Weşana bi bretonî diparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 17:00

Radyoya ICI Breizh Izel dixwaze bultenên nûçeyan ên bi bretonî kêm bike. Weşan ji alîyê welatîyên li rojavayê Bretonyayê tê guhdarîkirin. Rojnamevan li hemberê vê planê nameyekê nivîsandin û kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Daxwazname heta niha ji alîyê zêdetirî 5,000 kesan ve hat îmzekirin.

Rojnamevan li Fransayê ji bo weşana bi zimanê bretonî di berxwe didin. Bi kampanyayeke îmzeyê tê daxwazkirin, dema weşana bi bretonî ya radyoya ICI Breizh Izel neyê kêmkirin. Radyo heyî ji bo herêma Bretonyayê rojane şazdeh deqe bi bretonî weşanê dike.

Di weşanê de bultenên nûçeyan bi zimanê bretonî tên pêşkêşkirin. Lêbelê rêveberîya radyoyayê dixwaze ji meha bê û pê ve weşana bi bretonî bi çar deqeyan bi sînor bike. Di heman demê de tê plankirin, di navbera saetên 7 ê 9 sibehê bi bretonî weşan neyê kirin. Radyo dixwaze di dewsa vê de, serê sibehê saet di 6.30an de bultenê 2 deqe bide.

Çima biryareke wiha hat dayîn?

Rêveberîya radyoyê dibêje, sebeba vê biryara wan lêkolîneke hikumeta herêmî ye ku Ii ser rewşa ziman hatîye kirin. Lêkolîn nîşan dide, ji sala 2018an û vir ve kesên bi bretonî diaxivin 50 ji % kêm bûne. Bi vê re jî, temenê ku piranî bi bretonî diaxivin ji 70 daketîye 58. Gerînendeyê radyoyê diyar dike, ew neçar vê rewşê bibînin û weşangerîya xwe adapteyî wê bikin. Herwiha heman berpirs, soz da ku “bretonî wê bi platformên dîjîtal de bêtir li ber bê dîtin.”

Kampanyaya îmzeyê

Xebatkarên radyoyê qîma xwe bi vê daxuyanîyê naynin û didin zanîn, rêveberîya radyoyê “guh nade girêdana bretonên li rojavayê herêmê ya bi zimanê xwe re.” Rojnemevan di nameya xwe ya di medyayê de weşandin wiha dibêjin: “Vê paşvegavavêtina ku mînaka wê tune ye ya di dîroka 43 salan radyoya me de dilê medyaya me êşand…Divê guherînên dîjîtal ên rêveberîya ICI Breizh Izelê daxwaz dikin zirarê nede radyoyê.” Name wiha didome: “Lê divê em weşana radyoyê nedin sekinandin, -11 ji % welatîyên li rojavayê Bretonyayê bi bretonî diaxivin û dixwazin vî zimanî guhdarî bikin- û guhdarên xw eji weşana danê sibehê bêpar nekin.”

Rojnamevan li hemberê plana rêveberîya radyoyê, tevlî vê nameyê kampanyaya îmzeyê dan destpêkirin. Daxwazname heta niha ji alîyê zêdetirî 5,000 kesan ve hat îmzekirin. Serokê Bretonyayê Loig Chesnais Girard û çend sîyasetvanên li herêmî jî daxwaznameyê îmze kirin.

Rewşa zimanê bretonî

Cara dawî, di despêka 2025an de li ser rewşa bikaranîna bretonî rapirsîyeke ziman hat kirin. Anketa hikumeta Bretonyayê nîşan dide, di navbera 2018 û 2024an de hejmara axêveran ji 214,000an daketîye 107,000an. Tê ragihandin, sebeba vê kêmbûnê mirina axêverên bretonî ne. Bretonî demeke dirêj herî zêde jî alîyê axêverên temenê wan 70 bû dihat axaftin. Daneyên dawî nîşan didin niha temenê axêverên ziman daketîye 58an. Ev jî hêvîyeke bisînor bi parazvanên bretonî re çêdike. Tevî vê jî, eşkereye ku bretonî di nava malbatê de ji alîyê zarokan ve nayê fêrbûn. ÎNFOWELAT

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.