34 sal bêyî Apê Mûsa

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 20 Îlon 2026 - 17:30

  • Musa Anter li ser berga pirtûka xwe ya ‘Hatiralarim’ ango Bîranînên Min wiha dibêje: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiye yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahidim? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuc û dozdarê Tirkiyê me.”

 

Siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Musa Anter ango Apê Musa, beriya 34 salan hate qetilkirin. Musa Anter, rewşenbîrê ku dewlet ji pênûsa wî, heta ji fîtika wî ditirsiya.

33 sal li ser qetilkirina siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û yek ji pêşengên ku xetên nû di dîroka rojnamevaniya Kurdî de li Bakurê Kurdistanê kêşa Musa Anter ango Apê Musa re derbaz dibin.

Di girtîgehê de pirtûka ‘Birîna Reş’ nivîsand

Apê Mûsa di salên 1950’î de dest bi nivîsandina bi Kurdî kir û hewl da êş û azarên gelê Kurd di rûpelan de biweşîne û bi cîhanê bide nasîn, çendîn caran hate girtin, îşkence û tehdîd kirin, lê dev ji têkoşîna xwe ya rewşenbîrî berneda.

Di sala 1959’an de ji ber doza 49’an careke din tê girtin û tevî 49 hevalên xwe 6 mehan di girtîgehê de dimîne, lê zindanê nikarî wî ji têkoşîna wî dûr bixe. Mûsa Anter pirtûka xwe ya bi navê ‘Birîna Reş’ di girtîgehê de dinivîsîne. Her wiha ferhenga Kurdî ya bi 6 hezar peyvan pêkhatî, amade dike. Di destpêka salên 60’î de, di nava Partiya Çep ên Tirk de, bi awayekî fermî dikeve nava siyasetê. Di sala 1971’an de careke din tê girtin û piştî ji girtîgehê derdikeve, di 1976’an de vedigere gundê xwe, heta 1989’an li gund dijî.

Piştî 89’an vedigere Stenbolê, di gelek kovar û rojnameyan de, ji nû ve dest bi nivîsandinê dike û di heman demê de di nava Partiya HEP’ê de ji nû ve dikeve nava siyasetê. Her wiha Apê Mûsa ku di gelek rojname û kovarên mîna Welat, Ülke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de nivîsên wî têne weşandin, ji hêla xwendevanan ve bi balkêşî dihatin xwendin.

Dewlet ji fîtika Apê Musa jî ditirsiya

Musa Anter, piştî sala 1971’an careke din vedigere Kurdistanê û li Amedê ji hêla hêzên dewletê ve tê girtin û bi 4 salan cezayê girtîgehê tê tewambarkirin. Di yek ji darizandina Apê Musa Anter de dadger gelek zextan li Musa Anter dike ku îspat bike ku ew xelet e û divê ji dîtinên xwe yên li ser Kurdan û Tirkiyeyê poşman bibe û jê re wiha dibêje: “Musa Beg tu li gayê hov siwarbibû.”

Apê Mûsa berê xwe dide dadger û wiha dibêje: “Ezbenî, ev Tirkiyeya ku tu behsa wê dikî, wek zarokekî felcî ye ku nabîne, nabihîze û biaxive. Werin em Tirkiyeyeke nû ava bikin ku em tê de hemû mirov in, lê her yek ji me wek xwe mirov be, ez Kurd û hûn jî Tirk.” Tiştekî ecêb e ku dewlet ji dengê fîtika Apê Mûsa jî ditirsiya û heta bi îdiaya “strîna bi Kurdî” carekê tê girtin û li ser vê hincetê derdixin pêş dadger.

Apê Mûsa bi destê dewletê tê kuştin!

Di sala 1992’an de dewleta Tirk bi serokatiya Serokwezîra wê demê Tansu Çiler li Bakurê Kurdistanê li dijî welatparêz, nivîskar û kesayetên navdar ên Kurd dest bi kampanyayeke xeternak kir. Di encamê de nêzîkî 17 hezar kesayetiyên Kurd ji aliyê grûpa bi navê Hizbullah û dezgeha sîxuriya Tirkiyê ve hatin qetilkirin û hejmarek ji wan jî hîna winda ne.

Roja 20’ê îlona sala 1992’an li kolanên Amedê ew bû hedefa dijminên çapemenî û ramana azad, ji aliyê JÎTEM’ê ve bi gulebaranê hate qetilkirin û tevlî karwanê şehîdên çapemeniyê dibe. Dewleta Tirk bi qetilkirina Apê Mûsa hewl da ku rojnamegeriya Kurdî û fikra azadiya Kurd û Kurdewariyê bêdeng bike û bitepisîne, lê têkoşîna dirêj a Musa Anter bi hezaran xwendekarên Kurd ku heta niha jî navê Apê Mûsa di dilê wan de ne, li pey xwe hişt.

Musa Anter li ser berga pirtûka xwe ya ‘Hatiralarim’ ango Bîranînên Min de wiha dibêje: “Ez şahidê zindî û sondxwarî yê tengasiyên Tirkiye yê 55 sala me. Gelo ez tenê şahidim? Na! Ez her wiha mehkûm, bersuç û dozdarê Tirkiyê me.”

Doza kuştina wî li dadgehên Tirkiyê vekirî ma, lê di 21’ê Îlona 2022’yan de li Enqereyê di 12’emîn rûniştina Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê de heyeta dadgehê bi hinceta ku 30 sal derbas bûne biryara betalkirin û girtinê da. Doza der barê qetilkiirina wî de ji ber demboriyê betal bû.

Xelatên Rojnamevaniyê

Li Tirkiyê ji 1993’an şûnda Xelatên Rojnamevaniyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê tên dayîn. Xelatên Rojnamevaniyê ya Musa Anter û Şehîdên Çapemeniyê cara ewil sala 1993’an de ji aliyê Ozgur Gundem, piştre 1994’an de Ozgur Ulke, 1995’an de Yenî Polîtîka, 1996’an de Demokrasî, 1997 û 1998’an de Ulkede Gundem, 2000’an de Yenî Gundem û sala 2001’an de jî ji aliyê Yedîncî Gundemê ve hatibû dayîn.

Musa Anter kî ye?

Mûsa Anter bi nasnav Apê Mûsa nivîskar û rojnamevanekî Kurd bû. Apê Musa di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya bi ser Stilîlê ya ser bi navçeya Nisêbîn a Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye.

Apê Musa, hîn di temenekî piçûk de, bavê xwe winda dike û li ber destên dayika xwe Fesla Anter mezin dibe ku di salên 1930-1940’an de muxtara gund û muxtara pêşîn a jin a Bakurê Kurdistanê bû. Apê Musa dibistana xwe ya seretayî li Mêrdînê û ya navîn û amadeyî li Adenê diqedîne.

Piştî xwendina amadeyî ji bo felsefeyê bixwîne diçe Stenbolê û di zanîngehê de, gelek xwendevanên Kurd nas dike. Musa Anter, li ser daxwaza Fayiq Bucak dev ji felsefeyê di berde û qeyda xwe li beşê Huqûqê çêdike. Di wê demê de xwendevan û rewşenbîrên Kurd ji bo pirsgirêka neteweyî dikevin nava tevgerê. Her wiha Apê Mûsa ji bo ku xortên Kurd li dora xwe kom bike û hem ji aliyê madî ve, hem ji aliyê manewî û siyasî ve xwedî li xwendevanên Kurd derbikevin, yurda Dicle vekirin.

Piştî salek jî bi tevî hin hevalên xwe komeleya Hêvî 1942(kovar) ava kir, bi pêşniyaza van kesan komeleya şagirtan tê damezrandin. Di sala 1944’an de bi keça Ebdurehîm Rehmiyê Hekarî re dizewice û ji wan re 2 kurên bi navê Anter û Dîcle û keçek bi navê Rewşen çêdibin.

Apê Musa di sala 1948’an de yurda Firatê vedike û dest bi derxistina rojnameya çavkaniya Dicle dike. Piştî çend salên dirêj li Amedê bi navê ‘Ilerî Yurd’ ango Welatê Pêşketî dest bi derxistin rojnameyekê din dike. Musa Anter piştî derxistina van rojnameyan ji ber nivîsên xwe ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ji bo demekê tê gitin.

Hinek ji berhemên Apê Musa wiha ne:

Birîna Reş – 1959

Kimil – 1962

Ferhenga Kurdî – Stembol, 1967

Hatiralarim, cîld 1 – Stembol, 1991

Hatiralarim, cîld 2 – Stembol, 1992

Çinara Min – Stembol, Weşanên Avesta

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.