
Belgefîlma Kazim Oz a bi navê “Dûr” ket nav lîsteya 1001 belgefîlmên ku di navbera salên 1920-2020’an de hatine kişandin û ji bo Bîra Cîhanê ya UNESCOyê hatine pêşniyarkirin.
Derhênerê Kurd Kazim Oz li ser hesabê xwe yê Instagramê kêfxweşiya xwe ya ji ber vê pêşketinê parve kir.
Kazim Oz di parvekirina xwe de got: “Ji bo me rûmeteke mezin e ku em bi hosteyên mezin ên dîroka sînemayê yên wekî Martin Scorsese, Agnes Varda, Abbas Kiarostami, Forough Farrokhzad, Wim Wenders re di heman lîsteyê de cih bigirin. 'DÛR', êdî ne tenê fîlmek e, parçeyek ji mîrateya sînemayê ya sedsalî ye.”
Çîroka koçberiyê
Di belgefîlma de, behsa nifûsa kal û pîran a li gundê Kurmeşê yê Dêrsimê tê kirin ku bi koçkirina nifşê ciwan re her ku diçe tenêtir dibe.
Kazim Oz derhêner û fîlmçêkerê Kurd e. Ew sala 1973’yan li Dêrsimê hate dinê. Dîplomeya zanîngeha endeziyariyê wergirtiye lê sala 1998’an xwendegeha sînemeyê temam kir û di nav koma teatra Jiyana Nû de wek lîstikvan û senograf çar salan cîh girt. Li Stembolê li Navenda Çanda Mezopotamya li ser sînemayê kar.
Wî gelek berhemên mîna belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj derxistin holê û hinek ji van berheman di qada navnetewî te xelat jî wergirtine.
NAVENDA NÛÇEYAN













