Aramiya xwezayê; ‘Daristana Piçûk’

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 13 Îlon 2026 - 17:30

  • ‘Fehîmeya Koçer’ xelata sêyemîn wergirt
  • Li Venedîkê ‘Women Unknown’ bi ser ket
  • Li dijî biryara zimanê Kurdî derketin

 

Fîlma “Daristana Piçûk” a li ser bingeha rêzeya mangayê ya bi heman navî ya Daisuke Igarashi hatiye çêkirin, balê dikişîne ser cudahiya di navbera leza jiyana bajêr û jiyaneke aram a di nava xwezayê de. 

Serlîstikvana fîlmê Kim Tae-ri, karektera Hye-won a piştî nekarîbû jiyana ku lê digeriya li Seoulê bibîne, vedigere herêma gundewarî ya lê mezin bûye, zindî dike.

Hye-won a di ezmûna mamostetiyê de bi ser nakeve û dev ji karê xwe ya li bajêr berdide, ji bo demekî vedigere mala xwe ya zarokatiyê. Li vir dema ku xwarinên ji dayîka xwe fêrbûye amede dike, ji nû ve bi rabirdûya xwe re têkilî datîne. Jina ciwan ku bi guherîna demsalan re, dest bi çandiniyê dike, hilberîna xwarina xwe ya ji derfetên ku ax pêşkêş dike û nirxa kêliyên biçûk ên jiyana rojane keşif dike.

Têkiliyên kevn û rûniştinên bi hevalan re

Vegera Hye-won, têkiliyên wê yên bi hevalên wê yên zarokatiyê Eun-sook û Jae-ha re jî ji nû ve zindî dike. Sohbet û xwarinên ku her sê heval bi hev re parve dikin, mijarên wekî hevaltî, tenêbûn û lêpirsîna jiyanê ya di fîlmê de şêwe dike.

Ahengek di nava çar demsalan de

Her ku fîlm çîroka xwe di nava çar demsalan de pêşdixe, xwezayê û jiyana gundewarî wekî hêmanên sereke yên vegotinê destnîşan dike. Bi taybetî jî dîmenên amadekirina xwarinê, dengên xwezayî û dîmenên bi hûrgilî, atmosfêra aram a fîlmê xurttir dike.

"Daristana Piçûk" mîna berhemek aram derdikeve pêş. Berhemek ku dixwaze bizane kesekî ku di nava leza jiyana bajêr de ji xwe û derdora xwe dûr ketiye, çawa bi vegerandina ji bo nava xwezayê û rabirdûya xwe ji nû ve li hebûna xwe dinêre. NAVENDA NÛÇEYAN

***

‘Fehîmeya Koçer’ xelata sêyemîn wergirt

Şeşemîn Festîvala Navdewletî ya Filmên Aşitiyê ya Urdunê bi sernavê “Urdun di Çavê Cîhanê de” hate lidarxistin. Piştî nîşandana hemû filman, filmên herî baş hatin hilbijartin û xelat li ser serkeftiyan hatin belavkirin.

Di festîvalê de 354 filmên dirêj, kurtefilm, filmên çîrokî, belgefilm û filmên bi mobîlê ji 22 welatên cîhanê beşdar bûn. Di asta Herêma Kurdistanê de tenê belgefilmê bi navê “Fehîmeya Koçer; Ew Jina ku Tenêtiyê Hilbijart” beşdar bûbû.

Çîroka jineke Germiyanî ya tenê

Ev film nêzî 10 xulekan e. Senaryo û derhênana wê ji aliyê hunermend Cume Kerîm ve hatiye amadekirin û Sebah Husên Narkî wekî alîkarê derhêner cih girtiye. Her wiha Baran Germiyanî jî karê reng û montajê girtiye ser xwe.

Belgefilm behsa çîroka jiyana jineke bi navê “Fehîme” ya bi nasnavê “Koçer” dike ku ji malbata wê 53 kes hatine enfalkirin an jî bi saxî hatine binaxkirin. Niha ji xeynî çend serî sewal, mirîşk û qazên wê tu kes ji bo wê nemaye.

Sûdwergirtina ji dengê hunermendên Germiyanî

Di destpêk û dawiya belgefilmê de, sûd ji dengê hunermendên Germiyanî Mihemed Balaban û Husên Qadir Germiyanî hatiye girtin. Bi vê berhemê re, belgefilmê “Fehîmeya Koçer” serkeftineke girîng a navdewletî bi dest xist û navê herêmê li cîhanê da naskirin. ROJNEWS

***

Li Venedîkê ‘Women Unknown’ bi ser ket

Festîvala Navneteweyî ya Fîlmê ya Venedîkê (Venezia 83) ku ji 2ê heta 12ê Îlonê 2026ê li Lido di Venezia (Îtalya) hate lidarxistin, 12ê Îlonê bi merasîma xelatdayînê bi dawî hat. Serokatiya jûriya sereke Maggie Gyllenhaal dikir û George Clooney û Ellen Burstyn jî Xelata Şêrê Zêrîn a jiyana xwe (Lifetime Achievement) wergirtin.

Di pêşbaziya sereke de 21 fîlm hebûn û xelatên sereke wiha hatin dayîn:

Şêrê Zêrîn (Golden Lion – Baştirîn Fîlm): Woman Unknown – derhêner: May el-Toukhy (Danimark-Swêd-Letonya).
Fîlm li Danîmarkayê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn derbas dibe û çîroka jineke ciwan e ku veşartinek ji dema şer heye. Ev yekane fîlma bi tenê ji aliyê jineke derhêner ve di pêşbaziyê de bû.

Kûpaya Volpi (Baştirîn Lîstikvana Jin): Mathilde Arcel ji bo heman fîlmê (Woman Unknown).

Şêrê Zîvîn – Xelata Mezin a Jûriyê: Possible Love – derhêner: Lee Chang-dong (Korêya Başûr).

Baştirîn Derhêner: Ilya Khrzhanovsky ji bo DAU.

Baştirîn Lîstikvanê Mêr: John Malkovich ji bo Wild Horse Nine.

Baştirîn Senaryo: Stéphane Brizé, Coralie Amédéo û Olivier Gorce ji bo A Good Little Soldier.

Xelata Taybet a Jûriyê: NAZA – derhêner: Yuval Abraham û Rachel Szor.

Xelata Marcello Mastroianni (lîstikvanê/a ciwan): Malou Khebizi ji bo A Place to Heal.

Fîlma Woman Unknown bi du xelatên mezin (fîlm û lîstikvanî) yek ji serkeftinên herî berbiçav ên vê salê bû. NAVENDA NÛÇEYAN

***

Li dijî biryara zimanê Kurdî derketin

Li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta demkî ya Şamê ku der barê zimanê Kurdî de dabû nerazîbûn didomin. Xwendekarên Dibistana Îbn Ruşd bi daxuyaniyek li Dibistana Îbn Ruşd a taxa Mişêrfê ya parêzgehê Hesekê bertek nîşanî biryarê dan. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Hedle Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku betalkirina materyalên xwendinê yên Kurdî û kêmkirina dersên bi zimanê Kurdî, binpêkirina mafên wan ên perwerde û zimanî ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wan ji pola yekem ve heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwendine û nayê qebûlkirin ku ev destkeftî bi biryarekî yekalî were guhertin. Her wiha daxwaz kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryara xwe betal bike û mafê wan ê xwendina bi zimanê dayîkê biparêze.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Sûriye welatê hemû pêkhateyên xwe ye û mafên zimanî û çandî yên hemû pêkhateyan divê bên parastin.

Dibistana Kurdî lê tine qebûl nakin!

Xwendekar Cûlî Ehmed got ku ji pola yekem heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwendiye û niha tê xwestin ku bi zimanê Erebî bixwînin wiha got: “Dibistanek ku qebûl nake em bi zimanê xwe bixwînin, em naxwazin li wê dibistanê bixwînin. Me ji pola yekem heta pola dehem bi zimanê Kurdî xwend, niha ji me tê xwestin em bi zimanê Erebî bixwînin. Em vê qebûl nakin.” ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.