Li Şengalê gorek komî hat dîtin

În 19 Îlon 2025 - 15:10

  • Li Şengalê goreke din a komî hate dîtin. Li cihê gora komî nasnameya kesekî ji Sîba Şêx Xidir hat dîtin.

Gora komî roja pêncşemê dema şêniyên komelgeha Sîba Şêx Xidir di navbera komelgeha Sîba Şêx Xidir û nahiya Tilizêr de ax ji bo xaniyên xwe çêbikin bi kepçeyê bar dikirin, rast, cilûberg û hestiyên aîdê mirovan hatin. Di gora komî de nasnameya aîdê Seydo Ebas Çûko ku hemwelatiyê komelgeha Sîba Şêx Xidire û ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve windaye dinav axê de hatiye dîtin.

Li Şengalê dema derketina gora komî hate bihîstin, malbatên cangoriyên fermanê û saziyên sivil ên Şengalê hatin cihê gora komî. Malbat û berpirsên saziyên sivil ji hukumeta Federal a Iraqê xwestin ku demek zûtir timên liser gorên komî kar didin meşandin bên avakirin.

Li Şengalê saziya ku li ser gorên komî xebat dide meşandin yek jê saziya Petrîcore, berpirsê saziya Petrîcorê Xeyrî Elî Îbrahîm jî anî zîman wekî sazi ew ê bi saziyên peywendîdar re li ser gorên komî xebatê bidin meşandin û wiha axivi: “Saziya me li ser van gorên komî kar dimeşîne, îro li komelgeha Sîba Şêx Xidir hestiyên aîdên du kesan hatine dîtin. Tişta ku tê dîtîn gorek a komî li vê derê heye. Ji ber dema kepçê kar radikir hatiye dîtin. Dema kepçê ev hestiyên aîdê mirovan dîtiye karê xwe daye sekinandin. Ji bo ku li vê derê ev gora komî bê vekirin, em û saziyên peywendîdar aweyekî qanûnî kar bidin meşandin.”

Hêzên ewlehiyê li derdora cihê ku tê texmînkirin gorek komî ya dema fermanê ye, bend kişane û çît dane. ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.