Rêber Apo bixwîne û bide xwendin

Sêşem 2 Îlon 2025 - 03:30

Di 26’ê çileyê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ pêngav dabû destpêkirin. Girêdayî pêngava ku ji serê salê ve didome û rastî eleqeyeke pir mezin tê, gelek çalakiyê cur be cur pêk hatin. Di çarçoveya pêngavê de ji 20’ê Tebaxê ve li Serdeştê dewreyeke perwerdeyê ya 15 rojan ji bo jinan hatiye vekirin. Di dewreya perwerdeyê de jin li ser mijarên Girîngiya Perwerdeyê, Rastiya Rêbertî, Jin û Malbat, Jineolojî, Zayendperestî, xwe ji fermanan parastin, Êzdatî perwerde dibînin. Di dewreya perwerdeyê de jin li ser pirsgirêkên civakî, rol û misyona jinan a pêşengiyê û çareseriyê, niqaşên berfireh dimeşînin. Her wiha jinên ku tev li perwerdeyê bûne dersê zimanê Kurdî jî dibînin.

Jinên ku tev li dewreya perwerdeyê bûne, li ser hedef û armanca perwerdeyê  nêrînên xwe parve kirin. Endama Meclisa Jin a Serdeştê Besê Feqîr diyar kir ku di çarçoveya pêngavê de ew perwerdeyê dibînin û got:“Dersên ku em dibînin dersên fikrî ne û her roj em li ser mijareke perwerde dibînin û niqaşan dimeşînin. Perwerde ji bo her însanek lazim e. Û di demeke wisa de dîtina perwerdeyê gelek baş e. Em çiqas xwe perwerde bikin em ê ewqas bikaribin planên dijmin pûç û vala derxin. Zanebûna herî mezin perwerde ye û ji bo her însanek lazim e. Banga min ji jinên êzidî û hemû jinan re ye, divê xwe bi fikr û felsefeya Rêber Apo perwerde bikin. Ji bo parastina çand û baweriyê perwerde lazim e.” Yek ji jinên ku tev li perwerdeyê bûye endama Meclisa Jin a Serdeştê Kinê Xidir e. Kinê Xidir jî di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û got:“Piştî naskirina fikrên Rêber Apo me fêm kir ku perwerde wek nan û av pêwîst e heta jê jî girîngtir e. Niha fikrên Rêber Apo jin û civakê perwerde dike. Divê jin xwe perwerde bikin, ji bindestiyê derxînin. Yekane daxwaza me xwezanekirin û perwerdekirin jinên Êzidî ye, erka jinan tenê ne zarok anîn, xwedîkirin, xwarin çêkirin û sînora mal e, erka esasî ya jinê pêşengtî kirin e. Em ji vir heta Îmraliyê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û hêvîdar in di demeke kurt de bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. Ji hêla din ve tenê Rêber Apo dikare aştî bîne cîhanê û ew Rêberê hemû civakên bindestan e.”

NÛJINHA/CÎLAN ROJ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.