Xwekuştin ne çareserî ye

Çarşem 5 Mijdar 2025 - 03:25

Endama Komîteya Jîneolojî ya Şengalê Sara Botan li ser xwekuştina di nava civaka Êzidî de, her wiha pêngava TAJÊ ya li dijî xwe kuştinê axivî û got: ‘’Xwekuştin parçeyek ji fermanê ye. Eger civaka me xwe birêxistin bike û zane be, wê rê li ber xwekuştinê were girtin.’’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di 30’yê Cotmehê de li dijî xwekuştina di nav civaka Êzidî de, bi taybet jî jin û xortên ciwan, pêngava ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermanek e’ ragihandibû. Endama Komîteya Jîneolojî ya Şengalê Sara Botan li ser vê pêngava TAJÊ axivî û xwekuştin weke parçeyek ji fermanê binav kir.

Sara Botan destnîşan kir ku di demên dawî de rêjeya xwekuştinê di nava civaka Êzidî de bi giştî zêde bûye û wiha dewam kir: “Belkî em bêjin jin di malê de bi tundî û zilmê rû bi rû dimînin, lê di nava salê de gelek bûyerên xwekuştina mêran jî çêbûne. Ji bo ku em sedemên wê bizanibin û rê lê bigirin, me ev pêngav daye destpêkirin. Ev bêhêvîbûna ji jiyanê û reva ji jiyanê, bi zanebûn di nava civaka me de hatiye belavkirin. Ev xwekuştin, ku em wek beşek ji fermanê digirin dest, piranî bi rêya medyaya digital tê meşandin. Bê ku ciwanên me bikevin ferqa wê, dikevin şaşitiyê û bêçare dimînin. Ew jî xwekuştinê ji xwe re wek çareserî dibînin. Tişta ku di fermanê de nikaribûn bi ser civaka me de bînin, niha di aliyê hilweşandina çandê û lewazkirina wan di aliyê exlaqî de pêk bînin. Ev siyasetek qirêje li ser civaka me tê meşandin.’’

Sara Botan di vê mijara girîng de bang li malbatan jî kir û got: “Erka li ser dê û bavane ku çavên wan li zarokên wan be, hê bêtir zarokên xwe hişyar bikin. Em her dubare dibêjin ku xwekuştin ne çareserî ye.’’

Sara Botan zewaca di temenê biçûk de jî wek yek ji sedemên xwekuştinê nirxand û ev yek wiha şîrove kir: “Lewma her kes ji ber vê rewşê berpirsiyar e û divê rê li ber zewaca di temenê biçûk de were girtin û rê bi ciwanan neyê dayîn ku wisa bi biçûkanî bizewicin.”

Endama Komîteya Jîneolojî ya Şengalê Sara Botan di dawiya nirxandina xwe de behsa erk û berpirsyariyên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ ya di çareserkirina pirsgirêkan de kir û got : “Niha em dikarin bêjin ku civaka me ne civakek bê hêz û îrade ye. Civaka me xwe rêxistin kiriye û sazî û dezgehên xwe dane ava kirin. Ev sazî ji bo xizmeta gel hatine avakirin. Taybet sazîyên jinan ji bo ku karibin rê li ber pirsgirêkan bigirin, hatine avakirin. Erka me ew e ku em bibin bersiv ji plan, siyasetên qirêj û pirsgirêkan re. Taybet wek TAJÊ û Yekîtiya Jinên Ciwan û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade ne ku bibin alîkar bi her kesekî ku pirsgirêkên wan hebin û em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Em dibînin xwekuştin ji nefêmkirinê ye, an jî nikarin xwe ji nava pirsgirêkan derxînin, lewma xwe dikujin. Lê eger civaka me xwe rêxistin bike û zane be, ew ê xwe nekujin.’’

ŞENGAL-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.