
Hunermend Şemal Ebereş li ser giringiya hunera sînemayê dibêje; “Tevî giringiya projeyên sînemayî jî, lê belê ev qad weke pêwîst nayê piştgirîkirin. Sîstema birêvebirina hikûmetê di warê huner û çandê de xemsare, di demekê de ku ciwanên me yên xwedî jêhatî hene lê belê kes giringiyê nade wan.”
Şemal Ebereş, weke lîstikvanê sînemayê û hunermend, di hevpeyvîneke taybet a ji bo Rojnewsê de behsa giringiya sînemayê û komek astengiyên li pêşiya berhemhênana karê hunerî li Kurdistanê û hebûna ciwanan kir.
Ebereş di destpêka axaftina xwe de, derbarê giringiya fîstîvalan de got ku lidarxistina fîstîvalan ji bo bîner û hunermendan pir giringe; bi taybetî ku dibe navendek ji bo kombûna fikirên nû di navbera çîn û pîşeyên cuda yên civakê de. Ji ber vê yekê pêwîste di vê çarçoveyê de piştgirî û fînanse were kirin û berdewamiya wê hebe.
Derbarê ka heta çi astê mafê sînemayê hatiye dayîn, Şemal Ebereş wiha got: “Sînema weke pêwîst mafê xwe wernegirtiye. Hîna weke pêwîst giringî pê nehatiye dayîn, ji ber ku sînema pêdivî bi pîşesazî, veberhênan û veqetandina budceyê heye, ne mîna şanoyê ye ku pêdiviya wê bi dahateke kêmtir heye.”
Hewladanên kesane li pêş in
Derbarê vegotina xebat û şoreşên Kurd di rêya fîlman re, Şemal nerazîbûna xwe anî ziman û got: “Tevî ku hunermend dixwazin dîkûmenterên Kurdî çêbikin, lê belê heta niha giringiyeke wisa pê nehatiye dayîn. Ger karesat û dîroka me weke pêwîst û bi kalîteyeke bilind nebe fîlm, nifşên nû wê jê fêm nekin. Ji ber vê yekê, berhemhênana fîlman dahateke mezin dixwaze.” Şemal Ebereş bal kişand ser pirsgirêka bazarkirina fîlmên Kurdî û got ku dema li cîhanê fîlmek tê berhemhênan bazarek jê re tê dîtin, lê belê li Herêma Kurdistanê bazareke rasteqîn tune ye. Şemal got; ‘‘Heta niha tu kompanyayekê belavkirina fîlmên Kurdî nekiriye, belkî her tiştê ku tê kirin li ser bingeha hewldanên kesane ye.’’
Piştgiriyeke cidî ji ciwanan re divê
Di dawiyê de hunermend Şeml Ebereş sîstema birêvebirina hikûmeta Herêmê rexnekir û diyar kir ku xema wan ji bo huner û çandê tune ye; ‘‘Di demekê de ku ciwanên me yên xwedî jêhatî hene ku karên pir ciwan dikin, lê kes giringiyê nade wan. Divê hunermend weke pêşmergeyên karê rewşenbîriyê werin dîtin û sînema derfeteke mezine ji bo veguhastina bûyer û şoreşên herêmî bo asta cîhanî; bi şertekî ku karê rast û dirust li ser were kirin û piştgiriyeke cidî ji ciwanan re were pêşkêşkirin daku hêza wan vale neçe.’’
ROJNEWS







