Kurd û Kurdistan ji gelek civakan, kom û komikan pêk hatiye. Rengîn û dewlemend e. Ji ber ku Kurdistan li ser rêyên girîng ê bazirganiyê ye, çûnûhatineke wê ya mezin heye. Di heman demê de meydaneke mezin a pîkolê ya şeran e. Gelek hêz ji bo berjewendiyên xwe tradê li vir dikin. Bi vê re jî gelek çîrokên êş û janê peyda bûne. Belkî jî destanên mezin ên evînê jî bi vê re peyda bûne. Ji bo civakan havênê hilatinê çîrok û çîvanok, kilam û stran, helbest û zêmar, şano û lîstik bivênevê ne. Civak hem bi van dibin civak, hem jî bi van xwe didin der û îfade dikin. Belkî jî divê bi awayekî xwe bidin der û ev awa yên herî guncaw ên di destê xelkê de ne. Eger civakên di nava derd û kulan de dinalin, bi van awayan jî xwe pênase nekin wê biteqin. Mîna pêşiyan gotî, “Beq nequrre wê bidirre.”
Van rojan em dibînin Kurd jî xwe bi film, şano û mîzahê îfade dikin. Kovara Zrîng, filma Ji bo Azadiyê û herî dawî jî şanoya Hinek Henek ketin rojeva me. Bi dîtina van aktîvîteyên hunerî û fikrî, mirov kêfxweş dibe. Herçiqasî mirov dikare ji bo pêşdebirina wan hin kêmasiyan bibêje û van kêmasiyan temam bike jî xebatên di vî warî de gelekî giranbuha ne, û hêjayî dahfdanê ne.
Em Kurd ji şadiyê zêdetir xwediyê êşê ne. Lê bi awayekî diyalektîk her kes baş dizane ku şîn û şahî di zikhev de ne. Ji lewra jî di van rojan de pêdiviya civaka me bi şano û mîzahê heye. Bêguman şano ne tenê ji bo kenînê ye, lê di heman demê de bi kenînê re ji bo fikirînê ye. Belkî ji vê jî wêdetir pêdiviya mirov heye bêhna xwe berde yan jî weke biçe ber hêliyekê û xwe bibîne, li xwe temaşe bike.
Di vê çarçoveyê de şanoya Hinek Henek li ser ekranên Stêrk TV bala beşekî mezin ê civakê kişand û bi giranî her kes pê kêfxweş bû. Ez jî yek ji wan kesan im ku bi vê kêfxweş im. Ez bi xwe bi saetan dikarim li film û şanoyeke bi Kurdî tameşe bikim. Jixwe, wexta naverok û ziman baş be, bi temamî min cezb dike. Li ber van lîstikan her çiqasî ez bi cizbê nekevim jî ez gewz dibim, pê serbilind dibim. Di ber xwe de dibêjim, belkî bi saya van xebatan çand û zimanê Kurdî hinekî din bi pêş bikeve.
Performansa Hinek Henek bi dilê min e. Bi naverok e, û dewlemend e. Di warê ziman de her çiqasî hinek kêmasî hebin jî bi giştî baş e, û serketî ye.
Herçend ez ne pispor an jî rexnegirekî şano û huner bim jî lê weke temaşeker û çavdêrekî dikarim bibêjim, di warê lîstikvaniyê de jî hostetiyek heye û xuya ye ku wê dema bê bêhtir bi pêş bikeve. Lê ji bo baştir bibe û bi pêş bikeve, çend rexneyên min hene. Bi qasî min dît zêde teqlîda “Guldur Guldur” a Tirkî kirine. Hemin dikarin hinek tiştan ji wan jî bigirin an jî weke wan bikin, lê hinekî zêde bûye. Bi ya min pêdiviya wan pê nîne û di jiyana me ya Kurdan de gelek tişt û profîl hene ew hilbijêrin û bilîzin. Jixwe, ew şexsiyetên şanoya Tirkî jî ji Kurdan hatine wergirtin. Ya din jî di warê naverokê de ye.
Belkî divê siyaseteke hişk û ziwa di nava şanoyê de nebe. Bêhtir hunerî be, nerm be û pirralî li meseleyan binêre. Ez dixwazim ji şanoya Hinek Henek mînakekê bidim. Li çayxaneyekê du kes rûniştine û çaygerek heye navê wî Cûdî ye, lê çayger nikare bi Kurmancî xeber bide. Di nava lîstikê de mirov dibîne çayger weke sûcdar an jî xwedî kêmasî tê nîşandan. Bi ya min, kesê nikaribe bi Kurmancî xeber bide, sûc an jî kêmasî ne ya wî ye, kêmasî ya wan kesên ew hîn nekirî ye. Eger dê û bavê zarokan wan hînî Kurdî nekin çi sûcê zarokan heye. Wekî din şano û mîzah dikare di henek û mîzaha xwe de mubalexe bike û ev beşek ji vî hunerî ye. Lewma jî mirov zêde neguvêşe baştir e. Em zêde biguvêşin wê huner qurmiçokî bibe, em bihêlin bila hinekî weke şîpeke har biherike.
Baweriya min ew e, divê huner karibe bi serê xwe li ser piyan bimîne û debara xwe bike da ku karibe bi awayekî azad rexne bike û bibe neynika civakê. Di heman demê de divê li ser huner jî gelek nivîs bêne nivîsandin û rexne lê bêne girtin da ku bi pêş bikeve. Jixwe, ez timî huner weke rexne û xwerexnekirinê fêhm dikim. Ji bo civak xweş biberidin û ji bo nifşên siberojê xweş biseridin pêdiviya me bivênevê bi hunerekî welê heye.
Hinek Henek