
- ‘Deftera Mezin’ bi kurdî bixwînin
- Li Munîhê pêşangeha ‘Ji evînê ber bi hezkirinê’
Fîlmê nû yê sînemagerê Kurd Behmen Qubadî yê bi navê "Dar Dinêrin" li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Torontoyê ya li Kanadayê tê nîşandan.
Ev berhem bi beşdariya stêrka cîhanî Eva Greenê hatiye girtin. Derhênerê navdar ê Hollywoodê Martin Scorsese jî berhemhênerê fîlmê ye. Malperên sînemayê yên cîhanî yên wekî Screen Rant, ComingSoon, Cinefilos û Yahoo Entertainmentê li ser fîlmê nû yê Qubadî nûçe belav kirin.Li gorî nûçeyan, tevlîbûna Martin Scorsese ya li projeya Qubadî di medyaya sînemayê ya cîhanê de dengekî mezin vedaye.
Behmen Qubadî yek ji derhênerên herî diyar ên Rojhilata Navîn e. Wî berê jî li festîvalên wekî Cannes û Berlînê xelatên mezin wergirtine. Behmen Qubadî li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser nîşandana fîlmê xwe peyamek belav kir.
Qubadî di peyama xwe de got: "Ev fîlm ji bo min gereke dirêj û gelekî taybet bû. Bîranîn, tirs, cih û wan kesan li xwe digire ku bi salan bi min re mane."
Her wiha wî di peyama xwe de spasiya hemû tîm û xebatkarên fîlmê kir ku di vê projeyê de pê re xebitîne. Li gorî fragmana fîlmê, rûdan di derdoreke tarî, tijî kelecan û hestbariyê de derbas dibin. Di fîlmê de xweza, jîngeh û heta dar jî dibin çavdêrên kiryar, hest û nihêniyên mirovan.
Ev berhem tevlîheviyeke hunerî ye di navbera şêwaza taybet a Qubadî û dîtina sînemayî ya Hollywoodê de. Ev fîlm nîşan dide ku mirov çawa bi tawan, tirs û paşeroja xwe re têdikoşe. Fîlm ji aliyê Behmen Qubadî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê jî wî kiriye. NAVENDA NÛÇEYAN
***
‘Deftera Mezin’ bi kurdî bixwînin
Deftera Mezin romana nivîskar Agota Kristof e ku ev roman wê di nav pirtûkên wê de ya herî naskirî ye. Roman niha ji aliyê Ergin Opengin ve hat wergerandin û ji Weşanên Pall derket.
Nivîskara macarî-swîsreyî Agota Kristof di navbera salên 1935-2011’an de jiya ye. Ew li Macaristanê tê dinê. Sala 1956'an yên dijberî komunîzmê dijî rejimê serî hildidin, Artêşa Rus wan têk dibe. Mêrê Kristofê ku ew jî di nav siyasetê de bû, dest jê vedikişe, ew malbatkî ku zarokek wan çar mehî ye ji Macaristanê direvin diçin Swîsreyê.
Kristof gelek zehmetî dikişîne. Li Swîsreyê hem dixebite, hem di warên cuda de nivîsan dinivîse. Lîstikên şanoyê, helbest, roman, bîranînan dinivîse.
"Deftera Mezin" ku niha hatiye wergerandin jî ji sêbareya wê ya bi navê "Sêbareya Cêwîyan" pirtûka yekem e û di sala 1986'an de hatiye weşandin. Pirtûk navdar dibe. Ew dûre ji sêbareyê "Delîl" (1988) û "Derewa Sêyem" (1991) dinivîse.
Ev romana Kristofê ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin. Roman li Ewropayê xelat girtiye û heta niha ji bo çil zimanan hatiye wergerandin.
Di romanê de du zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her xetereke ji derve tê ser wan rawestin. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Li Munîhê pêşangeha ‘Ji evînê ber bi hezkirinê’
Li galeriya Einstein Kultur ya bajarê Munîh yê Almanyayê, bi boneya çaremîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, bi pêşengtiya Muzexaneya Tevgera Jinên Gelên Îranê pêşangehek hunerî ya bi navê ‘Ji evînê ber bi hezkirinê’ hat vekirin.
Di pêşangehê de berhemên dest ên 10 salên borî ku ji aliyê girtiyên jin ên siyasî yên wekî Nêrgiz Mihemedî, Nesrîn Stude, Meryem Ekberî Muneferîd û Leyla Hisên Zade ve di girtîgehên Îranê de hatine çêkirin, hatin nîşandan. Berhemên hatine çêkirin, bi kelûpel û derfetên nava girtîgehê hatine çêkirin. Pêşangeh wê sê rojan vekirî bimîne.
Di pêşangehê de Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neuman axivî û diyar kir ku ciwanên gelên Îranê guhertin pêkanîn e û wê rejîmê birûxînin û da zanîn ku erkê siyasetmedaran ew e ku piştgiriya serhildana gel bikin û tawanbaran bibin pêşberî dadgehê. MUNÎH







