Li Liverpoolê şeva çanda Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 00:54

Li bajarê Qraliyeta Yekgirtî, Liverpoolê civaka Kurd merasîma şeva çandî lidar xist. Li bajêr eleqeyeke zêde nîşanî merasîmê hate dayîn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Çarçoveya esas a bernameyê ev bang bû: “Ji bo siberojeke demokratîk, divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

Axaftvanan bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Apo û destnîşan kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe. Di tevahiya merasîmê de qad bi flamayên Rêber Apo û alên YPG, YPJ û PJAK’ê hate xemilandin. Beşdaran bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Hunermendên Kurd ên mîna Hozan Sîmar, Zinar, Sozdar û Eghbal Amiri jî beşdarî şahiyê bûn. Hunermendan hem kêliyên xemgîn, hem jî bi coş afirandin; stran bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Beşekî mezin ê beşdaran bi cil û bergên herêmî hatin şahiyê; şal û şepik, fîstan û parçeyên herêmî rengekî dewlemend dan şahiyê.

Xwarinên Kurdan hatin pêşkêşkirin; bi govend, dengbêjî û helbestan parvekirina çandî derket pêş. Tevlîbûna aktîf a jinan, ciwanan û zarokan bal kişand. Di tevahiya bernameyê de îşaret bi hestê piştevaniyê û nasnameya neteweyî hate kirin.

Axaftvanan bal kişand ser rola dîasporaya Kurd a li Ewropayê, daxwazên çareseriya demokratîk û girîngiya bidawîkirina polîtîkayên tecrîdê. Peyama ku herî zêde derketî pêş ev bû: “Azadiya Rêber Apo parçeyekî pêvajoya demokratîk e û divê deriyên diyalogê bên vekirin.” Şahî bi biryardariya dilsoziya bi şehîdan, xwedî derketina li mîrateya çandî û daxwaza azadiyê bi dawî bû.

Beşdaran diyar kir ku merasîmên wiha tenê kombûnên çandî nînin; di heman demê de çalakiyên civakî ne ku bîra polîtîk û îradeya berxwedanê zindî dihêle.

ANF/LIVERPOOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.