Derhênerên jin çima kêm in?

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Îlon 2026 - 15:30

 

Li bajarê Silêmaniyê ê başûrê Kurdistanê di Mihîrîcana Şeşemîn Fîlman a Navnetewî de beşek ji jinan weke endamên desteya juriyê di beşên cuda yên mîhrîcanê de rol lîstin. Di roja dawî ya mîhrîcanê de, fîlmê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di beşa xwe de xelata yekem girt. Lê tevî beşdariya berbiçav a jinan, rola wan di derhêneriya fîlman de, ji beşdariya wan a giştî kêmtir bû. Di mîhrîcanê de, hejmara fîlmên bi derhêneriya jinan kêm bû. Vê jî pirsên der barê sedemên kêmbûna beşdariya jinan di warê hilberîn û derhêneriya fîlman de, bi xwe re tîne. Astengiyên civakî, pîşeyî û darayî dibe ku di nav sedemên sereke yên kêmbûna derfetên jinan ên gihîştina peywirên rêveberiyê de bin. Ev jî pirsa ku çawa dikarin di warê sînema û çêkirina fîlman de ji bo jinan derfetên zêdetir bên afirandin bi xwe re tîne.

‘Astengî dibin sedema kêmbûna derhênerên jin’

Rojnamevan, derhênera belgefîlman Yasemen Şerîfmenş ku juriya Şeşemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê diyar kir ku tevî hevkariya desteya juriyê, hê jî ji bo çêkirina belgefîlman gelek karên bên kirin hene, beşdariya jinan di Şeşemîn mihrîcana fîlman a Silêmaniyê de di asteke kêm de tê dîtin û wiha got: “Di Şeşemîn mîhrîcana fîlman a Silêmaniyê de beşdariya jinan kêm bû. Divê jin bi riya teşwîq û piştgiriyê beşdarî belgefîlm û mîhrîcanan bibin. Çawa ku di jiyanê de pêwîstî bi jinan heye, pêwîstiya fîlman jî bi beşdariya jinan û derhênerên jin heye. Eve sala yekem e ez wek jurî beşdarî mîhrîcanê dibim. Salên din min rol û beşdariya jinan lêkolîn dikir. Girîng e ku jin wekî derhêner beşdarî belgefîlman bibin da ku bikaribin bi temamî jiyana jinan, astengî û serkeftinên wan bînin ziman. Di mîhrîcanê de hewldana jinan bi fîlmên wan diyar bû, tevî astengiyan jî jinan hewl dan peyamên xwe heta astekê bigihîjînin.”

‘Hewldana jinan di fîlmên wan de tên dîtin’

Yasemen Şerîfmenş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em nikarin bibêjin jinên fîlmçêker ên Kurd di destpêka rê de ne lê hewldan û têkoşîna wan di fîlmên wan de tê dîtin. Dikarin ji wan zehmetiyên ku jin niha bi wan re rûbirû ne, gelekî bihêztir bin. Ji bo jinek ne asan e ku di civaka Kurd de bibe derhêner û fîlmek çêbike. Em behsa kêmbûna derhênerên jin dikin lê jinên Kurd bi wêrekî riyeke ku vê astengiyê derbas bikin dibînin. Em behsa kêmbûna fîlmçêker, derhêner û lîstikvanan dikin lê divê em bizanibin ku jinên Kurd di nava civakek wisa de dijîn ku hebûna jinan qebûl nake. Ez ji Rojhilatê Kurdistanê me, piştre çûm Tehranê û paşê çûm derveyî welat. Ez dizanim ji bo jinek xebata di warê sînemayê de zehmet e. Niha hinek hişyarî çêbûye lê belê negihîştiye asteke tam lewma jin rûbirûyî zehmetiyên mezin dibin.”

Ji bo jinan cihekî taybet

Yasemen Şerîfmenş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mîhrîcan ne tenê cihê pêşandana fîlman e. Cihekî ji bo danûstandina ramanan û afirandina karên cuda ye. Ji ber wê divê ji bo jinên fîlmçêker an jî ji bo nîşandana fîlmên jinan cihekî taybet bê vekirin. Divê ji bo derhênerên jin xelatên taybet hebin da ku piştgiriyê bidin jinan. Ez spasiya organîzatorên mîhrîcanê dikim; tevî rewşa li herêmê, mîhrîcan hat lidarxistin. Pêşniyara min ew e ku di salên li pêş de beşeke taybet ji bo jinan hebe, da ku derfetên zêdetir ji bo xebatên derhênerî û beşdariya jinan çêbibin.”

HÊLÎN EHMED-JÎNHA/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.