Ev berhema wan e

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 4 Mijdar 2020 - 23:00

Serekçete Recep Tayyip Erdogan berî êrişa çeteyên DAIŞʼê ya şeva Duşemê li Awusturyayê bi hefteyekê li civîna koma partiya xwe li Meclîsa Tirkiyê axivî û gef li Ewrûpayê xwar, Ewrûpî hişyar kirin. Ji wan re got, ew ê di nava terorê de bixeniqin. Jixwe, her cara Erdogan bi vî awayî dipeyive, li Ewrûpayê yan bombe diteqin an jî hinek çete êriş dikin. Dewletên Ewrûpayê jî bi vê zanin, lê nikarin vê rastiyê ji xelkên xwe re eşkere bikin. Ji ber ku sîstema Ewrûpayê bi temamî di çarçoveya sermayedariyê de bi têkiliyên aborî yên kirêt xwe didomîne. Ji vê ye, çendek berê bi qasî sed parlementerên Parlementa Ewrûpayê civiyan û li xwe mikur hatin ku Erdogan wan ciddî nagire û divê tiştinan bikin da ku Erdogan wan ciddî bigire. Rast e, Erdogan wan ciddî nagire û jixwe Erdogan jî vê eşkere dibêje. Ji wan fêhm kiriye, zane, Ewrûpî heta berjewendiyên wan ên ekonomîk nekevin tehlûkeyê, guh nadin ti rêzik û pîvanê. Bêguman, ne tenê ev, lê aliyekî din, siyaseteke din a Ewrûpayê heye. Ew jî ew e, dewletên Ewrûpayê alîgir in ku zêhniyetên mîna Erdogan li Rojhilata Navîn xurt bibin. Ji ber ku sîstemên xwedî vê zêhniyetê xurt bibin, ji bo wan ev xurtbûna wan, qelsî ye, û bi hêsanî dikarin ji wan sûdê bigirin.
Ji Emewiyan û Ebbasiyan heta roja me ya îro Îslamiyeteke bi deshilatiyê û sermayedaran re bûye yek, heye. Desthilat û sermayedar çawa dixwazin reng didin vê Îslamiyetê û pê li ser girseyên mezin bi bandor bibin. Ji vê ye, pirrbendî, berberî û çirava pirsgirêkan a alema Îslamê her diçe mezin dibe. Û dîsa ji vê ye, hinek Misilmanên xwedî wijdan radibin dibêjin, ev ne Misilmantî ye. Ji ber ku dilê wan ji tabloya heyî ne di cih de ye. Îca Îslamiyeteke di destê desthilat û sermayedaran de bûye pêlîstoka berjewendiyan û temahkariyê, pirr normal e ku dûvikê xwe tim bi destê derve de berde û alem jî pê bilîze.
Alimên Îslamê li ber destê sermayedar û desthilatdaran mezin dibin. Mezinên wan jî berdestiyê xelkê ne. Lewma kulliyata Îslamê di çarçoveya nesx û mensûx de ango li gorî zeman û mekan, li gorî serwextî û têgihiştinê, nikarîn xwe nû bikin û bihêle xwenûkirinê şertê îmanê ji bîr kirin, bi agahiyên şaş ên dane ber wan, xapiyan û bi vî awayî ji wan ne ummetek, lê kerî çêkirin; keriyên welê yên ku bi hêsanî ji bo berjewendiyên zirhêzan bimeşin. Di ilmê Xwedênasiyê de nenas û fêhmkorî bûn.
Li ser vî bingehê min destnîşankirî, siyaseteke Ewrûpiyan heye. Kom û komikên Îslamî xwedî dikin (kedî dikin) derfet û îmkanan pêşkêşî wan dikin. Herçiqasî komên Îslamî, Ewrûpiyan weke kafir (ev têgîn ji bo Misilmanan bi xwe ye) destnîşan bikin jî ya girîng ew e, hebûna wan li gorî dilê Ewrûpiyan e. Ez dema Ewrûpî dibêjim, mebesta min desthilat û sermayedar in. Di serê van dewletan de Elmanya, Fransa, Hollanda û Ingilistan hene. Ev dewletên em qala wan dikin, zanîn û zanistê di destê xwe de digirin. Wan hay jê heye ku girseyên ji zanîn û zanistê mehrûm, mîna keriyên pez yên di şevreşê de ne, û ber xwe nabînin. Wan hay jê heye, girseyên xwedî zanîn û zanist nayên meşandin, lê girseyên nezan û xeşîm bi hêsanî û heta bi xwe serê xwe datînin ber kêrê. Zirhêz di warê mêhtingeriyê de xwedî ezmûn û tecrûbe ne. Bi sedsalan gelek welat kirin mêhtingeh û meşandin. Tecrûbeya xwe ya di vî warî de jî meyandine û îro baştir jê sûdê werdigirin.
Di vê çarçoveyê de, bîrûbaweriya min ew e, zirhêzên dinyayê wê piştgiriya ehmeqan bikin û wê wan weke qaşo dijberên xwe bihêlin. Belkî jî mîna serdemên berê wê komên bixwazin bi destê xwe bin an jî piçekî bi aqilê xwe bifikirin, mîna komên bêkêr û heta ‘terorîstʼ ragihînin û bibînin.
Civakên xwenenas, xwedênenas in. Xwenenas cahil in, û ji aqil mehrûm in. Kes an jî civakên ji aqil û kulliyata xwe mehrûm, di şevreşan de nikarin pêşiya xwe bibînin. Ew xwe dikin musteheqê laneta Nemrûdên serdemê û wê nikaribin bi êşa xwe bihesin û heta fêhm bikin, ew diêşin an jî naêşin. Ji vê ye, wê êşa wan a pê nahesin, nehêle ti carî ew bibin xwedî ezmûn û tecrûbeyeke rast û durist.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.