Ji bo azadiya Ocalan çalakî

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:10

Meclîsa Gelê Kurd di navenda bajarê Lîverpoolê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê pêk anî. Di çalakiyê de broşur û pirtûk hatin belavkirin û agahî hatin dayîn.

Li navenda bajarê Lîverpolê di pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd ê Lîverpolê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Çalakî rastî eleqeyeke mezin a gel hat û di çalakiyê de broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin. Pirtûkên Rêber Apo û hilberînên Kurd hatin danasîn.

Çalakvanan diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelê Kurd jiyanî ye. Di daxuyaniyê ku hate dayîn de anîn ziman ku geşedanên vê dawî yên Kurdistanê rewşa Rêber Apo aniye halekê hîn krîtîk. Çalakvanan behsa girîngiya xwedîderketina li vîna Rêber Apo kirin.

Meclîsa Gelê Kurd a Lîverpolê, anî ziman ku ev cure çalakî tenê xebatekê balkişandinê nîne, di heman demê de li qada navnetewî derxistina pêş a Gelê Kurd e û berxwedanek ku têkoşîna azadiya Rêber Apo jî mezin dike ye.

ANF/LEVERPOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.