Qirker e!

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 9 Îlon 2020 - 23:00

Ji sed salî zêdetir e, dîroka Kurdan û Kurdistaniyan a li ser erda Kurdistanê bi bûyerên înkar û qirkirinê dugêsinî dibe. Tenê cudahiya salên dawî ew e, berxwedan û têkoşîna li hemberî vê qirkeriyê heye û mezin e. Em bala xwe bidin ser çend bûyerên zêde beloq û darîçav ên van hefteyên dawî wê rewş û meram jî qenc were fêhmkirin. Jixwe, ez qala aş û çerxa qirkirinê nakim ku bêyî ba di ber re biçe û bêhna xwe bide bi darê zorê li ser civakê her dimeşe. Kurd bi destê xwe diçin dibistanên qirkeran û bi rizadiliyeke zora sergirtî mejiyê xwe dişon. Ji bo çerx bigere baca xwe didin û kurên xwe dişînin artêşa wê. Ez jî zêde dugêsinî nekim û dixwazim bi van çend bûyerên beloq û darîçav qala têgihiştin û serwextiya li bûyeran bikim. Ji ber ku bûyerên ez ê qala wan bikim, bi zêde şiroveyên virde wirde jî têne belovajîkirin.
Erê, di van çend hefteyên dawî de bûyerên destavêtinê, kuştin, xizanî, malkambaxî, êrişên nijadperestan (ya rastî êrişên bi armanca qirkirinê) û êrişa çeteyên Tirk li Başûrê Kurdistanê. Axaftina herî dawî ya Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu jî em ji bîr nekin. Di van bûyeran hemûyan de yekser dewleta Tirk heye. Ev êriş rêxistinkirî ne û ji yek navendê fermana wan tê dayîn. Erê, ez dibêjim dewlet, lê ev çeteyeke kûr a rêxistinkirî ye û dizane hevsengiyên herêmî û navdewletî li kara xwe baş bi kar bîne. Ji ber çi dibêjim çete, ji ber ku xwediyê ti rêzik û pîvanê nîne. Tişta nayê bîra we jî dikare bike û dike. Mirov nikare êdî wê weke dijmin jî bi nav bike. Ya dike, ne tenê dijmintî ye. Ya dike bi temamî bi armanca qirkirin, tinekirin û kokqelandinê ye. Ez vê weke bangeşe û propaganda nabêjim, ev tesbîta bûyeran e. Binêrin, Franseyê du rûpel ji berxwedana Kurdan xist nava pirtûkên dibistanê yên dîrokê, hema yekser ji cihê xwe pengizî û got, ev nayê qebûlkirin. Heman fistûjiya xwe ji bo kursa ziman a li Japonyayê jî nîşan dabû.
Îca ez van mînakên têne zanîn çima dikim rêz. Ji ber ku dewleta Tirk ketiye Başûrê Kurdistanê û dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibe. Ez nabêjim, dixwaze PKKʼê têk bibe. Ew wisa bi nav dike, lê ez dibêjim, ew her çi tevgera Kurd a ji bo azadiyê hebe, kiriye hedef û dike hedef. Ya xuya ye, hinek xuşk û birayên me vê nabînin. Ya rastî, mirov heyirî dimîne, gelo em çawa ji hev re qala vê qirkeriyê bikin. De ez qala axaftinên berê yên Erdogan û rayedarên dewleta Tirk nakim, hema herin ji xwe re du deqeyan li axaftina Çavuşoglu guhdarî bikin. Min dema guhdarî kir, min xwe bi xwe got, yabo qey mêrik di me Kurdan de vê ehmeqiyê dibîne û halo diaxive.
Ev dewleta Tirk eşkere dixwaze me qir bike. Jixwe, vê yekê dibêje û pêk tîne jî. Li hemberî vê hêza qirker bi herhalî Kurd wê xwe weke berxa ber kêrê qebûl nekin. Yê vê ji Kurdan bixwaze, çîz kiriye. Divê her Kurd û heta Kurdistanî vê bibîne, kîna xwe ya ji bo tolhildanê binisilîne nava xwe. Di xwe de be, û zanibe li benda derba xwe be. Jinên li qûntara çiyayê Cûdî li ser agirê eskeran 3 meh in bi daristanê xistine û darên cerdevan dibirrin gotine, ma kes hewara Cûdî nabihîse. Erê erê, dar û ber, kevir û kuçik, kanî û rûbarên me, xezal û qulingên me, erd û ezmanê me dikin hewar. Her tişt ji destê vî neyar û qirkerê mirovahiyê nalenal e. Birînên kûr vekirine nakewin. Belkî tenê tolhildan ji vî mejiyê qirker re bibe tasek ava sar û dilê Kurdan hênik bike.
Eger xuşk û birayên me, vî qirkerî nebînin, em ê giş bi hev re bixisirin, belkî ne tenê xisirîn em ê bi temamî bi bin bikevin. Lê tifaq û hevgirtina me ya li dijî vî qirkerî rêya bi tenê ya rizgarî û azadiya gelê Kurd e. Berxwedan û têkoşîn ne zehmet e, berevajî çîzkirin û destê xwe berdana ber xwe, bêhtir zehmet e û heta jê wêdetir tinebûn e.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.