Ya maqûl ew e, mirov zanibe gotinên xwe li gorî zeman û mekan, nerm û hişk, yekser û nerasterast bibêje. Îca em dema bi Kurmancî diaxivin, em bi zimanê xwe, bi zimanê xwe yê navmalê diaxivin. Em xwe bi xwe ne. Hewce nake mirov gotinê virde û wirde biteqilîne. Jixwe, ji bilî me jî kes li vê odeya Kurmanciyê nîne. Ji ber vê jî hewce nake mirov gotinan tiroviro bike. Di rewşeke wilo de, dema em qala dijmin, dagirker, qirker û înkarkerê xwe dikin, divê em gotina xwe eşkere û rasterast bibêjin. Dema em dibêjin, dewleta Tirk dagirker, qirker û înkarker e, em siyasetê nakin, em yekser rastiya dijminê xwe îfade dikin. Belkî li hinek platformên din hewce bike, mirov vê rastiyê bi awayekî din pênase bike û bîne ziman. Lê di cîhana Kurmanciyê de hîç hewce bi vê yekê nîne. Eger em li mala xwe ya kurmanciyê vê bikin, ev tê wê maneyê em di warê mejî û derûnî de asîmîle bûne yan jî em rojane di bin bandora îdraksaziya dijminê xwe de mane.
Dewletên dagirker, qirker û înkarker ji roja hatine avakirin û vir ve li gorî bernameyên xwe yên dewletên qewmî meşiyane û dimeşin. Belkî hinek caran ji neçarî siyaseta xwe sist kirine, lê ji ya xwe ti carî nehatine xwarê. Nexasim di vî warî de dewleta Tirk nimûne ye. Dewleta Tirk qala 28 serhildanê Kurdan dike û riwayet dike ku çawa tepisandine. Îca em bi zimanê xwe pênase bikin. Dewleta Tirk 28 caran ketiye Kurdistanê xwestiye bi temamî dagir bike û Kurd li ber vê rabûne. Di van berxwedanan de bi sed hezaran Kurd hatine kuştin, hatine koçberkirin û asîmîlekirin. Dîsa di van dagirkeriyan de tişt nemaye anîne serê wan. Destavêtin, talan, serjêkirin, ji hev parçekirin û gelek tiştên dûrî aqilan kirine. Tevî ku roja me ya îro dema ragihandinê ye jî dîsa li pêş çavê cîhanê heman tiştan dikin. Dest diavêjin Kurdan, wan ji helîkopteran diavêjin, li ser sînoran wan dikujin, di behran de wan dixeniqînin û bi navê ‘terorîstʼ kuştina zarokên Kurdan rewa dikin, çawa ku berê jî Şikakî dikuştin û ew weke eşqiya bi nav dikirin.
Îca ez dikarim dûrûdirêj qala vê dîroka rezîl bikim, lê li vir meqseda min ew e, em hewl bidin têgihiştin û serwextiya xwe ya di warê dijmin de rast û durist bikin. Dijminê me her eynê dijmin e. Hê jî dixwazin Kurdan tine bikin û koka wan biqelînin. Wexta tiştekî dike yanî destdiavêje Kurdan an jî weke gelek caran kirî serê wan jê dike û ji balafiran diavêje xwarê, gelek kes matmayî dibêjin, divê kirdar bêne cezakirin. Di dijminatiyê de cezakirin bi awayê tolhildanê ye. Yên tolê hiltînin yeka xwe bi kêmanî bi diduyan radikin. Mirov awayên din ên cezakirinê bixwaze yanî di çarçoveya qaşo qanûnî de ev tê wê maneyê, mirov dijminê xwe dijmin nabîne û bendewar e. Hêza mirov jê li benda dad û çareseriyê be, ew êdî dijmin nîne. Mîna kurmancan gotî mîna mirov ji destdirêjkerê diya xwe re bavo bibêje. Erê, rih bibe bost dijmin nabe dost.
Dewleta Tirk tevahî siyaseta xwe li ser tinekirina Kurdan dimeşîne. Dema di nava xwe de li hev nekin jî lihevnekirina xwe li ser esasê qirkirina Kurdan çareser dikin. Di van demên dawî de li Tirkiyê çend partiyên nû ava bûne. Ev partî hemû ji Kurdistanê dest bi xebata xwe dikin. Yanî ji dewleta xwe re dibêjin, destûra me bide, em ê çend Kurdan ji kurdîtiyê dûr bixin. Bi vî awayî îcazetê distînin. Dêlegura bi navê Meral Akşener jî niha behsa Kurdan dike. Bala xwe bidinê, me Kurdan ewqasî kawik dibînin. Li aliyekî HDPê dixe zindanê, dikuje û derbeder dike, li aliyê din jî qada vala dike bi van partiyên xwe tijî dike. Ji ber ku hesabê wan wisa ye; em Kurdekî jî bikujin kar e, em Kurdekî bikin Tirk an jî ji kurdbûnê dûr bixin kar e. Bi vê zêhniyetê şev û roj nasekinin, dixebitin. Kirasê dînî, çepgirî û heta kirasê kurdîtiya qelp li xwe dikin û dadikevin meydanê. Îca em dikarin gotinê dirêj bikin, lê kurtûkurmancî dibêjim, ev dijmin, qirker û înkarker e. Li hemberî vê tolhildan divê. Ew çi ji te bibe, divê tu bi kêmanî du qatan jê bibî. Naxwe tu nikarî serî pê re derxînî û ew ê te tine bike. Ew kesekî ji te asîmîle bike, divê tu bi kêmanî du kesan li xwe zêde bikî. Ew 24 saetan dixebite, divê tu bi kêmanî 25 saetan bixebitî û hew.
Kiras nû be jî dijmin e