Wa dîsa Sibata Sar û Reş bi ser me de hat. 24 sal berxwedan di bin tecrîda giran de derbas dibin. Birêz Ocalan, weke serok û rêberekî li ser dost û dijminên xwe pirr bi bandor, hê jî di bin tecrîda giran û zilmê de maye.
Hem saziya dijî êşkencê CPT û hem jî saziyên li ser navê mafên mirovan ên li Ewrûpa û DYE’yê hene, tev girêdayî saziyên siyasî û îstixbarî yên pergalê ne. Her neheqiyê li vê kesayeta mezin, birêz Ocalan dikin. Û dewletên serdest di bin navê parastina berjewendiyên neteweyî, mafên mirovan û serweriya welatan de, vê zilmê rewa û mafdar nîşan didin.
Heta ku welatên cîhanê berjewendiyên xwe û piştgiriya ji bo dewleta Tirk ji mafên gelê Kurd û reberê wî Ocalan mezintir bibînin, ev rewşa bêbext wê bidome. Di 24 salên derbasbûyî de, hem di warê xwedîderketina gelê Kurd li Rêberê xwe de û hem jî ji aliyê birêz Ocalan ve, bi rastî berxwedaneke bêhempa hatiye kirin. Ez wiha yeqîn dikim ku di dîrokê de nehatiye dîtin. Komkujiya giran û hovane ya ku ji aliyê cîhanê ve li ser gelê Kurd û rêberê wî hatiye kirin, ger li ser her gel û rêberekî din bihata kirin, wê nav û hebûna xwe ji dest bidana.
Tişta ku diqewime û têkoşînên cûr bi cûr ji bo rizgariya gelê Kurd li her çar parçeyan, berhema hişmendiyeke bilind e ku gelê Kurd di van çil salên derbasbûyî de şahidî lê kiriye û bûye aktorekî çalak. Berevajî gelek kesan, ez dibêjim ev tiştên diqewimin ji bo azadiya gelê Kurd û rêberê wî hêviyeke mezin e.
Dibêjin ku kesek 24 salan li zindanê de be, mafdar e ku êdî were azadkirin. Haya min ji qanûnên wisa li Tirkiyê nîne. Lê diyar e ku birêz Ocalan girtiyê siyasî ye û li ser esasê mafên girtiyan muameleya li gel wî nehatiye kirin. Ew bi hezarê caran di girtîgehê de rûbirûyê kiryarên dijmirovî bûye, nehiştine ku parêzer û malbata wî jî wî bibînin.
Rewşa birêz Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî li Tirkiyeyê bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Mifteya çareseriyê di destê Birêz Ocalan de ye. Nexşeya rê ya ku Ocalan û hevalên wî sala 2013’an li Amedê û piştre li Dolmabahçeyê pêşkêşî dewletê kirin, li Tirkiye û Kurdistanê hê jî çavkaniya çareseriyeke bingehîn e.
Heta ku dewlet bêçare bimîne, rewş baş nabe û aqûbeta Birêz Ocalan jî zelal nabe. Gelê Kurd baş dizane, heger tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê were rûxandin jî, tifaqeke din a faşîst a ji şeş partiyan pêk tê, wê bibe desthilatdar. Ev partî hemû jî berê hatine ceribandin.
Di her du rewşan de jî gelê Kurd û têkoşîna wî; wê rûbirûyê êrişa faşîstan be. Lê weke 20 sal berê, dema KCK hat damezrandin, xebata gelê Kurdistanê xeta sêyemîn bi pêş xist. Di têkoşîna sivîl û parlamenterî de bipêşketinên mezin çêbûn. Ya girîng ew e ku gel û xebata gel û rêberê wî jî xwedî alternatîf û bername ye û xeta xwe zelal e. Dijmin kî dibe bila bibe, gel û rêberê wî heta dawiyê dilsozê hev in.
parvê bike
Nivîsên Seevan SAEED
Kurd û rola Çinê li Rojhelata Navîn
10 gulanê
Sedam çû Sedamên piçûk hatin
11 nîsanê
Jin jiyan azadî
5 cotmeh