Mayîna li kampan, xeter e

Çarşem 10 Îlon 2025 - 16:50

  • Rêvebir û endamên meclisên gel ên Şengalê, biryara Wezareta Koç û Koçberan weke xeteriyeke mezin a li ser Şengalê nirxandin û peyama ‘Ji bo Êzidiyan xeteriya herî mezin mayîna li kampên Başûrê Kurdistanê ye’ dan.

Biryara Wezareta Koç û Koçberan a derbarê Êzidiyên koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê de, di nav civaka Êzidî de bûye sedema hêrseke mezin. Di serî de li Şengalê, hemû Êzidiyên li deverên cûda ên cîhanê, rêgiriya vegera Êzidiyan weke berdewama fermanê binav dikin û bang li Wezareta Koç û Koçberan dikin ku rê li ber vegera Şengalê veke. Rêvebir û endamên meclisên gel yên Şengalê jî vê rewşê weke xeteriya herî mezin a li ser civaka Êzidî nirxandin û banga vegerê li Êzidiyên li kampan kirin.

Endamê Meclisa Gel a Dîgurê Dexîl Xwedêda bibîr xist ku ev 11 sal in bi deh hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê ne û got: ‘’Beriya niha Wezareta Koç û Koçberan 4 milyon alîkarî dida ji bo vegerê, niha ev jî rakirine. Nîvê Şengalê hatiye avedankirin û gel vegeriyaye, ewlehiya Şengalê tam e. Di sala 2014’an de xiyanet li gelê me hate kirin, em bawer nakin ku îdareya berê vegere. Gelê me vegere Şengalê û konê xwe li vir deyne her ji kampan çêtir e.’’

Dexîl Xedêda diyar kir ku eger gel venegere Şengalê wê rê li ber xeteriyeke mezin vebe û wiha berdewam kir: “Eger venegerin wê ser Herêma Kurdistanê werin hesabkirin. Eger gelê me vegere ser cih û ware xwe wê daxwazên wan pêk were. Niha hilbijartin di rojevê de ye, Herêma Kurdistanê dixwaze ji koçberan feyde bigire, ji ber vê nahêlin gelê me vegere.’’

Hevserokê Meclisa Gel a Duhola Casim Mirad jî biryara Wezareta Koç û Koçberan weke berdewama fermanê binavkir û wiha axivî: “Rê li ber vegera Êzidiyan tê girtin. Wezareta Koç û Koçberan biryar daye, em vê weke xeteriyeke gelek mezin dibînin. Nabe ku gelê me li kampan bimîne, lê bi zorê li wir dihêlin.’’ ŞENGAL-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.