
- Li City Sînema ya bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Festîvala 6’emîn a Fîlman a Navneteweyî di roja 5’an de bi nîşandana fîlman dewam dike.
Yek ji amadekarê festîvalê Helgur Salih axivî û got: “Di roja 5’an a festîvalê de fîlm, çalakî, panel û fîlm li City Sînema tên nîşandan. Sînema amûreke ji bo guherîna ramana civakê û pêwîste li bazinê niştîmanî karesatan bibe ji derve û bi rêya fîlman guherîn li ser ramanê bike. Mirovên Kurd zêdetir nîşan bide. Mêrê Kurd ne qatilên jinane û jinên Kurd jî lehengin.”
Helgur Salih destnîşan kir ku heta piştî nîvroyê zêdetirî 20 fîlm tê nîşandan û welatî bê beramber temaşeyî van fîlman dikin.
Welatiya Silêmaniyê ya bi navê Nime Arî jî destnîşan kir ku hêvî dike ku salane ev festîval bên kirin û got: “Divê fîlm bên çêkirin û bi taybet xwendekarên hunera ciwankarî. Ev kareke pir başe, ji bo ciwanan kêrhatiyên xwe nîşan bidin. Sînema zimaneke cîhanî ye. Bi rêya fîlman cudahî tevlîhev dibin.”
Hêjayî bibîr xistinê ye Festîvala 6’emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê 9’ê Îlonê destpê kiribû.
ROJNEWS







