‘Xalîçeya Bayeux’ piştî 900 salan li Ingilîstanê ye!
Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 00:15
Yek ji berhemên herî balkêş ên cîhana huner û dîrokê, Xalîçeya Bayeux e, piştî gelek salan li Fransayê hatî nîşandan, vedigere Ingilîstanê. Ev xebata bêhempa ya 70 metreyî, Fetha Norman a sala 1066’an vedibêje û wekî yek ji belgehên dîtbar ên herî ên dîroka Ewropayê tê qebûlkirin.
Ev berhem ku nêzî 900 salan li Fransayê hatî parastin, di çarçoveya hevkarîyeke çandî de bi awayekî demkî ji bo Ingilîstanê tê verêkirin. Pêşangeh dê li galerîya taybet a Muzeya Brîtanî bi evîndarên hunerê re pêk were. Ev pêşangeh ne tenê hevdîtineke dîrokî ye, lê di heman demê de wekî lihevhatineke hunerî di navbera her du welatan de jî tê nirxandin.
Vegera Xalîçeya Bayeuxê bo Ingilîstanê wekî mînakeke bihêz a dîplomasîya çandî tê dîtin. Ev pêşveçûn, ku di çarçoveya pevguherîna berheman di navbera Fransayê û Ingilîstanê de pêk tê, careke din rola hunerê di têkiliyên navneteweyî de derdixe holê.
Li gorî pisporan, ev pêşangeh ne tenê rûbirûbûneke bi rabihuriyê re ye, lê di heman demê de nîşan dide ka civakên nûjen çawa li dîroka xwe xwedî derdikevin û ji nû ve şîrove dikin. Di dema pêşangehê de tê payîn ku bi hezaran mêvan biçin serdana wê.
NAVENDA NÛÇEYAN