Li Şengalê azadiya Ocalan xwestin
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:48
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, pêkhateyên Êzidî û Ereb yên Şengalê bi pêşengiya Meclisa Xweserî û Demokratîk meşek girseyî lidar xistin. Di meşê de banga aştiyê û azadiya Rêber Apo hat kirin. Meş ji ber avahiya Meclisa Xweseriya Şengalê ya li Geliyê Kersê dest pê kir û heta Baxçeyê Rêber Apo berdewam kir. Di meşê de al û posterên Rêber Apo hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin gotin. Piştî meşê, ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, gel deqeyek rêz girt. Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Xweseriya Şengalê Cîhan Celo daxuyanî da û diyar kir ku ew wek pêkhateyên Şengalê heta dawiyê bi gavên Rêber Apo yên ji bo pêkanîna aştiyê re ne û got:“Îro li seranserê cîhanê wek Roja Aştiyê ya Cîhanê tê binavkirin. Em wek gelê Şengalê, Êzidî, Ereb û hemû pêkhateyên din, tevahiya şehîdên ku di xeta aştî û azadiyê de canê xwe dane bi rêzdarî bibîrtînin. Em didin diyarkirin ku mîmarê aştiyê îro li Rojhilata Navîn Rêber Apo ye. Rêberî ji bo ku aştî pêk were her dem di nava hewldanan de ye û destpêkirina banga aştiyê û civaka demokratîk jî nîşana vê yekê ye. Rêbertî bi vê bangê careke din diyar kir ku gelê Kurd û taybet tevgera azadiyê aştîxwaz in û ji bo aştî pêk were têkoşîn dikin. Rêber Apo bi boneya vê rojê peyamek şand û diyar kir ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan pêk tê, lê belê bi gavên şênber ji bo azadiya gelan, aştî dikare pêk were. Em wek xelkê Şengalê û taybet civaka Êzidî yek ji civakên azadîxwaz in û ji her kesî zêdetir dixwazin bi aştî bi hemû pêkhateyên din re bijîn. Dibe ku niha li Şengalê şer tune be, lê lazime em nebêjin li Şengalê aştî heye, ji ber ku heta niha mafê gelê me nehatiye dayîn û hê jî desthilatdarî dixwaze îradeya me tune bike. Ev yek wek aştî nayê destgirtin. Ji bo ku aştî pêk were, her kesek li ser axa xwe bi çand û zimanê xwe azad bijî, pêwîste destek bide banga Rêber Apo û Rêber Apo azad bibe.” Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
ROJNEWS/ŞENGAL