Ser bîr û hovîtiyê asfalt nabe

Nûçeyên Dosye

Sêşem 16 Gulan 2023 - 13:55

REWŞAN DENIZ

Di 14’ê Gulana 1997’an de dewleta Tirk bi beşdariya zêdetirî bi deh hezaran leşker û pêşmergeyên PDK’ê, li ser xaka Başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir. Di 16’ê Gulanê de leşkerên Tirk bi çekdarên PDK’ê re avêtin ser sazî, nexweşxane û malên welatparêzên Kurd ên li Hewlêrê. 

Du rojan beriya komkujiyê, di 14’ê Gulana 1997’an dewleta Tirk bi beşdariya dehhezaran leşker ku pêşmergeyên PDK’ê, li dijî Başûrê Kurdistanê, li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrişeke berfireh kir.

Hinek rayedarên artêşa Tirk wê demê di çapemeniyê de gotin, PDK´ê ji Tirkiyeyê xwestiye li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi êrişê bike. 

Barzanî soza bi derewan da

Li gorî hin çavkaniyên agahdar, roja destpêkirina êrişa dewleta Tirk, Mesûd Barzanî li gel rayedarekî PKK’ê yê Başûr civiyabû. Mesûd Barzanî di civînê de bi gora bavê xwe Mela Mistefa sond xwar ku ew ê tevli êrişa dewleta Tirk nebin.

Lê du rojan piştî wê civînê, yanî 16’ê Gulana 1997’an komkujiya Hewlêrê pêk hat. Hêzên PDK’ê bi awayekî hemwext êrişî Nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) ya ser bi Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK), Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistanê (YAJK) kir. PDK´ê her wiha êrişî rojnameyên Welat û Welatî Roj jî kir û bi çekên giran ev sazî gulebaran kirin. Di êrişan de gelek mirovên bêparastin, şehîd bûn. Pêla kirina nezaretê û girtinê ya piştî êrişê dan destpêkirin, bi mehan dewam kir.

Li gorî belgeyan, di komkujiya Hewlêrê de, 83 kesên birîndar, rojnamevan, siyasetvan û hunermend hatin qetilkirin yan jî wendakirin. Ji kesên hatine windakirin û qetilkirin 20 jê rojnamevan bûn. Heta niha jî bi xweşikî nayê zanîn kesên di komkujiyê de wenda bûne, gelo hatine şehîd kirin yan sax in û di girtîgehan de ne?

Cenaze li bin rê hatin veşartin

Li gorî agahiyan, cenazeyê beşek ji şehîdên vê komkujiyê li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê ku weke Kargeha Qîrê tê zanîn, hatine veşartin.

Piştî salên 2000’î, malbatên şehîdên komkujiyê, ji bo ronîkirina komkujiyê û zanîna çarenûsa cenazeyên zarokên xwe, gelekî hewl da. Sala 2010’an jî Komeleya Qurbaniyên Şer hat damezrandin û dest bi karkirina li ser vê komkujiyê kir.

Sala 2011’an jî Komisyona Mafê Mirovan a Parlamena Herêma Kurdistanê bi daxwaznameyekê ji Wezareta Karên Hundir a Herêmê xwest ku çarenûsa qurbaniyên komkujiyê eşkere bike.

Li komkujiyê mikur hat kujer jî winda man 

Sala 2012’an jî Wezareta Karên Hundir a Herêmê di beyanameyekê de bi awayek fermî îtîraf bi komkujiyê kir û da zanîn ku kesek ji wê komkujiyê sax nefilitiye. Lê cihê ku cenaze lê hatine veşartin, eşkere nekir û zelal nekir kê ew qetil kirine û çawan hatine qetilkirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.