Konferansek têr û tijî bû
Pêncşem 6 Mijdar 2025 - 03:15

Dayikên pakrewanan ên li Şengalê ku tev li konferansa malbatên şehîdan a Wargeha Mexmûrê bûn wiha gotin:” Wek malbatê şehîdan a Şengalê me jî di konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha di konferansê de rapora 2 salan a kar û xebatan hat xwendin û nirxandin. Konferansek ewqas têr û tijî bû mirov ferq nedikir dem çawa derbas dibû.”
Di 31’ê Cotmehê de 13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma ‘Li şehîdan xwedîderketin bi avakirina civaka demokratîk û komînal pêkan e’ hat lidarxistin.
Di konferansa ku du rojan berdewam kir de pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, xwedîderketina nirxên şehîdan û gelek mijarên cuda hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de hat diyarkirin ku dê bi perpektîfên nû yên Abdullah Ocalan û stratejiya nû dest bi xebatên xwe yên dema nû bikin û civaka aştî û demokratîk pêş bixin.
Ji Şengalê jî heyetek ji sê kesan pêk dihatin li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û dayikên şehîdan tev li konferansa malbetên şehîdan a Mexmûrê bûn.
Dayikên ku tev li konferansê bûn derbarê konferans, hevdîtinên xwe de axivîn.
Ji endama Koordînasyona TAJÊ û dayika şehîd Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Asya û Rojger de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Maxmûrê li ser bîranîna fedayiyên gelê xwe ku li navenda Enqereyê çalakiya fedayî kirin Şehîd Asya Elî û Rojger Helîn hat lidarxistin. Di konferansê de pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, pêngava tevger û gerîla jî niqaş û axaftin hatin meşandin û her wiha negavavêtina dewleta tirk jî nirxandin hatin meşandin. Wek malbatê şehîdan a Şengalê me jî di konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha di konferansê de rapora 2 salan a kar û xebatan hat xwendin û nirxandin. Konferansek ewqas têr û tijî bû mirov ferq nedikir dem çawa derbas dibû.”
Yek jê dayikan ku cihê xwe di nav şandeya ku çû Mexmûrê de girt endama TAJÊ û dayika şehîd Sûrî Xelef bû. Sûrî Xelef diyar kir ku xelkê Mexmûrê gelek qedrê wan girtine û ew jî bi çûyîn û dîtina xelkên xwe yên Mexmûrê gelek kêfxweş bûne û wiha pê de çû: “Xelkê Mexmûrê Apocî ne. Xwedî li keda xwe ya 30 salan derdikevin û li pey zarokên xwe ne. Em dixwazin rojekê Serokatî derkeve û ew jî vegerin ser cih û warên xwe. Ji roja destpêkê heta niha girêdayî Serokatî û şehîdên xwe ne. Xelkê Mexmûrê her behsa şehîdên xwe kirin û gotin heta dawiyê em pey şehîdên xwe ne. Em û ew yek in, êşa me yek e, wan jî wekî me ferman dîtin û zor û zexmetî dîtin. Me hêz ji wan girt.”
Di axaftina xwe de Sûrî Xelef bal kişand ser zext û dorpêça li ser kampê û ev nirxandin kir: “Hikûmeta Iraqê gelek zextê li ser gelê kampê dike. Di hatin û çûyîna kampê de astengiyan derdixin. PDK jî nahêle nexweşên xwe bibin bajarekî din. Dema em jî çûn di derbaskirina kampê de pirsgirêk ji me re derxistin, nasnameyê me girtin û heta 8’ê êvarê me dan sekinandin.”
NÛJINHA/ŞENGAL














