Ciwaniya Pênciwên nîşan dide

Nûçeyên Çand/Huner

În 18 Îlon 2026 - 15:00

 

Li Pênciwên Duyemîn Festîvala Berhemên Xwemalî despê kir. Wê festîval sê rojan berdewam bike. Di festîvalê de gelek cotkar û xwediyên kar bi berhemên xwe tevlî festîvalê bûne.

Li Pênciwên bi rêya vekirina pêşangehek wêneyan, xweza û berhemên xwemalî yên deverê jî hatin nîşandan. Wênegir Ako Salar li ser wêneyan got: “Wêne di demên cûda de hatine girtin, bi giranî min karên çandinî kişandine. Min bi van wêneyan xwest balê bikêşim ser ciwaniya berheman.”

Di derbarê pêşangehê de Ako Salar axivî û got: “Wêneyên ku min girtine, zêdetir min giringî bi xweza û çandiniya Pênciwên daye. Pênciwên xwediyê berhemên navdar yên çandiniyê ye. Min bi van wêneyan xwestiye zehmetî û karên çandiniyê nîşan bidim ka çiqas zehmete û çawan tê berhemanîn.”

Ako Salar diyarkir wî wêneyan di demên cûda de girtine û bi van wêneyan xwestiye bala xelkê bikêşe ser berhemên deverê. ROJNEWS

***

‘Dê canê me bişewitîne lê dê bibihure’

Pirtûka nû ya nivîskar Bajar Mîrzeman a bi navê “Şewtbihêrk”ê ji Weşanên Avestayê derket.

Pirtûk ji 80 rûpelî pêk tê û hemû çîrokên wê bi Kurmancî hatine nivîsandin. Nivîskarê ku bi çîrokên xwe yên bi Kurmancî tê naskirin, di vê berhema xwe ya nû de jî bi rêya peyvan nexşerêyeke cuda xêz dike. Di vê erdnîgariya çîrokan de, sînorên ku ji bo xwîneran nas in vê carê bi rêya peyvan hatine dariştin.

Di nava rûpelên "Şewtbihêrk"ê de gelek bûyer û bîranînên dîroka nêz û dûr cih digirin. Di vê cîhana çîrokan de mijarên wekî cejn, peyman, Newroz, xarên winda yên zaroktiyê û bandora mamosteyên ku zimanekî din hîn dikin tên vegotin. Her wiha nivîskar cih dide rûdanên wekî rijandina xwînê ya serê sibehan û navên kirîne.

Pirtûk ji bo têgihîştina van mijaran xwîneran vedixwîne ku li xwe vegerin û li dîrokê binihêrin. Di danasîna pirtûkê de tê diyarkirin ku ev berhem wekî labîrentekê ye û şîfreya wê di nav çîrokên dîrokê de veşartî ye. Çîrokên ku naveroka wan ji bo me ne xerîb e vê carê bi pênûsa Bajar Mîrzeman tên pêşkêşkirin.

Wekî ku di danasîna berhemê de jî tê gotin, ev çîrok dê hinekî canê mirov bişewitînin lê dê bibihurin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.