Her xwekuştinek ji bo me ferman e
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:42

Bi pêşentiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Rêveberiya Xweser û Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê ji bo pêşîlêgirtina xwekuştinan ku di demên dawî de li Şengalê zêde bûye, di 30’ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e" pêngavek hevbeş ragihandibû. Endama TAJÊ Besê Avesta têkildarî pêngavê axivî û got ku bi rêya perwerdeyê jin û ciwanên êzidî dikarin pêşî li van kiryarên xwe kuştinê bigirin ku bi destê aqlê dewletê û şerê taybet tên kirin. Besê Avesta da diyarkirin ku di ola êzidiyatiyê de xwe kuştin nayê pejirandin û got:“Van demên dawî de xwe kuştin pir zêde bûn e. Bi taybet êrîşên şerê taybet li ser ciwanan zêde ye. Ji ber vê jî wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî me pêwîstî bi pêngava xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e dît û me ragihand. Ji ber bi taybet ciwanên me xwe dikujin. Ez dikarim bibêjim her ciwanê ku dawî li jiyana xwe tîne ji bo me civaka êzidî wek fermanek e. Em bi taybet bang li jinên ciwan û xortan dikin ku van kiryarên xwe kuştinê ji holê rabikin û pê re têbikoşin. Jixwe di ola me êzidiyatiyê de xwe kuştina mirov heram e. Di heqîqetê de di ola me de ev kiryar naye qebûlkirin û guneh tê dîtin. Ev wek civak ji bo me gelek zehmet e.”
Medya dijîtal bibandor e
Besê Avesta bal kişand ser aqlê dewletê yê ku xwest bi fermanê civaka êzidî ji holê rabike û got:“Aqlê dewletê tu rê li pêşiya ciwana nehiştiye û li pêşiya civakê nehiştiye. Ez dixwazim vê bînim ziman her tim li ser me civaka êzidî ferman rabûne û xwestine me qir bikin. Aqlê dewletperest mêyzand civaka êzidî bi wan êrîşan nikare tune bike, qir bike, niha jî bi rêya aqlê xwe yê qirêj ku tu exlaqa civakî nehiştiye, bi rêya şerê taybet êrîş dike daku ciwanên me yê êzidî ji xwe re tu mafê jiyanê nas nekin û nizanibin serî li rêbazên xwe kuştinê bibin. Em wek civaka êzidî dixwazin bi wan re bibin alîkar armanca me ya destpêkirina vê pêngava xwe nekuje her xwe kuştinek fermanek e jî ji ber vê ye. Da ku ferdên civaka me bizanibin em dixwazin jiyana wan biparêzin û bi wan re bibin alîkar. Mirovên ku herî zêde xwe dikujin ji ber telefon û înternetê ye. Ger mirov 24 seatan medyaya dijîtal bê armanc bikar bîne, xwe tune dike, jiyanê vala dihesibîne, di aliyê psîkolojîk de ji ber her di bin bombardimanek fikrî de ye.”
Di dawiya axaftinê xwe de Besê Avesta bang li malbatan kir ku zarokên xwe perwerde bikin daku zarokên wan bibin xwedî îrade û got:“Cihê ku malbat telefon bikin destê zarokên xwe bila pirtûka bixin destê wan û wan perwerde bikin. Em bangawazî li ciwanên xwe yê êzidî dikin ku xwe perwerde bikin û xwe pêş bixin. Da ku hûn di parastina civaka xwe de bibin xwedî rol û îradeyek. Em dûbare dibêjin armanca me ya destpêkirina pêngavê ji bo parastina jin, ciwan û civaka me ye daku êdî ferman bi ser me civaka êzidî de ranebin. Xwe nekuje, her xwe kuştinek fermanek e.”
JINNEWS/HERDEM ZÎLAN















