Bibin jinxas û mêrxas

Rêşad SORGUL nivîsand —

Çarşem 14 Cotmeh 2020 - 23:00

Di destpêka sedsala bîstan de generalekî Ingilîz ji bo çavdêriyê li Iraqê ye. Bi vê mebestê jî digere û bi mirovan re dipeyive. Pirsan dike û li wan guhdarî dike. Rojekê tevî berdestiyê xwe derdikeve diçe li nava çol û çiyan digere. Li şivanekî rast tê. Kûçikekî cinsê gurxenêq ê şivên heye. Dema çav li general dikeve dimirije û êriş dikiyê. Dema general li nava çavê gurêx* dinêre tirsek dikeve nava dilê wî. Ji şivan re dibêje, eger tu kûçikê xwe bikujî ez ê sed sterlînî bidim te. Sed sterlîn ji bo şivan gelek e, û hîç nafikire kûçikê xwe dikuje. General dibêje, eger tu çermê wî jî bigurîne ez ê sed sterlînê din bidim te. Şivan çermê kûçik jî digurîne û sed sterlînê din digire. General pereyê wî dide û tam wê biçe, şivan jê re dibêje, eger tu sed sterlînê din bidî min ez ê goştê wî jî bixwim. General lê vedigere, di bin lêvan re dimirije û dibêje, min fêhm kir tu yê goştê wî jî bixwe, lema hewce nake ji bo vê sed sterlînê xwe bidim. General vedigere berdestiyê xwe û dibêje, hewce nake hûn li vî welatî bitirsin, li ku hûn ketin tengasiyê pere bidin wan, hûn ê karibin her suxreyê xwe bi wan bidin kirin.
Em xelkên Rojhilata Navîn ji çîrokan hez dikin û herî baş bi vî awayî meqsed û merama xwe tînin ziman. Îca min jî xwest ez bi vê meseleyê qala merama dilê xwe bikim. Li herêma me şerekî mezin heye. Qala dîzaynkirina herêmê û guhertina hevsengiyan tê kirin. Her kes jî qebûl dike û dibêje, eger Kurd aqilane û bi tifaq tevbigerin, wê gelekî bi qezenc bin û sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Bêguman bi vî awayî bibe, Kurd wê bi ser kevin. Lê bûyerên li dewrûbera Kurdan û li nava Kurdan diqewimin, dihêlin ku Kurd biqirqilin û hûrûkûr fikaran bikin.
Danûstendinên di navbera zirhêzan û dagirkerên Kurdistanê de û daxuyaniyên didin, nîşan didin ku li ser Kurdistanê, nexasim li ser Tevgera Azadiyê amadekariyên hin êrişên xinizane têne kirin. Peymana di navbera Hukûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê û Bexdayê li ser Şengalê de yek ji van numûneyan e. Li aliyê din, heman pîlansazî li ser Mexmûr û Kerkûkê jî xuya dikin.
Zirhêz hesabê xwe dikin û di çarçoveya hesabên wan de jî dewletên qewmî yên dagirker jî li gorî wê, sûdê jê werdigirin; înkar û qirkeriya xwe pêk tînin. Zirhêza serkêş Emerîka li herêmê hinek pîlan, dekûdolaban digerîne. Heye ku Emerîka dixwaze dor li Îranê teng bike û heta li dijî wê bikeve nava tevgerê. Ji bo wê jî hêz û dewletên li pêşiya wê bibin kelem û asteng, hişyar dike tîne ser rayê. Mîna destwerdana wê ya li Iraqê, hewl dide di vê destwerdana xwe de jî Tirkiyê li cem xwe bibîne. Ji lewra Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov got, Emerîka dixwaze li Bakurê Sûrî otonomiyeke dewleta Tirk jî pê razî, pêk bîne. Dîsa Emerîkayê berî destwerdana xwe ya Iraqê êrişî Tevgera Azadiyê kiribû û di encama êrişa wê de Rêber Apo bi bêbextî radestî dewleta Tirk kiribû. Em niha jî dibînin, êriş li ser pêşengên Tevgera Azadiyê hene. Di heman demê de dixwazin deverên bi fikra Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin, têk bibin û rêveberiyên wan ji hev belav bikin. Ji bo vê jî êrişî Rojava, Şengal, Mexmûr û heta Kerkûkê dikin. Weke min gotî, di van êrişan hinekan de yekser zirhêz cih digirin û di hinekan de jî dagirker ji rewşê û hevsengiyan sûdê digirin.
Di vê rewşê de ya girîng ew e, divê Kurd çawa tevbigerin. Li meydanê hêz hesabê xwe dikin. Hemin zirhêzê hesabê xwe bikin û dagirkerê jî jê sûdê bigirin. Hêzên Kurd jî divê zanibin hesabê xwe bikin. Divê ber li xwe fireh nekin, zirhêzan yekser nekin dijberê xwe û tevgerên dagirkeran bi rêzan, bi tifaq û bi xebata xwe bi bin bixin. Di cîhana zirhêz û sermayedaran de jî tengasiyek heye û ji bo ji vê tengasiyê bibihurin, ew ê hewl bidin li deverekê sînerjiyekê çêkin. Heye ku ev li dora Îranê pêk bê. Ji lewra jî mirov dikare bibêje, rojên gelekî giran û zehmet li pêşiya gelê Kurd û xelkên bindest ên li herêmê hene. Di rojên wisa de ya aqilane ew e, mirov dost, heval, hogir û tifaqên xwe pirr bike û bi qasî ku bibe mirov ber li xwe fireh neke. Ji ber ku kî xwe li ser piyan bigire, wê bi ser keve. Ji bo vê jî divê her kes qedrê têkoşerên xwe zanibe, ji bo çend qurişan nefiroşe. Kesên xwefiroş goştê birayê xwe bixwin jî wê kes wan tiştek nehesibîne. Her kes qedrê jinxas û mêrxasan digire, çawa ku me ev di berxwedana li Rojava de dît.

* Navekî din ê gurxenêq e.

parvê bike

Rêşad SORGUL

Nivîsên Rêşad SORGUL

Bi ruhê Kobanê
27 Çileyê

Qorekî rast
13 Çileyê

Xirab ketiye!
23 kanûnê

Kirasguhertin
16 kanûnê

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.