Belgeyeke din a xiyaneta PDK’ê

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 03:00

PDK li gel hevkariya xwe ya berdewam a bi dewleta Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, xizmeta artêşa Tirk a li dijî gelê Kurd û têkoşîna wan a azadiyê didomîne.

Çavkaniyek taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike, dîmenek ku belgeyek din a xiyaneta PDK’ê derxist holê ji Rojnews’ê re şand. Heta niha gelek belgeyên xiyaneta PDK’ê derketine holê. Ya herî dawî jî kemîna kamerayê ku ji aliyê berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan a PDK’ê Serwan Xelîl Bazî Barzanî ve ji bo kontrolkirina xelkê herêmê û gerîlayan hatî danîne. Ji ber çalakiyên bi bandor ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku rê nade balefirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li hewa bimînin, hêza hewayî ya dewleta Tirk gelekî lewaz bûye. Dewleta Tirk a dagirker ku êdî nikare ji hewa îstîxbarata pêwîst li ser gerîlayan werbigire, cardin hevkarê xwe PDK’ê xistiye tevgerê. PDK ya ku qadên gerîla dorpêç kiriye, her gav nuqteyên kontrolê ava dike, kemînan datîne û êrişî gerîla dike, bi dehan gerîla şehîd û birîndar kirî û tevî van hemûyan jî cenazeyên gerîlayan nedaye malbatên wan, niha jî bi danîna kemîn û kamerayan li qadên gerîla sixuriyê dike.

Li gorî agahiyên ku heman çavkaniyê ji Rojnewsê re ragihand, berpirsê asayîşa giştî ya navçeya Bilê yê herêma Barzan ya PDK’ê diçe dikana Ferhad Mihemed ku kelûpelên wesayîtan difiroşe. Her wiha Ferhad Mihemed ku bi xwe jî di asayîşa PDK’ê de kar dike, kemîna kamerayê ku wê li qadên gerîla were bi cihkirin, di 26’ê Tebaxa 2024’an de amade dike û teslîmî berpirsê asayîşa PDK’ê dike.

Medya PDK’ê êrişan rewa dike

Berpirsê Asayîşa Bilê yê PDK’ê di 1’ê Îlona 2024’an de vê kamerayê di odeya xwe ya asayîşê de diceribîne. Hemû tevgerên wê rojê di asayîşê de têne kirin, di kemîna kameraya ku tê ceribandin de tê qeydkirin. Di 5’ê Îlona 2024’an de berpirsê asayîşa Bilê yê PDK’ê li gel 2 kesên din kamerayê li rêya ku difikirin wê gerîla tê re derbaz bibin datînin. Ji bo neyê ferqkirin jî bi awayekî baş dipêçin. Ev kemîna kamerayê ya ku berpirsê PDK’ê daniyî, ne gerîlayan tenê tevgerên xelkê herêmê qeyd dike. Di dema ku dewleta Tirk a dagirker di encama agahiyên îstixbaratî yên PDK’ê de li nav xaka Başûrê Kurdistanê êrişên hewayî pêktîne, destpêkê di medya PDK’ê de li ser êrişê agahî têne belavkirin û êriş tê rewa kirin. Dema mirov li van dîmenan binêre baştir tê fêhmkirin ku çima çapemeniya PDK’ê beriya her kesî van agahiyan radigihîne û hewla rewakirina van êrişan dide.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.