
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di meha Cotmehê de bi bernameyeke dewlemend perdeya sehneya xwe ji hezkiriyên şanoya Kurdî re vebike. Di bernameya Cotmehê de lîstika bi navê “Moraşîn, Keçelok, Xewna Şeveke Havînê, Hişê min Tevlihev Bû û Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” cih digirin.
eŞanoya Bajêr dê perdên sezona şanoyê bi lîstika “Moraşîn” veke. Lîstok, di 2 û 3yê Cotmehê de seat li 20:00an dê derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstika zarokan a bi navê “Keçelok” jî dê di 4ê Cotmehê de seat li 13:00an derkeve pêşberî zarokan.
4 caran ‘Xewna Şeveke Havînê’
Di çarçoveya bernameya meha Cotmehê de lîstika “Xewna Şeveke Havînê”, di 9-10ê Cotmehê û 16-17ê Cotmehê de seat li 20:00an dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika zarokan a bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” jî di 11 û 25ê Cotmehê de seat li 13:00an dê were pêşandan. Lîstika “Keçelokê” jî di 18ê Cotmehê de seat li 13:0an dê ji nû ve derkeve pêşberî temaşevanan.
Lîstika bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ku ji berhema klasîk a Shakespeare ji aliyê Şanoya Bajêr ve hatiye amadekirin, dê di 23-24 û 30-31ê Cotmehê de seat li 20:00an li ser dikê be.
Bilet dê bi rêya Biletinialê bên girtin
Hemû lîstik dê li Salona M. Emin Yalçınkaya û Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan. Hezkiriyên şanoyê dikarin biletên lîstikan bi rêya Biletinialê peyda bikin. NAVENDA NÛÇEYAN
***
Li Sine festîvala muzîkê tê lidarxistin
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, Pêncemîn Festîvala Muzîkê ya ‘Bîreweriya Mamosta Seyîd Elî Esxer Kurdistanî’ bi armanca parastina kelepûra mûzîka Kurdî tê lidarxistin.
Serokê Rêxistina Ferhengî û Civakî ya Sine, Ferşîd Selewatî di derbarê lidarxistina Pêncemîn Festîvala Muzîkê ya Sine de ji çapemeniya xwecihî re axivî. Ferşîd Selawetî ragihand, wê Festîvala Muzîkê ya ‘Bîreweriya Mamosta Seyîd Elî Esxer Kurdistanî’ îro di saet 17:00’an de li Baxçeyê Zarokan yê Sine despê bike ta saet 19:00’an dom bike.
Selawetî diyarkiriye ku armanca lidarxistina vê festîvalê, nasandin û veguhestina ferheng û muzîka resen a Kurdî ya ji bo nifşên nû ye. ROJNEWS







