Li Marsîlyayê Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Îlon 2026 - 14:00

  • Ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6'emîn ku wê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bê lidarxistin demeke kurt ma. Amadekariyên ji bo festîvala 20'ê Îlonê dewam dike. Komîteya amadekar ji bo tevlîbûnê bang kir.

Armanc ji festîvalê ew e ku civaka Kurd a li bajêr û şêniyên Marsîlyayê bigihîne hev. Di çarçoveya bernameya festîvalê de wê standên ji xwarina mitbexa Kurdan, pêşangeyên wêneyan û qadên ji pirtûkên Kurdî bêne avakirin.

Di bernameya hunerê de jî wê gelek hunermend û kom hebin. Koma Amed, Kawa Ûrmiye, Hozan Amed û Îbo Qamişlo jî di nav de koma zarokan a ZarokMa, koma govendê ya Keçên Rojê û koma rîtmê ya Soul Brasilian wê performansa xwe pêşkêş bikin.

Komîteya Amadekar a Festîvalê ji serdana esnaf û malbatan, bi afîşan û li ser medya dîjîtal banga tevlîbûnê ji bo festîvalê dike. Di daxuyaniya komîteya amadekar de hate gotin, "Armanca me ya herî girîng ew e ku derdorên berfireh xwedî li festîvalê derkevin û tevlîbûneke xurt lê bikin."

Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim wê li bajarê Marsîlyayê li parka Parc du Ravelle La Rosse Newrozê bê lidarxistin. ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.