
- Şengal ji cejna cimaya Şêşims re hazir e
- Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’
Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi beşdariya 30 fîlmên cuda li herêma Manhattanê ya bajarê New Yorkê birêve diçe. Festîval cara 10an tê lidarxistin. Armanca sereke ya vê carê nasandina çand û sînemaya kurdî bi bînerên Emerîka û cîhanê ye.
Rêveberiya festîvalê daxuyanî da û got ku îsal hemû amadekariyên pêwîst ji bo lidarxistina festîvalê temam bûne. Ev festîval bûyereke giring a sînemayî ye ku ji sala 2017an ve dest pê kiriye û di nava van salan de her tim hewl daye sînema û çanda kurdî bigihîne bînerên Emerîkî û yên navdewletî.
Li gor agahiyan, ji bo festîvala îsal nêzîkî 350 fîlm ji bo beşdarbûnê hatibûn pêşkêşkirin, lê belê piştî nirxandina lijneyê tenê 30 fîlm ji bo nîşandanê hatin destnîşankirin. Ev berhem ji beşên cuda yên sînemayî pêk tên, di nav de fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm hene.
Derbarê bername û çalakiyên festîvalê de jî hate diyar kirin ku bername tenê bi nîşandana fîlman sînordar nabe. Dê derfet ji bo guftûgo û pevguhertina ezmûnan di navbera derhêner û bîneran de were afirandin. Herwiha bernameyeke taybet a workshopê li ser vegotina çîrokan, bîrwerî, hilberîn û belavkirina sînemaya kurdî jî dê were lidarxistin.
Armanca sereke ya festîvalê ew e ku bibe platformek ji bo nasandina çîrok û serpêhatiyên kurdan bi riya sînemayê, herwiha derhênerên kurd nêzîkî bîner û civaka sînemayê ya New Yorkê bike. Festîvalê di nava 10 salên temenê xwe de hewl daye ku sînemaya kurdî ji sînorên herêmî derxe û li metropoleke cîhanî ya mîna New Yorkê deng û çîroka sînemakarên kurd bigihîne netewe û çandên cuda.
Biryar e Festîvala Fîlmên Kurdî ye New Yorkê roja 29ê Îlona 2026an li devera Manhattanê ya li bajarê New Yorkê yê Emerîkayê dest pê bike û dê şeş rojan li ser hev berdewam bike. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Şengal ji cejna cimaya Şêşims re hazir e
Li Şengalê amadekariyên cejna cimaya Şêşims tên kirin, micêweyê qubê spasiya şaredariya gel kir ji ber ku bi wan re bû alîkar û bang li ciwanan kir daku bi cil û bergên xwe yên gelerî ziyareta qubê bikin.
Pîrozbahiyên cejnên cimayên li Şengalê destpêkirin. Li ber qubên ku cejnên wan dê pêk werin liv û tevgerek zêde ya Êzidiyan heye. Li gelek cihan ji bo pêşwaziya mêvanan bikin, avahiyên nû tên çêkirin û paqijiya derdorê tê kirin.
Quba Şêşims ku li gundê Cefriyê yê ser bi Xanesorê ye, heftiya bê cejna cimaya vê qubê ye. Şaredariya gel a Xanesorê ev çend roje dest bi sererastkirina riya vê derê kiriye û derdora qubê jî paqij dike.
Micêwêrê Quba Şêşims Hecî Mêşo di serî de spasiya şaredariya gel a Xanesorê kir ku di sererastkirina rê, avdana daran û paqijiyê de bi wan re bû alîkar û got: “Di 17 û 18’ê Îlonê de cejna cimayê destpê dike. Ev cejn ku du roj didome, gelek Êzidî ji her derê berê xwe didin vir û cejna xwe bi hev re pîroz dikin. Eşîrên ku serdana vir dikin bi awayekî fermî xêra xwe tînin vir. Eşîra Cefriya, Heska Kinoya û Şerka her sal tên vir ji bo xêra xwe belav bikin û ev eşîr di roja yekemîn de tên vir. Roja dawî em malbatên micêwir di aliyê xwarinê de pêşwaziya mêhvanan dikin û rê û rexman digerînin.”
Micêwêrê qubê banga tevlîbûna cejnê li tevahiya Êzdiyan kir û got: “Em hêvîdarin gelê me bi awayekî girseyî serdana cihên xwe yên pîroz bikin. Li wan xwedî derkevin û bi taybetî ciwan. Em bang li wan dikin di aliyê cil û bergan de bi şêwazekî guncav, bi cil û bergên xwe yên resen bên vir û her kesê hat em spasiya wan dikin.” ROJNEWS
***
Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’
Di salvegera 4'emîn a serhildana 'Jin Jiyan Azadî' de Komîteya Lêkolînê ya Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) pirtûka “Pêtên Kolanan” weşand.
Pirtûk li ser jiyanname, têkoşîn û bîranîna şehîdên rêya azadî, demokrasî û wekheviyê ye. Di pirtûkê de rola her cangoriyên rêya azadiyê ya têkoşîna li dijî saziyên zordar û mêrsalar analîz dike.
Pirtûka “Pêtên Kolanan” ji vê navnîşanê dikare bê peydakirin:
https://kjar.online/fa/wp-content/uploads/sites/3/2026/09/sholehay-xyabany.pd
NAVENDA NÛÇEYAN







