahiyên DAIŞʼê yên li Idlibê û dewrûbera wê. Ji bo vê projeya xwe jî digotin, “Perwerde û gurçûpêç bike”. Paşê her çiqasî gotin, li hev nekirine jî heman proje bi destê dewleta Tirk pêk hat. Bi alîkariya fonên pereyan ên Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê dewleta Tirk artêşeke çeteyan a sed hezar kesî gurçûpêç kir. Ez nakokiyên dewleta Tirk û Emerîkayê di warê Fethullah Gulen de ji bîr nakim, lê didim aliyekî û bi aliyekî din ê meseleyê dadikevim.
Ev çeteyên dewleta Tirk li Idlib, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girê Spî, Serêkaniyê, Başûrê Kurdistanê, Lîbya û herî dawî jî li Azerbeycanê li dijî Ermeniyan şer dikin. Gelek kes dipirsin, çima kes dengê xwe ji dewleta Tirk re nake. Ya rastî, ez jî difikirim û xwe bi xwe dipirsim, gelo bi rastî dewleta Tirk bi hêz bûye û kes nikare jê re tiştekî bibêje û ji vê ye, li gelek bereyan şer dike? Bi qasî ku dibînim û ji me xuya dike, dewleta Tirk hema bêje, bi yek cîranê xwe re jî, ne li hev e; di warê aboriyê de heta bi qirikê di nava deynan de maye û perê wê her roj mîna berfê dihele û nirxê xwe kêm dibe; pergala dewletê ya xwe dispêre sê hêzên xweser (dadgerî, rêveberî û qanûnçêkerî) bi temamî ji holê rabûye. Heye ku ji vê ye, dewleta Tirk a bi çete û cerdên AKP-MHPʼê tê rêvebirin ku ji qabîliyeta afirîneriyê mehrûm in, tenê hewl didin ji rewşeke aloz û şer sûdê bigirin. Yan jî zirhêzên cîhanê yên bê deng nexasim jî Emerîka serî li dewleta Tirk mezin dikin û mîna kerê (heşayî kerê) wê diajon nava zeviyên mayînkirî û bi vî awayî nîrê dixe stûyê wê.
Şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê li Qerebaxê de nû nîne. Lê ji ber hevsengiyên nû yên li herêmê tirs heye ku ev şer bêhtir zorê bide dînamîkan û gotin di cih de be, wan biteqîne. Dewleta Tirk ne tenê vî şerî sor dike, di heman demê de bi çete û cerdên xwe yên şandine bereyê şer, yekser bi xwe di navê de cih digire. Dibe ku dewleta Tirk bifikire bi vê pozîsyona xwe ya di şer de zorê li Rûsyayê bike û di warê Idlib û hin deverên Rojavayê Kurdistanê de wê tengav bike û xwe li ber dilê Emerîkayê jî şîrîn bike. Bêguman di vî şerî de jî gelek îhtîmal hene. Eger şer di nava sînorê Qerebaxê de nemîne û berfireh bibe, belkî welatên mîna Îranê jî neçar bihêle û bikişîne nava xwe. Jixwe şerê li Rojhilata Navîn ku weke şerê cîhanê yê sisiyan tê binavkirin, ji aliyê hêzan ve li qadên diyar tê meşandin. Mînak, hinek nijadperestên har ên Tirk dinivîsin û dibêjin, pêwîst e ku fuzeyek bi şaşî li nava dilê Ermenistanê bikeve. Eger tiştekî wisa bibe, hingê wê berê şer ê sînorkirî nemîne û belkî şer mîna şerê cîhanê yê yekê û diduyê biqewime. Belkî jî divê Kurd jî li ser îhtîmalan û hevsengiyên nû serê xwe biêşînin û tifaqa xwe xurt bikin. Ji ber sîstema cîhanê ya sermayedarî pirsgirêkên xwe yên binesazî û pêkhatinê hene û ev bi gelek awayan xwe dide der. Hilbijartina li Emerîkayê jî wê li gorî encama xwe bandorê li vê siyaseta qalkirî bike.
Dewleta Tirk li derveyî sînorên xwe li gelek bereyan şer dike û bi vî awayî jî hewl dide ji nava tengasiyên xwe derkeve. Li hundir nikare biafirîne û çareser bike. Ji lewra nexasim HDP her roj êriş dibe ser hêzên demokrat û azadîxwaz, wan dixe nezaretan û digire. Bi zor û zilma xwe hema bêje Tirkiye hemû kiriye mîna nezaretxane û zindanekê. Zirhêzên sermayedar ên berjewendîperest li ber vê rewşê bêdeng in, û bi vê bacana xirabûyî ya di nava xwe de dihêlin ew jî xira bibin. Bi ya min ew jî têra xwe xira bûne. Pirsgirêkeke pergalî ya cîhanî û insanî heye û şewbeke mîna koronayê, germbûna global û zêdebûna mirovan a mîna bizrê kuliyan û hwd. nikare hişê mirovan bîne serê wan. Lewma di nava vê aloziyê de berxwedan û têkoşîna Kurdan û kurdistaniyan zeraqên hêviyeke geş a azadiyê ye.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.