- Nivîskar û helbestvan Oscar Wilde di “Serdema Victoria” de weke stêrkeke geş bû û bi ruhekî azad nivîsand. Desthilatên wî wextî bi hinceta ku xelkê ji rê derdixe, xwestin berhemên wî qedexe bikin û cezayê hepsê lê birrîn. Lê Oscar Wilde her li ser nihêrîna xwe bû û bi gotin û berhemên xwe nîşan dida ku ew weke desthilatan nafikire.
Oscar Wilde nivîskar û helbestvanekî Îrlandayî ye. Ew sala 1854’an li Dublînê hatiye dinyayê. Gotinên wî û her wiha tiştên ku dinivîsandin, li tila xelkê diketin, nexwasim jî tovrindên “Serdema Victoria” ji gotinên wî pirr aciz bûn û qet jê hez nedikirin. Lê Oscar Wilde nivîskarekî jêhatî bû. Dema li dibistanê ye jî kesekî afirîner û jîr e. Gava ku li Koleja Trinitiy dixwîne “Madalyaya Zêrîn a Berkeley” werdigire; ev xelateke pirr bi qîmet e. Her wiha ji bo li Zanîngeha Oxfordê bixwîne bursekê jî heq dike û bi vî awayî dibe şagirtekî serketî. Jixwe, gava ew li zanîngehê ye jî helbestan dinivîse û ev helbestên wî tên xelatkirin. Bi nivîsandina helbestan re ew jiyan û hunerî nêzî hev du dike û di warê estetîkê de li Ingilîstanê pêngaveke nû dide destpêkirin.
Oscar Wilde her çend di bin tesîra fikrên Sosyalîzmê de mabe û piştevaniya sosyalîzmê kiribe jî ew kesekî pasîfîst bû. Gotina wî ya “Gava ku azadî bi destên xwe yên xwînî hat, em ê çawa bi destên hev du bigirin” derbarî fikrên wî de hin tiştan rave dike. Lê wî di helbestên xwe yên “Sonnet to Liberty” de jî nêzîkatiya xwe ya di warê sosyalîzmê de eşkere kiribû. Her wiha wî hin gotarên polîtîk jî nivîsandin û piştgirî dabû reformên ku dixwazin şert û mercên hepsan biguherînin.
Portreya Dorian Gray
Oscar Wilde sala 1890’yî yek ji întelektuelên herî popûler bû li Ingilîstanê. Wî gelek helbest û çîrok nivîsandin, lê tenê romaneke wî heye. Gava romana wî ya bi navê “Portreya Dorian Gray” sala 1891’ê hate weşandin, gelek kesan êrişî Oscar Wilde kir. Oscar Wilde bi vê romana xwe exlaqê “Serdema Victoria” yê Ingilistanê şirove dikir. Piştî ku pirtûk çap dibe, hin derûdoran got, romana Oscar Wilde “bêexlaqiyê” belav dike û xwestin were qedexekirin. Lê Oscar Wilde qet guh neda van kesan û piştî salekê roman ji nû ve çap kir û ji bo romanê pêşgotinek jî nivîsand. Wî di pêşgotina romanê de nihêrîna xwe ya derbarê huner de jî anî ziman û got; “Huner esas tiştekî derexlaqî ye. Her kesê ku Dorian Gray bixwîne di heman demê de ew ê bi gunehên xwe re jî were pêşberî hev.”
Piştî ku roman ji nû ve tê çapkirin, gelek bûyerên ecêb diqewimin û desthilatên “Serdema Victoria” dozê li Oscar Wilde vedikin. Dadgeh romana “Portreya Dorian Gray” weke berhemeke bêexlaq dinirxîne. Her wiha dadgehê digot, Oscar Wilde kesekî homoseksuel (nêremo) e û dixwaze bi vê romanê homoseksuelbûna xwe meşrû bike. Axir Oscar Wilde tê girtin û dikeve hepsê. Qederê 2 salan (1895 û 1897) di hepsê de dimîne, lê gava ku li hepsê dimîne berhemeke helbestan ku li dinyayê weke şaheserekê tê qebûlkirin, dinivîse. Gava ji hepsê derdikeve, helbesta xwe ya dirêj a weke herikîna çemekî rewan a li ser kujerê dinivisîne.
Balada hepsa Readingê
Gotina Oscar Wilde ya “Em hemû di nav ritamê de dijîn lê hinek ji me li stêrkan dinihêrin” ji bo “Serdema Victoria” hatibû gotin. Ji lewma xelk bi giştî di nav ritamekê de bû, û dil û guhê xwe li rastiyan girtibû. Kesên weke Oscar Wilde ku li stêrkan dinihêrin, rastî didîtin û dinivîsandin. Ji ber rastiyê digotin jî dihatin cezakirin. Lê Wilde ji dil jî li stêrkan dinihêrî û ew bi helbesta xwe re mijûl bû. Wî bala xwe neda gotegotên beredayî û li hepsê demeke baş derbas kir. Di hepsê de ji hezkiriya xwe ya kevn re gelek name şandin û ev nameyên wî yên bi navê “De Profundis” weke pirtûk hatin çapkirin. Lê Oscar Wilde herî zêde bi helbesta xwe ya “Balada Hepsa Readingê” tê naskirin. Helbesteke dûr û dirêj e. Gava Oscar Wilde di hepsê de ye, kesekî nas dike, ev kes leşkerê bi navê Charles Thomas Wooldridge (30 salî) ye. Woolridge, hezkiriya xwe bi kêrê kuştiye û bi vî awayî hatiye girtin. Piştî çend mehan jî li hepsa Readingê tê bidarvekirin. Helbest li ser vî kesî ye û piştî Oscar Wilde ji hepsê derdikeve vê helbesta xwe ya dirêj dinivîse. Beşek ji vê helbestê wiha ye;
Baş guh bidin van gotinên min
Her kes dikare bikuje hezkiriya xwe*
Hinek dikujin bi awirekî
Hinek bi gotinên pesnan
Yên tirsonek bi maçekê
Yên leheng dikujin bi şûrekî.
Hinek dikujin bi ciwanî
Hinek dikujin bi extiyarî
Hinek jî bi destên şehwî
Hinek jî bi destên zêrîn
Yê dilovan bi kêrê dikuje.
Ji ber ku zû sar dibe kuştiyê bi kêrê.
….
Oscar Wilde piştî ji hepsê derdikeve li Fransayê dijî. Salên li hepsê psîkolojiya wî serobino dikin û careke din nikare bibe weke berê. Her wiha ew gelek caran bê pere jî dimîne û nikare debara xwe bike. Oscar Wilde 30’yê Mijdara sala 1900’î li oteleke Parîsê, ji ber nexweşiya menenjîtê 46 salî dimire.
* Balê dibe ser gotinên di berhema “Bazirganê Venedîkê” ya Shakespeare de: “Gelo mêr hemû tiştên hez ji wan dikin, dikujin?”
Wisa tê hizirkirin ku helbesta Alfred E. Housman a bi navê “A Shropshire Lad” (Lawikekî ji Shropshirê) îlham dabe Oscar Wilde; çend ristên wê helbestê me ji bo xwînerên xwe wergerandin:
Ew niha me bi dar ve dikin li hepsa Shrewsburyê:
Kuwîtên bê xwedî deng vedidin
Û tevahiya şevê qare wara trênan e li ser rêyên hesinî
Ji bo wan zilamên ku di hungira sibehê de dimirin.
NAVENDA NÛÇEYAN